|
Evîna Te Neba!?
Siyamed Sîpan Uðurlu
Evîna te neba Minê rengên payizîn di çavên Hesretiyê de çawa bidîta?! Minê çawa bizanîba ku hemû kêlî Di
awirekî de ditevize?! Û
jiyanek di kêliyekê de dibihûre?! Minê
ji kur zanîba ku di navbera Erd û ezman de bes bêhnek Keziyên
porê te heye Ew
porê ku niha Li
ber sûra bayê biyanîbûnê ketiye?! Ku
tu neba Minê
çawa ew heskirina zarokekî Ku
dema serê xwe datîne ser sînga dayika xwe, biloranda?! Minê
ji kur bizanîba ku ew awirên Di
paþiya perdeya dilê wî zarokî de veþartiye Jiyan
bi xwe ye?! Ku
Evîna te neba Minê
çawa sînga xwe li ezmanên bê rehm bixista Û
ezê çawa bi Qulingên Welatê
Agir re berbi rojê re bifiriyam?! Evîna
te tineba Ezê
çawa li ber bayê kur bi pelên daran re Têketa
dîlana heskirinê Û
minê çawa serê govendê bikþanda?! Ku
evîna te neba Minê
çawa barê vê jiyana Ku
xwe li bejna min kiriye qeyd û bend rakira Û
minê çawa ev qeyd û bend bikira gul û rihan Û
li bejna biharê bigeranda?! Ezê
çawa bi zarokan re bibama mezin Û
bi mezinan re bibama zarok?! Evîna
te ye Ku
hiþt ez dilê xwe bikim okyanûs Û
ez heskirina tekoþîna gelekî bera nav dim. Heskirina
te ye Ku
dihêle ez hemû demsalan di awirên te Û hemû deman di kenê te de bijîm. Hebûna te ye Ku dihêle ez bêjim: Ez çiyayan di himbêza evîna xwe
de mezin dikim Tu ye Ku dihêle ev rûh bibe Derwêþê Rêyên bê sînor Û bibe dengbêjê evînên serhiþk. Ku
tu neba Dilê
minê çawa biba unîversûm Û
bi dehan cîhan di dergûþa xwe de Kamil
bikira û þîretên evînan bikira. Minê
çawa hemû qedexekirin Di
gotinên xwe de azad bikirima. Ku
evîna te neba Minê
çawa bikarîba rûhê xwe li Ber
barana payîzê biþûþta Û
li hêviya biharê bihiþta?! Minê
çawa bizanîba ku mirin Destpêka
Jiyanek Nû ye. Ev
helbest ji bo çavên payizîne... Siyamed
Sîpan
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org