|
|
- Par, Duhok sinor
bezandin
- Duhok îro pira rewþenbîriya
kurdî ye
- Duhok, festîvala
2
-
- Tengezarê
Marînî
-
-
-
- Duhok bajarê di
navbera çiyayan de, ko serê xwe neçemandî.
- Duhok bajarê
dilsoz û xemxurên peyva kurdî.
- Duhok û destdirêjkirina
evînê bo 3 parçeyên din yên dil.
- Duhok û dîsan
di qada vehûnana xewin û birina wan berbi rastiyê ve.
-
-
-
 |
Divêm li vir dîsan vê xalê bênim
bîra xwênerên hêja, ko dema kurdan di salên 1994 û 1995an dest
bi kuþtina xewna xwe, derfeta xwe ya dîrokî û kuþtina xwe
dikir, Duhokê di rêya êkîtiya nivîserên kurd-duhok re, qêrîna
Xanî : “ Ger dê hebûya me itîfaqek….”, bi hêsirên xwe
belavkir û li Silêmanî dikir Hawar û þiya 300 saliya Mem û Zîn,
li govenda peyvê bînin semayê. Ji hinga ve û Duhok, ji bo peyva
Kurdî sergovend e û destên xwe digihîne xwiþkên xwe Amed, Qamiþlo,
Mihabad û Ormiya û govendê gur û geþ dike. Govend, govenda
peyva xewinsaxbûyî ye.
Nola par, di miha êlûnê de, ku Duhok
bibû qêrîna ji bo peyv sinoran derbas bikin, ev sale jî, êkîtiya
nivîserên Kurd tayê Duhokê, bi piþtgiriya bêhempa ya
parêzgerê Duhokê, Rêzdar Temer Remezan, ku bi xwe
edebdost e û dezgehên ragehandinê yên bajarê Duhok, ku
pirrê wan endamê êkîtiyê ne, xwe û bajarê xwe bo peyva kurdî,
kirin pir û rewþenbîriya kurdî da ber tilîliyan. Bêguman ev
karê giranbiha li dar nediket, eger piþtgiriya dam û dezgehên
peywendîdar yê hukumeta herêma Kurdistan û li ser serê
wan serokê hukumeta herêma Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan
Barzanî, nebûya. Rêzdar serokê hukumeta herêma Kurdistanê,
di roja diwem ya festîvalê de, bêhtir ji 2 demjimêran ji dema
xwe bo axaftin û guhdarîkirinê terxankir. Wî bi peyva xwe dîmenkî
din da festîvalê. |
- Nêçîrvan Barzanî
-
- Mîna sala par ku cenabê
serokê herêma Kurdistanê rêzda Mesûd Barzanî di peyva xwe
ya giranbiha de diyar kiribû, ku serkeftinên Kurdistana azad bo hemi
kurdan in, Rêzdar Nêçîrvan serokê hukumeta herêma Kurdistanê
jî di peyva xwe de, li hember rewþenbîrên kurd û li pêþiya dezgehên
ragehandinê yê kurdî, erebî û cîhanî ragehandin û feromkir û
got: “ Hukumeta herêma Kurdistanê, bêy maytêkirina di siyaseta
dewletên cîran de, dê piþtevaniyê berdewam bo rewþenbîr û rewþenbîran
bike, li her cihekî kurdziman lê bin û li seranserî dunyayê”…“
Parêzgeha Duhokê wek ciyopolîtîk, wek þêweziman senterê Kurdistanê
ye û diþêt role pêk vegirêdana hemi parçeyên welatî û þêwazan
bigire, herweha diþêt role peywendiya herêma Kurdistanê bi hemi parçeyên
dî bigre û xizmeta netewa kurd bike”
-
- Yekîtiya Nivîserên
kurd-Duhok, bi hemî endamên xwe ve, belkî bi alîkariya dezgehên
ragehandinê û kurdên toredost û xemxurên peyva kurdî, leþgerên
nepenî yên vê festîvalê bûn.
