Beriln Berlin !

 

Dema rêvebir bi xwendina xwe gihîþt vê deverê,

Wî bi aciziyeke sivik û lawaz xwendi bû,

Bi girnijînekê ji bin tayê simbêlan, ji wî xortê li hemberî  xwe re goti bû:

 

            ” Na, na, ne pir xerab e!

            tu ji bîr dikî, ko  buhayê armancên Berlinê

            herdem heye!

Gotibû, gotibû:

            Tu hîn xort î,

            Piyawekî zîrek û nûgihayî »

 

Û ji ber ko ew xort bi rastî xortekî zîrek û cirxweþ bû,

Ji ber ko bi gelemperî jixwebawer ma bû

Û

Birêzlêgirtin lê dihate meyzekirin..

Di wê katjimêra govendê de,

xweragirtineke mat û bêmînak li nik hebû.

 

Jixwebawer bû,

bo pêþkêþiya dîmenekî ciwan,

di xeleka govendê de.

 

Di wê oda ew tê da,

Bernêta xwe bi dest xwe girti bû,

ji her qoziyekê, awirdanek dihavête banê odê, heta ko dihingivte wî banî.

 

Gotibû mirîdan:

                        << Xwedê vî bajarî biparêze…>>