Divêt em Þano bidin hezkirin
 
 
 
Hevpeyvîn: Siyamed Sîpan Uðurlu, siyamed@hotmail.com
  
 
 
 
 
Siyamed Sîpan: Di serîde em dixwazin we hinekî ji nêzve nas bikin. Gelo hûn dikarin hinekî bahsa xwe bikin? Selamo kiye?
 
Selamo: Ez vê pirsê hercar bi kurtî dibersivînim dibêjim Selamo layê Eyþê ye. Lê ev pirs bûye klasik û herdem tê pirsîn nizanin çima lê wusa.
Ez ji malbatek xizan têm, ji Nisêbînê me, di salên 1990 de li Metropolê (Îzmir) min dest bi xebatên þanogeriyê (mirov bêje sketç baþtire) kir û ez heta niha didomînim. Ji sala 1993 de li Elmanya dijîm û hîna jî xizanim tiþtekî min nîne ji bilî xebatên min. Ez û ew, em bi hevre dijîn, em ji hev hezdikin.
 
 
Siyamed Sîpan: Hunera ku tu niha dike, hun dikarin hinekî bahsa vî þaxê hunerê bikin û dîroka wê bikin?

 
Selamo: Ez naxawzim têkevim nav dîroka þanoyê, wê dirêj bike lê weke her tiþtî di cihanê de þano jî xwe nû dike. Dibe di nav kurda de, sedem çiye nizanim, lê ev beþa hunerê ku gelek girînge mixabin bi pêþ neketiye þano li Yewnan (yunanistan) destpêkiriye. Wê demê gel didan hev û þano di xizmeta olê de bi kar tanîn û bandorek gelek mezin li ser gel çêdikir, bi demê re ev hat guhertin, ji xizmeta olê derket berovajî wê êdî ji civakê re xizmet kir û bi awayekî tiþtên tarî ronî kir û rê niþanî civakê da. Ev beþa ku em bahsa wê dikin mirov dikare bêje moderne. Bêtir vekirî rexne dike û taybetiya wê ku hem rexne dike û hem dikenîne. Ewrûpî jêre dibêjin stand-up komedî. Kurdan hîna jêre navek nedîtine. Navê wê bi kurdî çiye ez jî nizanim bera zimanzan navekî jê re bibinin.
 
Siyamed Sîpan: Wek ku tu zane di nava civaka kurd ev þaxê hunerê gelekî pêþde neketiye, ev jî sedemê kêm hezkirina kurda ji bo þano yê ye. Hun vêya çawa dinirxînin?
 
Selamo: Ez bawer nakim ku kurd ji þanoyê heznakin, ev ne raste. Þanoya kurda zêde pêþde neketiye, ev raste. Ger tu baþ çêke û derkeve pêþberi gel, tu tiþtekî bidê wan, wê hez bike. Em hemû gazina dikin, nivskar jî wisa ne, herkes dibêje kurd pirtûka min naxwinin. Ger tu xweþ binivîsîne, wê bixwîne lê ne ji bo te , ji bo ku xweþe wê bixwînin. Þano jî wusa ye, em her gazinca ji gel dikin ne raste ez çûm amedê û min dît. Temaþevan Zana ye, dizane çi dixwaze, her tiþtên nayê ecibandin li wir min baþtir famkir kû ev tiþtê ku em çê dikin ne bese, pewiste bi zanistî li ser þanoyê em bixebitin û tiþtên baþ çêkin an na gel temaþe nake û mafdare jî.
 
 
Siyamed Sîpan: Di Roj TV de hun bi Berzan Þasiwar re di „TV ya Hindik lê Rindik“ de bi salan þano û stand-upan çêdikin. Gelo hun dikarin bahsa dîroka vê xebatê bikin?

 
Selamo: Bi hevalê barzan re ev demek dirê je ez dixebitim. Bernama „Televîzîyona hindik lê rindik“ bernama Berzan e. Wî çêkir ye weke zaroka wî ye di „Televîzîyona hindik lê rindik“ de gelek kes bi Berzan re xebitîn lê herî dirêj ez pêre xebitîme û hina berdewam dikim. Ez kêfxweþim, jê hez dikim. Dizanim hindike lê çiqas rindike temaþevan dizanin ez nikarim bêjim rindike.
 
Siyamed Sîpan: Piþtî ku we biryar da ku tiþtekî wusa çêbikin, we û Berzan ev bernamê amade kir, hun dikarin hinekî bahsa astengî an jî zahmetiyan bikin?
 
Selamo: Barzan ji xwe berê destpê kiribû dûvre ji min re ji bo xebatê got û min jî qebûl kir û ez jî pê re xebitîm. Niha ez bahsa astengî û zahmetiyan bikim wê bibe gilî û gazinc zahmetî nînin ji ber kû ez ji vî karî hez dikim zahmetî dengê Berzane, dengê xwe naguherîne. Gel carnan ji min re dibêje ji Berzan re bêje bila dengê xwe biguherîne. Ez jê re dibêjim, gava em destpê dikin ew jî ji min re dibêje bêîman dengê te pir bilinde, ez dibinde dimînim. Ez jî dibêjim di binde nemîne, ma ez çi bikim? Yanî dengê me carna ji hev direve wekîdin xebata bi Berzan re xweþe bi rastî.
 
