|
|
- Bê Sînor
-
-
- Siyamed
Sîpan
-
-
-
- Ez vê nivîsê ji bo kesên ku „Sînor“ li
hemberî bêhnvedana wan dibin asteng, ku sînor mîna qencerekê di
heskirina wan de diçike, dinivîsînim.
- Ev nivîs ji bo kesên ku hemû heskirinên wan bê
sînore,
- hemû
girêdanên wan bê dawî ye
- hemû
hesretiyên wan bê navbere
- hemû
evînên wan bê betlane ye
- Ev nivîs ji bo bê dawiyên bê sînore, ji bo bê
sînoriyên bê sînore.
-
- Herwisa ev nivîs ji bo kesên ku her roj di dilê
wan de bi hezaran volqan diteqe û piþtî wê teqandinê avên ji
agiran diherike di dilê wan de.
- Ji bo kesên ku dilê xwe bi okyanûsên ji baranên
bihara welatê agir û rojê pakij dike û hestên xwe li ber tîrojên
roja ji giravê ve derdikeve radixe û zûha dike, ye.
-
- Ev nivîs ji bo kesên ku her roj bi dehan bexçeyên
heskirina gulan di dilê wan de þîn tên û þaxên xwe li hemû newalên
heskirinan vedikin, û jiyana wan vedigûherîne împaratoriyek evîndariya
gulan.
-
- Ez jî yek ji van kesanim.
- Ez serhiþkê evîndariya „Gulê“ me, serhiþke
evîna bê sînor û bê dawî me.
- Dibêje xwedayan gotiye: Tenê di eþq û evîna bê
sînor de serhiþkiyê bike, di bê sînoriyê de serhiþkiyê bike.
-
- Ez jî evîndarê serhiþkiyên bê sînorim.
- Xem xemla hestên min e
- gul derdê mine,
- hest debara min e,
- evîn axîna min e,
- bê sînorî jî jiyana
min e.
-
- Di bêzariya biyanîbûnê de dimîne hest, ku evîna
te ne bê sînor be, dibe girtî yê hesretiyek ku di nava xwe de bi
agirê rastiyan diþewitîne, bê yî girêdanek bê sînor ewê roj te
venehewîne bedewiya xwe ya rojjînî.
- Heta ku tu hemû cewherên xwe nexe nava serûwena
bê dawîbûnê, tu yê nikaribe li ser textê jiyan rûnê û palde ser
bahlîfa biwatebûnê û tu yê nikaribe dûxana agirê heskirinê bera
bajarên dilê xwe bide.
-
- Ji bo wê dibê her kesek rê li ber çemên avên
heskirina xwe vekin û hestên bê sînor di paxla xwe de mezin bikin,
bi lorîkên evîndariyê. Ji bo bîranîn nekeve xefka jibîrkirinê,
ji bo ku kes bê hestên bê sînor nemîne
- bira
hemû tiþtên we „Bê Sînor“ be.
-
-
-
- Siyamed Sîpan
- siyamed@hotmail.com
-
|
|
|