|
|
Bihar
û xema wê
Ji bo bîranîna Þehîdên Newrozê
Siyamed
Sîpan
Em dîsa ketin biharek din
û me xema zivistanê li dû xwe hiþt.
Me
dilên cemed girtî bi barana biharê þûþtin
û
me li ber tîrêjên tava ji hêrsa „Roja Nû“
(Newroz)
difûre, hestên xwe raxist.
- Newroz
ku mizgîniya biharê û demek xweþ bû,
- bû xema biharê.
- Mirovên ku dilê wan di cemediya zivistanê de
rizya ye û li þûnê bêbextiyek bê sînor maye, ev Newroza ku destpêka
hêviyên nû ne, kirin destpêka birînên nû, kirin destpêka xemên
nû.
- Demsal ji þûna ku niha di xemla biharê de
bedewiyê bipejiqîne û hêviyan bifûrîne, ketiye xefka mirovên ji
heskirinê û ji wijdan bê par.
-
- Nahêlin bihar jî êdî mîna dilê wê dixwaze,
bedewiyê li kulîlkên xwe belav bike. Binevþên ku ev bi salan e, li
hêviya piçek rûkeniyê ne, êdî bi xemek nû re ewê mezin bivin.
-
- Tê bîra min biharên borî bi kêfxweþiya
jiyanek rengîn dihate pêþwazî kirin. Lê ev bihar bi xemgîniya þehîdên
xwe, hêrsê di dilê xwe de mezin dike. Bihar bi hêrsa ku ji xeml û xêza
xwe can wenda kiriye, çavê xwe tijî hêrsa dilê tekoþer kiriye. Hêrsa
gulên tolhildêr tevî xema biharê dibe. Ev hêrs ewê sersebebên bûyerên
Newroz ê, bihelîne û tune bike.
-
- Ev gotin ji bo kesên ku tevlî serûvena nobedarê
ronahiyê bûne ne, ji bo kesên ku bejna xwe bi rengên kesk û sor û
zer xemilandiye û tevlî cîhana nemiran bûne ne.
- Ev nivîs li ser fûriya hêrsa dilên ku bi agirê
Newrozê gûr bûne hatiye nivîsandin ji bo cangoriyên Newroza 2008 a.
- Ez vê nivîsê diyarî wan dikim û bejna xwe li
ber tekoþîna wan ya bi rûmet ditewînim.
Siyamed
Sîpan
siyamed@hotmai.com
|
|
|