|
Siyamed Sîpan Ugurlu
Her civak rengê xwe bi dewlemendîya
çand û zimanê xwe yî ku bi çerxa dîrokê xwe pêþde xistiye û li ber
bayê dîrokê ketiye, nîþanî hebûnên li ser rûyê cîhanê dide.
Ziman mirov dikare wek „Amûrê“ xwe lêvkirina civak û gelan bi nav
bike. Ziman þaxê herî mezin yê çandê ye, ku rehên xwe bera dilê hemû
mirovan dide û dibe perçeyek ji jîyana civakekê, perçeyek ji jîyana
gelekî. Li gor vê di dîroka her gelan de zimanzanan li ser zimanê her
welatekî û gelekî lêkolîn pêk aniye û pêk tîne, lê bi rûsarî dibêjim,
ku zêde zimanzanên ku lêkolînek baþebaþ li ser zimanê Kurdî li dar
nexistiye tuneye. Ji bo vê zimanê kurdî, zimanê çivîkan, zimanê zêrîn
pêþketinên ber çav bi dest nexistiye. Niha bi hezaran gotinên ji zimanê
kurdî, gotar û stranên kurdan di devên biyanîyan de govenda bêzarîyê dikþînin.
Nivîskarê navdar Michaelville dibêje: Ku tu bixwaze gelekî û civakekê
bixe bin kontrola xwe, bêdeng û asîmle bike, dibê tu dest bavêje çanda
wî, bi taybetî zimanê wî. Wusa xuya ye
ku dagirkerên çavbirçîyê axa zêrîn axa welatê agir û rojê, þîreta
Michaelville ne tenê wek guhar, mîna ristika bi kar anîye. Ji ber ku niha
ji destê wan were, wek mînak mirov dikare
dewlata tirk bi lêv bike, ewê mûçe (maaþ) bide Kurdan ji bo bi kurdî
neaxivin. Li beranberî rewþek mijara gotinê ecêbmayî û matmayîbûn ne
di destê mirovan de ye. Bê þerm û bê fedî jî dibêjin,
li welatê me demokrasî û pirçandî di asta prensîbên herî bilind de
ye. Bilindbûna bahs dikin jî, di bin pêlavên leþkerî yî xwînî
û pêçkê tanqên wan de ye. Bilindibûna
bahs dikin di devê çekê û li sînorê tinekirinê de ye. Ka werin em xwe bera nav newalên
dewlemendîya zimanê çivîkan, zimanê zêrîn, zimanê kurdî bidin. Em
biçin ser zinarên vê newalê û bi hesretiyek mezin li berrî û zozanên
bedewiya çand û zimanê Kurdan temaþe bike.
Em sînga xwe ji rist û gotarên helbestvan û nivîskarên mîna Baba Tahîrê
Ûryan, Ehmedê Xanî, Melayê Cizirî û Cigerxwîn re vekin û em hewl
bidin dîroka zingargartî ji xewa bi sedan salan hiþyar bibe û li
nihirandina wî dengê bêzar guhdarî bikin. Zimanê Kurdî dikeve nav malbata
zimanên Hind û Ewropî, di vê malbatê
de zimanên xwedî dîrok yên wek farsî û yûnanî jî cîhê xwe li kêleka
kurdî digrin. Ji avakirina nêrîna zimanên cîhanê
zimanê kurdî dikeve nav damezraka zimanên
tewangirî, ku tê wateya xwedî bingehek
saxlem û dewlemend. Ji ber ku
li Kurdistanê bi sedan salan Dewletek Netewî ya Kurdan saz ne bûye û
Kurd tenê di bin banê mîr û eþîretiyê de dikarî xwe û zimanê
xwe bi qelsî biparêze, di bin banê çandê de jî ziman û wêje zêde pêþde
neketiye. Yekem
mirovên li ser Zimanê Kurdî serê xwe êþandiye Mamosteyê mezin Þeref
Xan e, bi pirtûka xwe Þerefname û Mele Mehmûdê Bazîdî ye. Herwiha
gelek nivîskarên biyanî jî di nîvîs û pirtûkên xwe de bahsa
dewlemendiya ziman û zaravayên kurdî kiriye. Mamosteyê mezin Þeref Xan
ne tenê li ser zimanê kurdî herwiha li ser çanda Kurdan û erdnîgarîya
Kurdistanê de jî lêkolîn û nivîsên hêja nivîsandiye. Lewra agahiyên
heyî ji bilî agahîyên ji Þerefname bi sînor, gelek kêm û yên heyî
jî tijî nakokî ye. Çend
zarava ji zimanê kurdî yên herî zêde tên axaftin wusa ye: 1.
Kurmancî li Kurdistana Bakur û Kurdistana Baþûr-Rojava tê axaftin. 2. Soranî
an jî Bahdînî an jî Kelhûrî li Kurdistana Baþûr û Lûrî bi hindikî
li Kurdistana Rojhilat û Baþûr tê axaftin. 3. Zazakî
an jî Dimilkî an jî Kirmanckî û Þikakî li Kurdistana Bakur tê
axaftin. 4.
Hewramanî an jî Goranî an jî Hewramî li Kurdistana Rojhilat û bi
hindikî li Kurdistana Baþûr tê axaftin. Bi dehan
nav ji bo zaravayên kurdî hene, bi dehan þax-zimanên din jî hene. Ez
dikarim wek mînak bêjim ku em du gundê cîranê hev zimanê em diaxivîn
baþebaþ ser hevdu nedigirt û ne wek hevdû bû. Mînakek din di zimanên
biyanî de ji bo hebûnekê gotinek heye, lê belê di zimanê kurdî
de ji bo hebûnekê bi dehan gotin hene. Bi sed hezaran gotin û gotarên bi
zimanê kurdî hene, ev jî dewlemendî û
zenginîya zimanê kurdî nîþan dide, lewra ewê ne fiþal kirîbe û
nepixandî be ku ez bêjim zimanê kurdî zimanê
cîhanê yê herî dewlemend û xwedî dîroke. Lê belê elaqedarbûyîna Kurdan
li hemberî zimanê kurdî xemgîniyek mezin bi xwe re tîne bê gûman, ji
ber ku nivîs, gotar û pirtukên bi kurdî gelek kêmin, lewra dibê em yên
heyî baþ bi kar bîne. Li vir gotinek rêberê gelê Kurd û rêberê KCK
birêz Abdullah Öcalan tê bîra min ku dibêje: Kurdan di demên herî zor
û zahmet de jî li ber xwe daye, di demên þûr hatiye ser qirka wan jî
asîmlebûn qebûl nekiriye û li ber xwe daye, lê belê dema hinekî
dikeve nav dilfirehiyê Kurd xwe bi xwe li ber bayê asîmlebûnê dixe. Sazî û rêxistinên me yên wek mîna
Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) û
TZP-Kurdî ji bo parastin û lêkolînkirina zimanê
kurdî di nav liv û tevgerek mezin de ne û heta niha xebatên hêja jî pêk
aniye. Lê dibê gelê Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin, dibê gelê Kurd
wateya ziman bîne asta wateya Dayikê. Dibê kurd di bin dirûþma „Zimanê
me hebûn û nasnama me ye“ li zimanê xwe xwedî derkeve û nehêle zimanê
zêrîn, zimanê çivîkan bêzar bimîne. Lewra ez jî dibêjim: Bi Kurdî bifikire, bixwîne, binivîsîne
û biaxive Bi Kurdkî bifikiri, bixwîni, binivîsini
û biaxivi Siyamed Sîpan Ugurlu
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org