|
|
- Dîroka
Newrozê
-
-
-
- Siyamed
Sîpan
-
-
-
-
- Dîroka
Newrozê rayên xwe heta dîroka Sumeran berdide. B. Z. 3000 salan li Baþûrê
Mezepotamya Sumeriyan Þaristaniya herî mezin û girîng ava kiriye.
Sumeriyan ji nûbûn û adaniya xwezayê ango bereketa xwezayê bawer
dikir. Xwedaya Adanî ya wê demê Inanna bû û ji bo rûmeta Inannayê
her sal di 21 ê Adarê, di festîvaleke olî de ku navê „Akîtîl“
(=jinûvezayîna jiyanê) lê dikirin, dihat lidarxistin û bi wî awayî
festîval dihat pîrozkirin.
-
- Piþt
re Akadî, Hîtîtî, Misrî û gelek gel û þaristaniyên din jî, di
21 ê Adarê de þahiyên bi heman rengî li dar xistine. Bi kurtayî 21
ê Adarê di heman demê de di dîroka þaristaniyan de jî xwedî cîhekî
taybet bûye.
-
- Galatî
û Frîgiyan jî ev cejin ji bo xwedawenda mezin Kîbela li dar
dixistin. Ji bo rûmeta xwedawenda navdar Kîbela, ku mîna xwedawenda
rojê, adanî û di nava gelek gelan de mîna xwedawenda çiyayan jî
dihat bilêvkirin.
-
- Lêbelê
herî zêde Newroz di dema Medan de gihiþtiye asteke bilind, asteke ku
êdî mirov dikare bêje bûye cejnek neteweyî. Bi baweriya ku Newroz
adanî, zêdayî û zîndîbûyînê bi xwe re tîne, dihat pîrozkirin.
Û herwisa di dema Medan de karaktereke neteweyî jî bi dest dixe û
wateya xwe mezintir dike.
-
- Mediyên
ku bav û kalên Kurda ne, bawer dikirin ku Newroz roja nû ye û ev
roja nû jî bi berxwedan û tekoþînê dest pê dike û wateya
serhildan û azadiyê ye. Ev Roja nû bi pêxistina agirê Kawayê
Hesinkar hê gurtir û xûrtir dibe.
-
- Ji
ber ku li Komara Tirkî gelê Kurd bi salan di bin zext û komkujiyan de
jiyaye, (xwe derbas kiriye.) (Ev her sê peyvên dawiyê nayên fêmkirin.)
Wê demê Kurdan nikariya Newrozê li gora rûmeta wê pîroz
bikin.
-
- Di
salên 1970 de Kurdan bi pêxistina agir li serê çiyayan û bi girtina
dîlanê li derdora agir, ev cejin pîroz dikirin. Ji ber zext û
zordariya dewleta Tirk, Cejna Newrozê li gundan, bi awayekî dizî û
bi komên piçûk dihat pîrozkirin. Bi awayekî jihevbelavbûyî û tenê
herêmî dihate pîrozkirin. Ji ber zextên zêde, li bajaran jî derfetên
pîrozkirinê tine bûn.
-
- Newroz
êdî ji salên 1980 pêve di nava Kurdan de roleke mezin dilîze, digihîje
asta netewbûnê û di rojeva Kurdan de cîhê xwe asê dike. Di vir de
têkoþîna Azadiya Gelê Kurd, ku di bin rêbertiya PKK de hat destpêkirin,
roleke mezin lîstiye.
-
- Weke
bersivdayina van zextan, bi taybetî zextên di girtîgehan de û
xurtkirina serhildanê di sala 1982 yan de yek ji avakerê Partiya
Karkerên Kurdistanê (PKK) Mazlum Dogan di 21 ê Adarê de bi 3 darikên
kibrîtê bedena xwe dide ber agir û cejna Newrozê silav dike. Ev
silavdayîn li nava Kurdan tevan mîna bablîsokekê belav dibe û agirê
Newrozê mîna okyanûsekê xwe bera nava hestên netewîtiyê dide.
-
- Li
hemberî zext û zoriyan, Newroz, herdem mîna raperînekê di dîrokê
de hatiye dîtin û pîrozkirin. Bi vî awayî li her deverê ev ruhê
serhildanê belav dibe. Li hemberê van polîtîkayên dewleta Tirk yên
tinekirin, inkarkirin û çewisandinê, Kurdan Newroz mîna raperînekê
dîtiye û pîroz kirine. Kurdan di Newrozê de hêviya xwe ya jiyaneke
azad veþartiye û hêviya jiyaneke birûmet dîtine.
-
- Newroz,
ji salên 1990 pêve êdî li hemeberî her zextê dîsa jî bi tevlîbûneke
ku herdem zêdetir dibû, dihat pîrozkirin. Newroza Amedê ku asta tevlîbûnê
digihîje 2 milyon kesî, mînaka herî baþ ya vê raperînê ye.
-
- Herî
dawiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2005 an de bi sîstema
Konfederalîzma Demokratîk di dîroka Kurdan de rûpeleke nû vekir û
êdî Newroz bûye Helbesta Azadiyê.
-
- Li
ser vî bingehê ruhê Newrozê û ji bo xurtkirina pêngava „Êdî
Bes e“ ez Newroza we ya 2008 an,
- Bi
germahiya agirê dilê Kawayê Hesinkar,
- Bi
wateya 3 kibrîtên Mazlum Dogan,
- Bi
diyariya Konfederalîzma Demokratîk ji aliyê Rêberê Gelê Kurd
Abdullah Öcalan ve,
- Bi
hêrsa bi milyonan gelê Kurd, pîroz dikim.
-
-
- Siyamed
Sîpan
-
-
|
|
|