-
- Dibe ku em pê
nizanibin, lê ez behwerim, ji ber hebûna dijminên peyva kurdî û
nehezên miletê kurd, dezgehên peywendîdar bo tenahiyê, mêvan û beþdarên
festîvalê wek çavên xwe parastin. Ji bo vê xalê tiþta ku balkêþ
ne mîna sîstema welatên dagîrker, kesekî çu demançe di kêleka
wan de nedidît, eve jî nîþana þaristaniyê ye.
| Þeva berahîka festîvalê desteya
karî, afîþ û transperentên xwe, bêdeng, bi çavên miþt
xwebehwerî û iþq berê xwe dabûne hola Mihemed Arifê Cizîrî,
bêhna Eyþana Elî ji kenê wan difûriya. Di spêda 8.11.06,
li demjimêr 10.00 spêdê, mêvan nebûn, hemî xwediyê malê
bûn, di ber wan pêþmergeyan re derbas dibûn û destên xwe bilind
dikirin û evîn û ken di dema kontrolê de, bi hev diguhestin. Li
saet 10.00 yê spêdê, bi dêmekî xweþ û dengekî peyvhez
helbestvanê me hêja Beþîr Mizûrî, di gel nivîskar Selam
Balayî berbi textê þanoyê ve çûn û zingilê festîvalê lêdan,
Eyreqîb mêvanê yekem yê dil û wijdanê beþdarê festîvala
2mîn bû.
Rêzdar Hesen Silêvanî, di gel
westaneke yekcar zor, lê lênxuyayî, bi beþereke xweþ derket û
peyva vekirina festîvalê, peyva bi xêrhatinê, peyva êkîtiya nivîserên
kurd-duhok xwend, bi xêrhatina hemî mêvan û beþdaran, yên ji cihên
cuda cuda, ji kurdistana azad, sê parçeyên kurdistanê yên din û
yên ji diaspora hatibûn, kir. Nivîskar Hesen Silêvanî, anî
bîra beþdaran, ku par Duhok, cihê peyva sinor bezandî bû û ev
roka dibe, pira rewþenbîriya kurdî, dibe mozelana peyva kurdî,
dibe xaneya hizir û bîr û zimanê kurdî, ku em hemi li dor
civiyane. |
 |
- Hesen Silêvanî
 |
- Rêzdar
Temer Remezan, parêzgerê Duhokê, piþtevanê berdewam yê
peyva kurdî û toredost, ku di bin çavdêriya wî de, ev herdû
festîvalên rewþenbîrî li dar dikevin, mîna herdem bi wî
giyanê xwe yê sivik, bi ruhê pêþmergekî di þer û aþtiyê
de, bi xêrhatina mêvan û beþdaran kir, hêviya serkeftinê
û encamwergirtineke baþ ji beþdaran re xwest, herwekî amadebûna
xwe careke din diyarkir, ku ew piþtgirê evan core festîvalan
be, bo belavkirina rewþenbîriyê di nav miletê kurd de.
-
- Çavdêrê festîvalê
parêzgerê Duhokê rêzdar Temer Remezan, lidarxistina
evan core festîvalan wek samanekî netewî li qelem da û
diyarkir, ku Duhok mala me hemiyan e.
|
-
- Rêzdar Temer
-
- Peyva nûnerê wezîrê
rewþenbîriya herêma Kurdistanê rêzdar Felekedîn Kaka`î, ji
hêla rêzdar Þemal Hiwêzî, rêvebirê giþtî yê rewþenbîriya
kurdistanê hate xwendin. Di dûv re, birûskên pîrozbahiyê hatin
xwendin û sazî û dezgehên mêvan jî axaftinên xwe kirin.
