Piþtî
45 salan ji sozan :
Pirsgirêk
di çarçeva ewlekariyê de çareser nabe !
Tariq
Hemo, tariqhemo@hotmail.com,
Brûksil
Wek
komintarekê li ser þîrovekrina birêz
Hemîdê Hac Derwêþ a ku di bernameya RASTERAST de
( 27 ê Adarê di ROJ tv ê de )
axift, dixwazim çend têbînyan li vir derbibirim :
Ji
dema avakirina tevgera kurd li Sûriyê û ta niha komarên ku li ser
dewleta Sûrî derbas bûne, hewildane ku hebûna pirsek kurdî li welat piþtguh bikin,
an jî ( bi baþtirîn helwest ) têxin warekî ewlekarî de, nexasim piþtî
hatina Basiyan li ser desthilatdarya Sûrî û binpêkirina hemû þêweyên
raman û azadiya xwederbirînê.
Gelê kurd li
himberî kiryarên Basiyan û þêweyên þofînîzma kar û barên wan, rû
bi rû ma. li Kurdistana Sûrî ew rastî gelek cûreyên nijadpersetiyê
hat, û bicîhanîna çanda tirsê a ku Basiyên nijadperest û teror di
nava gelên Sûrî de belavkiribûn bêdeng û bê liv mabû:
Alternatîva berdewamiya prosesa bêdengiyê, qirkirin û komkujî bû
: Ev gotin û helwesta piranya
xelkên Sûrî bû ....
Lê
piþtî Raperîna Qamiþlo ya pîroz di 12 Adarê de, asoyên qonaxek nû
xuyabû, tevaya dinyayê dîmenên raperîna gelê kurd dît, piþtî bûyera
êrîþkirina terorîstên Basiyên Iraqê û sêwiyên Sedam( beþek ji
Erebên Dêr Alzorê ) li ser xelkên kurd yê bêsûc li bajarê kurdî
Qamiþlo.
Raperîna gel û
biserkeftina kurdan di þerê Medya de ( her çuqasî ku Medya Erebî, ya
Islamewî û Netewperst jî, wek her car, bi zilm û zordariyê re bû ) nîþana
qonaxek nû bû, kurdên binxetê
ew dîwarê tirsê rûxandin û bi xwîna þehîdên xwe xêza yekem di rûpela
berxwedana vî beþî de nivsandin ....
Bê
guman, mêweyên vê þoreþê, yên ku pêwîste di çarçeva bidestxistana
mafên gel de were dîtin. pêdeviya partiyên tevgera siyasî ye .
Li
vir, em carek din jî dubare dikin: Doza gelê kurd li Kurdistana Sûrî bi
rûniþtinên bi hêzên ewlekariyê re çareser nabe, ev 45 sal çareser
nebûye, û niha jî çareser nabe, gerek lihevkirinek li ser bingeh û
pirensîpên siyasî bête holê .
Rejîma Albas û
Beþar Al-asad ne amede ye, û ew amede nabe jî, wek çawa ku sozên
reforman û firehhizbitiyê têk bir, dê wisa jî hemû sozên xwe, yên ku
niha dide tevgera kurd jî têk bibe, ev rejîma diktator û totalîtarist,
reformçêkirin û xwepêþvebirin problêmatîkek bingehîn e li cem
wê, yanî ew ji ber sedemên sazmendî (stuktur)
nikare xwe pêþve bixe, dê hilbiweþe....
Loma rûniþtina li gel vê rejîmê û pêbawerkirina
bi gotinên berpirsên ewlekariya wê bi hêviya an jî
bi mebesta dîtina çareseriyeke dadmendane ji pirsa kurdî re, tenê
dem windakirine, û recaya tu encamê jê nayête kirin ..
Piþtê
qonaxa 12 ê Adarê, gerek tevger û berpirsiyarên wê li gorî bar û karê
vî gelê fidakar bin, piþtî ewqas Þehîd û xwînrijandin gerek xebata
siyasî û rêbaza meþa wê jî bête guhertin û ber bi pêþ ve, here....
Nayête
qebûlkirin, ku gel prosesa berxwedanê bi pêþve bibe û li dû xwe jî
tevgerek lawaz bihêle, ku hemû xebat û qurbaniyan beravêtî bike ! .
Rûniþtin
û goftûgo heger hat û pêk hat, gerek bi serokatya dewletê re be, û bi
þêweyekî eþkere û diyarkirî, gerek encamên hevdîtinan kêlî kêlî
ji gel re werin ragihandin, dergeh gerek li pêþiya lîstikên vê dewleta
diktator were girtin, rê jî li ber hevdîtinan bi berpirsyarên saziyên
ewlekarî ( muxaberat) gerek bête girtin, ev zêdeyî 45 sala ye vê riyê
tu mefa û encam nedaye gelê me, loma gerek asta xebat û têgihîþtina
rewþa navnetewî û hermî bête bilindkirin, heger ne wek em dixwazin be jî,
gerek ne kêmî xebat û armanc û xwestekên serhildana Kurdistana Rojava
be ....
Tevger,
pêwîste helwestek yekgirtî û watedar nîþan bide:
bilindkirina xebata siyasî bi hemû þêweyên xwe pêdiviyek sereke
ye. Gel hîn germ e, liv û xebat gerek e.
Rawestandina
hevdîtinên bi hêzên ewlekayê re û binerdkirina vê mintalîtêta
tirsonek, ewa ku dibêje
(yekî polîs dikare herêma Cezîrê xerab bike) pêwîst e.
Niha
demek nû ye, di çarçeva xebata siyasî û sivîl de û bi alîkariya hêzên
dîmokrat di Sûriyê û hêzên pêþverû û þarestanî di
cîhanê de. Emê asta xebata xwe bilind bikin û pirsa xwe ji qada
ewlekariya rejîmek diktator û mafxwar rabighînin beyavek berfirehtir:
Beyava navnetewî ...
Ew
armanca herî pîroz e ....