 
Siyamed Sîpan: Berî wê jî di Bernama Seyidxan ya bi navê Birca Belek de jî we gelek lîstik pêþkirin li gel Kerîmo. Hun dikarin hinekî bahsa xebata weyî wê demê bikin?
 
Selamo: Birca Belek xebata min ya destpêkê bû. Di bernamê de wê demê ez û kerimo bi hevre bûn. Bername zindî bû, zahmetir bû ji „Televîzîyona hindik lê rindik“. Bawerim sal û nivê dewam kir. Zû xelas bû lê baþ xelas bû, ez wisa difikirim, ji berku j bo min destpêkek baþ bû 
 
Siyamed Sîpan: Gelo li gora fikra we çima wusa civaka kurd ji bo þanoyê re girtiye? Sedem çiye ku bi dehan stanbêj derdikeve lê þanoger û standupçî kêmin?
 
Selamo: Min berî niha jî got pirsgirêk ne civake. Civak zêde vekiriye, em girtîne, em dernakevin nav civakê. Salê çend þano li ser dikêne gelo, çend tûrne çê dibin?? Yek pirsgirêk þanoya me ya niviskî pir lewaze. Nivîskarê þano kêmin, sedema din ji bo þano organîze nayên çêkirin ji ber kû pere di þanode nînin. Ger tu bi fikrekî ticarî nêzîkî þano bibe tu nikare organîzê jî bike, tê konserekê çêke wê deh hezar insan bên lê þano bera 400 kes bê, lê gerek mirov girîngiya wê nîqaþ bike, ji ber vê yekê ez timî rexne dikim lê kes guhdar nake. Çima niviskarê kurdan vê yekê niqaþ nakin? Kijan quncik nivîs, di quncika xwe de bahsa þano yê dike? Kîjan nivîskar leystokek þanoyê dinivîse? Ma ev karê min e?. Þanoger yanî lîstikvanê þano gelekin, min dîtin li amedê bi dehan hene û hezdikin, lê wê çi bilîzin? Herkes nikare hemû tiþtî bike, hinek dinivîsin hinek dilîzin hinek Derhênerin. Li cîhanê wisa ye tenê li cem kurda ne wisa ye gerek, tu hemû tiþtê xwe bi xwe bike wisa nabe. Ger nivîskar nîqaþ bikin li ser binivîsin ka þanoya kurda heye an tune ye? Hebe di kîjan astê de ye? Dibêjin civak ji þanoyê heznake, çawa heznake? Gerek tu bidî hezkirin.
Siyamed Sîpan: Dema mirov li þano ya kurd dinere û li þanoyên cîhanê dinere, cûdahiyên di navbera wan de çine gelo, an jî asta ku þano ya kurd niha gihîþtiye çiye?
 
 
Selamo: Mirov nikare bi ya cîhanê re miqayese bike ango bîne ber hev lê belê tevgerek heye li welat, gelek ciwan hene ku hewl didin tiþtên baþ çêkin, lê mixabin ne bese. Ji bo vê beþa hunerê seferberlîk pewîste. Di serî de gerek bê nîqaþ kirin ger hate nîqaþ kirin wê derkeve holê di kîjan astê de ye wê gavê mirov dikare nexweþiya bibîne û îjar li ser dermanê wê nîqaþ bike.
 
 
Siyamed Sîpan: Hun dikarin hinekî bahsa projeyên xwe yî pêþerojê bikin? Ji bo pêþerojê hun çi difikirin ku pêk bîne?
 
Selamo: Ji bo pêþerojê xebatên min hene lê niha naxwazim bêjim car carna tu dibêjî lê dema bi derengî dikeve dibe derew J. Lê dixazim di warê sînemade xwe pêþde bixînim li ser tiþtekî wisa dixebitim ger derfet û mecal çêbibin sînema armanca min e.
 
 
Siyamed Sîpan: Li gora ku em zanin hun jî li xeribiyê dijîn. Hun dikarin hinekî bahsa jiyana xwe yi xeribîyê bikin û zahmetiyê wê û bandora wê ya li ser jiyana we yî þanogeriyê??
 
Selamo: Tiþtê heri xirab ku ez ji welat dûrim, ji civaka xwe dûrim, û tiþtê herî baþ ez hîna bi tiþtên civakê re dijîm yani ez li xerîbiyê me lê min zaroktiya xwe, civaka xwe ji bîr nekiriye. Û heger ez niha dikarim qerfa heneka bikim ev hina yên ku min di zaroktiya xwe de dîtiye û ji bîr nekiri ye. Qerfên civakî cavkaniya minin û li ser wan dijîm. Spas ji bo wê civakê ku dikarim piþtî 15 sala li ser qerfên wê bijîm ev dide xûyakirin ku ciqas çandekî xurte. Lê em nizanin nûjen bikin, modern bikin û carek din lê vegerînin, kêmasî di vira deye.
 
 
Siyamed Sîpan: Ez gelek spas dikin, ku we ev derfetê axaftin û nîqaþkirinê da me. Em gelek kêfxweþ bûn û di xebatên we yî pêþerojê de serkeftinên mezintir dixwazin.
 
Selamo: Ez spas dikm, di xebatên we de serkeftinê dixwazim. Silav û rêz ji bo gelê meyî Kurdîstanê.
 
 
Amadekar: Siyamed Sîpan Uðurlu
 
 
 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org