-
- Yêkîtiya nivîskarên
Kurdistanê li Siwêd, PENa kurd, di rêka nûnerê wê yê li Kurdistanê
Ebdulrehman Neqþebendî, Instîtûta kurdî ya Berlînê ji hêla
rêzdar Rojan Hazim ve, her wekî peyva Bîroya Kurdistanê li
Brokselê, ji hêla nivîskarê kurd Wezîrê Eþo, ko rewneqek
da festîvalê, û li ser rewþa zimanê kurdî, astengiyên li hember pêþkeftina
zaraveyê Kurmancî û þêweyê pêþdexistina zimanî kir. Ji Azirbêjanê,
nivîskar û sernivîserê rojnameya Dîplomat, rêzdar Tahirê
Silêman, xem û kulê kurdên Azerbêjanê bi ser beþdarên festîvalê
de barandin.
-
- Baþ bû di pey re bi
navê yêkîtiya rewþenbîrên rojava helbestvanê Kurd Ehemdê
Huseynî hat û atmosfêr guherand û rewþ hinekî berbi azmanan de
bir û azmanê Duhokê veçirand, peyva xwe wek xwe got, ne wek çu kesî,
mîna helbestekê xwend, bi dengê xwe yê qebe, henek û helbest anîn
teniþta hev, dilê beþdaran rakire semayê.
-
- Êkîtiya nivîserên
Duhokê mizgîniyeke dilxweþker da beþdaran û berê me da avahiya nû
ya saziya nivîskaran, ku êdî salên bên, dê ew dever bibe cihê gêrana
festîval, kor û þevbuhêrkên rewþenbîrî, ne tenê bo kurdan, belkî
bo pêkhatên civaka Duhokê bi hemî netewe û ayîn û olên xwe ve.
Dema em derbasî hundurê avahiya nû bûn, ya ku parêzgerê Duhokê bi
hemî þiyana xwe piþtgirî lêkirî, peyva Prof.Phil.Dr. Hartmut
Griese, dema em di 10.08.06an de, ji Duhokê berbi Hewlêrê
ve diçûn û gotî: “ Kurdistan qedir û marîfeta nivîskaran û
rewþenbîran bêhtir ji Elmaniya digire û pêkve jiyana xelkên
Kurdistanê û bi taybetî Duhokê, dikare bibe Model ji bo pêkvejiyanê,
ji Europa re” hate bîra min.
-
- Ji cihê dengê tembûra
zîz, cihê vehesîna giyan, ji hola Mihemed arifî, me berê xwe
da hola tesewifê, hola zanînê, hola Xanî, daku ji nûbuharên
nû çekên zanînê berbi wijdanê van salên winda de bibin.
-
- Nîvrojeke miþt hêvî,
miþt xweþî û miþt hevnasîn bidawî nehat û dê belkî bo gelekan
ji me re ta roja dawî ji temenê me mabe, bi me re bimîne.
- Nîvroja êþ û kul û
keserên kurmancîaxêvan destpêkir, bi hawarek hiþmendane, bi gavên
zanistî û bi hiþekî vekirî û pirsên ku ji bîra me hatibûn
revandin, nîvroja me destpêkir. Li ser semposiyomê, serokê encumana
Parêzgehê rêzdar Dr. Fazil Omer cihê xwe girt, lê ne mîna
cihê xwe yê fermî, belê mîna zimanzanekî û rêvebirekî panala
yekê ji semposiyoma yekê û yek bi yek nivîserên me vexwendin, li
ser mêzgerê. Dibe her yek 15.deqe bo babetên wan hindik bin, lê
diyar bû derfet weha rê dida. Helbestvanê me Mueyed Teyib, ku
bi dengê xwe pêþmerge berbi jixwebehweriyê dibirin û herdem xemxurê
peyva kurdî bû û ji bo wê peyvê berbi çiyayên xweragirtinê ve
hilkiþiya bû, bervederî, berhingarî di ber zaraveyê kurmanciya jorîn
kir û giringiya guhpêdanê pê di xwendegeh û zanîngehan de, diyar
kir. Mueyed, di wê behweriyê de bû, eger ez bi þaþîtî tênegehîþtibim,
ko hemen hemen ji ber sedemên vebirîna têkiliyan û berbendkirina
zimanê kurdî û bi taybetî zaraveyê kurmanjiya jorîn, zaraveyên me
bûne zimanên cuda. Her weha mamosteyê rêzdar Deham Ebdulfetah,
di axaftina xwe ya bi navê “ Rewþa zimanê kurdî û xewna zimanê
yekbûyî” da diyarkirin, ku niha rewþ rê nade, ku zimanekî
standard peyda bibe û herweha nabe, mirov zaraveyekî li ser hesabê yê
din pêþ de bibe. Hêja Selîm Biçûk di gotara xwe li ser
pirsgirêkên bikaranîna kurmanciya nivîskî peyivî û nimûneyên,
ku em rojane bi wan re rûbirû dibin anîn. Piþtî guft û goyên li
ser hersê babeta çêbûn, rêzdar Dr. Fazil zingilê bêhinvedanê
lêxist.
