|
|
- Kîjan mirov?
-
-
-
- Siyamed
Sîpan
-
-
-
- Dibe ku jiyan ji ber xwe fedî bike û têkeve
xefka bêbextiyek þermek mezin, ji bo kiryarên mirovan, ji tevgerên
mirovan. Xemla jiyanê ji aliyê mirova ve hatiye xirab kirin. Di dawiyê
de dîsa hemû xirabî ji mirov der ketiye. Dema mirov dest bi
fikirandinê kiriye, wê demê xirabî û fikrên xirab jî derketiye
holê. Di bin hemû xirabiyan de mirov heye. Lê tu kes ji me naxwaze vê
rastiya tazî yî li hemberî me bivîne û fahm bike.
-
- Herdem em li kesên din digerin ku hemû tiþtî
bavêje ser wan. Em herdem li bersivan digerin, lê bersiv hemû em bi
xwe ne. Bersiva hemû pirsan mirov bi xwe ye. Lê em herdem dixwaze xwe
ji rastiyan bifilitîne.
-
- Jiyana herî hesan ewe ku tu hemû pirsan bê
bersiv bihêle û xwe ji bin hemû barên bersivan derxîne.
- Nêvî yê herî pir ji me vê vebijarkê hildibijêre,
û dema ev jî nebû mirov dikare bike para xwedê yajî bike para qederê
û wisa xwe li kerrî dîne.
-
- Em ne xatirê axê zanin, ne wateya demê, ne ya
xwezayê, yên mirovan û ne ya çand û zimanê xwe. Bê yî ku em
xatirê tiþtekî zanin, bê yî þerm û fedî teww em li dû qûna tiþtên
mezintir digerin.
-
- Em kêm tiþtan dikin, lê gelek tiþtan
dixwazin…
- Kirasê tazîbûna rastiya mirovan wisa ye, ku ez
bi xemgîniyek mezin bi lêv dikim.
-
- Lê êdî dibê em li xwe vegerin û pirsan ji xwe
bike û hewl bide ku bersivan bivîne. Dibê em xwe bavêje çemên
rastiyan û berbi bersivan avjenî bikin. Dibê em xwe li ber bayê
rastiyan bixin û hestên xwe li ber tirêjên tava fikrên bê sînor
raxînin.
- Çend mînakên ku þermên mirov, bi taybetî yên
Kurdan li ber çavan rêz dikin:
- ·
Kurdê ku kurdî nizane û hewl nade ku fêr bive, nikare
bêje ez li jiyanê me û jiyanê jiyan dikim. Þerm û eybek gelekî
mezine. Ji ber ku ev çi kurde ku kurdî nizane?!!
- ·
Kurdê ji çanda xwe bêbir be, þermek mezine û dibê ji
xwe bipirse bê çawa kurde?!
- ·
Kurdê ku nikare bi kurdekî din re yekîtiyê çê bike,
çi kurde?!
-
- Hêvîdarim ku kes ji ber van tiþtên jimartî nayîne
cîh, ji ber xwe fedî neke!!
-
-
- Siyamed
Sîpan
- siyamed@hotmail.com
-
-
|
|
|