|
Ji xwe dûrim! Siyamed Sîpan Uðurlu
Di
bêzarbûyîna biyanîbûna xwe de „Ji xwe dûrim“. Ji
xwe dûrim ji ber ku gundê minî ku listîkên zaroktiya min hîna lê nivco mayî û biyanîbûna kenên zarokan dikþîne ji min dûre. ji ber ku ji newalên xewnên minî ku di paxla xwe de bîranînên li bende xwediyê xweye, veþartiye ji min dûre. ji ber ku qutiya evînên ciwaniya min di bin kevirên bajarê minî xeyidî de li hêviya derketina evîna rojê ye. ji ber ku hemû hebûna min, hemû xewnên min, hemû hêviyên min, hemû baweriyên min, hemû sedema kêfxweþiya min ji min dûre. ji ber ku roja ku di nava çar dîwaran her roj ji bo zarokên agir û rojê tirêjên xwe bera ser rûkeniya bedewiya welatê min ji min dûre. ji ber ku elatê minî ku xemla bûkaniyê li xwe kiriye ji min dûre. Hezar nivîs hezar gotar hezar helbest li ser hesretiya welatê agir û rojê hatiye nivîsandin. Lewra bira ev nivîsa min bive morîkek ji kirasê bedewiya welatê agir û rojê, ku bera ser dilê hemû hesretiyên me bide. Ku mirov ne aþiqê axê be nikare ji tu kesî jî hez bike, mirov ne evîndarê xwezayê be, ewê nikaribe baweriya xwe bi tu kesî bîne, mirov ne hezkiriyê rojê be nikare dilê xwe ji dewlemendiya re veke, mirov heta nebe biyanîbûnê welat ewê nikaribe neqþa hesretiya welat ku di nava dil de kolaye bi rondikan av bide, mirov ewê nikaribe xwe di xwe de bivîne. Hevalno Biyanîbûn, Xerîbî ne bi qasî mirov xeyal dike, hesane, ne bi qasî mirov hêvî dike xweþe, ne bi qasî mirov wêneyê wê di mejiyê xwe de bi rengên xweþiyê çêdike, xweþe, ne bi qasî ku bayê gotinên ser tenûra qal dikin wusa ye. Biyanîbûn hevalno Her roj kirasekî reþ ku ji xemginiyê ve hatiye dûritin û mirov li xwe dike, ewe ku mirov herdem rûyekê xerîb di bêjna neynikê de dibîne, wusa ye ku mirov herdem di rûh ji nava axê þiyar dibe, wusa ye ku mirov ne ewe, ku mirov ji xwe dûre. è Hevalno. Ez ji xwe dûrim. Hun ji xwe dûrnekevin. Siyamed
Sîpan Uðurlu
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org