- Piþtî çariyekê,
areya zimanê, xewnan, zimanê hest, zimanê evîn û hêviyan, zimanê
mirina sipî û jiyana þîn, areya helbestê hat. Li vir pêdivî ye,
xalekê bibêjim: “ bi rastî ji bo xwendina helbestê çu atmosfêreke
taybet, ji deng, reng û roniyê nebû. Dibe ku vê kartêkirina xwe li
ser xwendina helbestê kiribe, yan jî dilê helbestê dagirtibe dax û
keser.
-
- Helbestvanên þeva
yekem ji festîvalê, bi teraneyeke, her yekî nola xwe derkete ser þanoyê
û pêkol kir, ku xwe bigihîne, dilê guhdêran. Helbestvanê Navdar Mihsin
Qoçan, qoçek li helbestê xist û diyaloga di navbera nehwirandina
Dr. Memo „ yê ku dilê wî ji hev vekiribû“ û terpêna dilê
Mihsinî de, berbi Helebê de bir û li vegerê Qamiþloka
rengîn ji bîr nekir, ku xatiran jê bixwaze, bi hêviya dîtinên din.
Bi wan gulî û keziyan, bi bêrêyeke Xaçoyane, û bi zarekî Amûdiyane,
ji welatê sermê, helbestvan Ehmedê Huseynî, peyvên xwe ji
xurcika berbangê revandin, pê çepikên
beþdaran li dar êxistin.
-
- Dayka Daliyayê,
ji keserên nedewletbûnê, hêsirên þevên zuha çandin û em berbi
sinoran ve birin. Min jî, “Tengezarê Marînî” bi ahengekê
ji dilê bilûrekê diherikî, bi mp3, termê Diyonisus gihand
nik zeus û pê melodiya þevê li efsaneyên gundê xwe û çîrokên
kevnar vegerandin. Remezan Îsa ji felsefa jiyanê livirûwirmayînê
sirûdên xwe vehûnan. Xanima rêzdar Yildiz Çakar, bi pexþaneyên
xwe, em, berbi Amedê ve birin û sûrihê wê li me gerand. Hefîz,
ku Qamiþlo di dilê xwe de
hilgirtibû, flaþên xwe, li tariya xewnerojkên me belavkirin û
bendewarê deziyên pêþiyan bû. Gelo þev bi dawî hat..?
Na. li yekîtiya nivîseran, xunaf û þevnemên hevnasînê lêvên
hêvî û çavlirêmayîna me rakire semayeke Laliþiyane, êdî li ber
çipikên meyê, me duayên êvarê xwendin û berbi 9.11.06an
ve.
-
- Festîvala Duhok ya rewþenbîrî
– 2, bi bizava desteya rêvebir û alîkarî û piþtevaniya hemî
dezgehên hukumî û rewþenbîrî û ragehandinê ji TV, Radiyo û
rojname û kovar, þiyan cemawerekî bi çêj amade bikin û ew jî beþdarî
di guft û goyan de bike. Ev ne tenê roja yekê bû, belê li her sê
rojên festîvalê jî, belge bo wê hindê jî ew hevpeyivîn û çavpêkeftinên
di radiyo û TViyan de bû.
