|
|
Nobedarên
Azadiyê
Siyamed
Sîpan
- Ji destpêka dîroka mirovahiyê heta roja îro
herdem mirovên serhiþkê jiyanek azad derketinin, herdem tolhildêrê
pêlek bayê bi rûmet derketinin. Van kesan parastina rûmeta mirovan
û civakê ji xwere kiriye kar û bar.
-
- Mîna gelek mirovan çavê xwe ji ber rojê ne
giritinin,
- wan dilên xwe ji tîrêjên rojê re vekirinin,
- xwe wek mertalên parastina hebûna mirovatiyê dîtinin
herdem.
-
- Van kesan berê xwe danin çiyayên ku di dilê xwe
de agir û roj neqiþandiye,
- berê xwe danin warê pîrozahiya rojê.
- Sînga xwe kirinin mertalên ku hêviyên bi
milyonan di xwe de vediþêre,
- xwe kirinin þûrên ku azadiyê diparêze. Û her
kesek ji me jî zane, bê nobedariya azadiyê çiqas bê hempa ye.
-
- Ev gotinên min ji kesên ku ji nava hemû
xemsariya civakê derketinin,
- ji nava qirêjiya ku mirov bi destê xwe ava dike
derketine
- li hemberî zextan serê xwe bera ber xwe nedanin,
- û berê xwe danin çiyayên ku Binevþ bê xem û
Berfîn bê tirs mezin dibin.
-
- Berê xwe danin çiyayên ku li ser germahiya dilê
xwe lat û zinaran radike govendê.
- Berê xwe danin warên ku hest xwe li ber germahiya
rojê diþo û dil xwe bi hêrsa azadiya dadigre.
-
- Ev risteyên ku ji dilê min mîna Zap û Avaþîn
diherikin, ji bo hêja miovan rene, ku li serê çiyan ji bo rûmet û
azadiya gelekî þer bi bê wicdaniya dîrokê re dikin.
-
- Carînan bi navê Hêzên Parastina Gel tê bilêvkirin,
carînan dibin Hêzên Taybet ji bo azadiya gelê xwe, carna jî dibin
Star û Stêrk û doþekên xwe li ezmanên welatê agir û rojê datînin
û carînan jî xwe li perçeyên Kurdistanê belav dikin û dibin Hêzên
Rojhilat û mîna rojê ji welatê agir û rojê re hiltên.
-
- Nobedarên Azadiyê dizanin ku dema tu dilê xwe ji
agir re veke, ewê agir te neþewitîne, ewê te xurt bike,
- dizanin û dikarin Avaþîn û Zap di dilê xwe de
derbas bikin û berbi okyanûsan ve biþîne.
-
- Û dûvre gulleyên ku ji çekên wan derdikevin
berbi rojên azad ve difiririn û diçin. Ev gulle ewê bibe tîr û rimên
ku ewê azadiya gelekî bîne.
-
- Ev çend gotin ji hêja mirovên Gerîlla re ne. Bi
hêviya hevdîtinek di pîrozahiya rojê de.
-
-
-
- Siyamed
Sîpan
- siyamed@hotmail.com
-
-
-
-
-
|
|
|