|
Eþqa Axê
Siyamed Sîpan Uðurlu
Gelo hûn dizanin bê jiyanê kînga
þax berdaye nava rehên jiyanê? Dema
mirov destpê kiriye ji axê hez bike, wê demê jiyan ji nava axê þîn
hatiye û derketiye ser rûyê gerdûnê. Girêdayî
wê hezkirina rastî hezkirina axê, eþqa rastî eþqa axê ye. Yekem car tu bû mêvanê xewnên
minî tevizî di biharek westiyayî de li ser welatekî bê ax. Min li pêy
wê, kirasê bedewiya te li bejna hêviyên westiyayî dikir. Min xwe davêt nav þeraba evîna te
û heta hetayê min vedixwar. Dema min destpê kiriyê ji te
hezbikim, min ji xwe heznedikir. Lê
niha xerîbê xewnên xwe me. Ji
dûr ve xewnan dibînim. Biyanîbûyê
eþqa xwe me. Hevalno mirovên ku nikaribe dilê
xwe ji axê re veke û bihêle ku ax dilê gemarî pakij bike ji xirabiyan
û mirovekî ku nikaribe bêhna evîna axê bi gulpekê bikþîne hundirê
xwe, ewê nikaribe têbigêje bê mirov çawa ji axê hatiye çêkirin. Wê
nikaribe fahm bike bê xweza çawa berhem û cewhera axê derdixe holê. Ewê
nikaribe bedewiya wêneyê xwezaya welatê çavrêyê azadiyê bi bêhnekê
bikþîne dilê xwe. Bingeha hemû evîn û hezkirinan eþqa
axê ye. Dema mirov dilê xwe ji axê re vedike, hemû tiþt wê demê destpê
dike. Bêyî axê wê zaravayên destanên zozanên bêzarmayî nikarîbû
rehên xwe bera nava hestên mirova bida. Tu yê yan hezbike yan jî tu yê
xwe di nava bêwatebûyînê de bi tevgerên xwe bifetisîne û li þûna
xwe axek xemgîn û bêzar bihêle. Tu yê yan bive evîndar yan jî
dildar yan jî hestewar. Ez rabim hemû bedewî û xweþikbûnên
li ser rûyê cîhanê bidim ser hev û hewl bidim stranekê vebêjim ji
bona axê wê rêzikên helbesta stranê ji hev bixeyidin. Hemû xweþikbûn û rûkeniya li
ser rûyê cîhanê bîne ji min re, ji bo ku karibim di van çend risteyan
de „Eþqa Axê“ bidim jiyankirin, ji bo ku karibim destpêka jiyanê
hezkirina axê bidim jiyankirin. Bîne ji min re hemû bedewiyên ser
rûyê vê dinyayê ji bo ku karibim xemlekê ji vê xwezaya, ku encama axa
welatê agir û rojê ye, çêbikim. Nivîsa minî îro wek awirekî
bedewiya axê bizanibin… Ez van rêzik û risteyan diyarî
axa welatê çavrê azadiyê ye, welatê hesretiya rojê dikþîne, dikim.
Dibê em wateya axê bilind bikin û dilê xwe ji axê re vekin, mîna
hezkirina zimanê dayikê, mina hurmeta dayika. Ez evîndarê axê û zimanê
kurdî me…hûn jî bê evîn û eþq nemînin hevalno. Siyamed
Sîpan Uðurlu
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org