- Di panala diwem
de, roja diwem, jivan di gel sê babetan bû, hevoksaziya kurdî
û avakirina wê, ji hêla mamoste Rezo Osê, ku wê dema jê
re terxankirî bi zanistî li ser babetê axift, asteng, sedem û
çareserî diyarkirin. Mijara diwem, ji hêla Tengezarê Marînî
ve bû, ku li ser ziman û hizir bû. Ev herdû regezên pêkve
girêdayî, mijarê dest bi pirsê kir û bi pirsê bi dawî hat.
Bo nimûne: “ Bo çi em pirsan dikin? Pirs, bi xwe ne
teqezkirineke, ji kêmsûdwergirtinê , an jî, rexnelêgirtine li
hiþê me? Encam ziman hizir dinivîse û pirsa herî
giring di babetê de ev bû: “ Berbendkirin
û nebikaranîna, zimanekî, zaraveyekî, devokekê, ne kuþtin an
jî jinavbirina nasnameya xelkên bi wan ziman, zarave an jî
devokan dipeyivin?
-
- Babeta siyem di
panala spêda 9.11an de, ya nivîskar û wergêr Mustefa
Aydogan bû, ku rêzdarî li ser xelata Nobel,
wesiyetnameya wî û egerên wergirtina nivîskarê Turk Orhan
Pamuk ji xelata toreyê ya 2006an, ku rêzdar Aydogan
pirtûka wî ya “Navê min Sor e” berî 5 salan
wergerandibû bo kurdî û nivîskarê romanê Orhan Pamuk,
ev werger bo kurdî rûmeteke mezin bo xwe dîtibû. Di dawiyê
de, têbînî û guftûgoyeke kurt li ser babetan bû. Nivîskar
û helbestvana kurd Dilþa Yûsiv, bi rêkûpêk birêvebir.
Di pey bêhinvedaneke kurt de, panala 4an dest pê kir û
dora pexþaneya kurdî hat û sê nivîskarên rêzdar bi sê
babetên cuda beþdarî semposiyomê bûn. Nivîskar Sebrî Silêvanî,
di derbara romana kurdî li devera Badînan peyivî, têbînî û
rexneyên jî anîn zimên. Nivîskar û roman nivîsê Bilîcanê,
hêja Perwîz Cîhanî, li ser serboriya nivîsîna romana
xwe ya Bilîcan bi zimanekî toreyî kurdî bilind peyivî.
|

|
- Hêja Perwîz bi
wî zarê xwe yê xweþ bala hemî guhdêran kiþand. Bi rastî jî,
mirov dikare romana hêja Perwîz wek romaneke pir nirx, ku jiyana
kurdan ya kevin aniye ber çavan, bê ku ji bîr bike, ku hîn ew nexweþiyên
berê ji nehevgirtinê, hevnepejirandinê hene, dibin asteng li pêþberî
serkeftin û pêþdeçûna kurdan. Ev roman bo Antropologan baþtirîn
belgename ye, ku pê kurdan û struktûra hiþmendiya wan binasin. Çîroknivîsê
kurd, Enwer Karahan, em berbi bakur û bakur de birin û serborên
xwe yê nivîsînê, di gel keserên di dil de mayî bo me vehûnan.
Serpêhatiya rêzdar Enwer bi xwe romaneke nenivîsî ye. Çîroknivîsa
kurd, Serfiraz Neqþebendî, rêvira panalê, dikarîbû,bi hemî
pîvanan bibe rêvebireke bi qalîte.
-
- Panala 4an, piþtî
nîvero, dîsan bi sê babetên jiyawaz ji hêla Ehmed Huseynî,
ji diaspora, Sîmîn Çayçî, ji rojhilata Kurdistanê û Receb
Dildar, ji bakurê Kurdistanê.
-
- Helbestvan Ehmed
Huseynî, di babeta xwe de, „ Rola sinoran di dabeþkirina hest û
peyvan de“ bal kiþande,
li ser berbendkirina zimanê dayîkê û neperwerdebûn bi wî zimanî.
Herweha li ser perwerdekirina bi sîstematîk, bi zimanê dagîrkeran,
axift û wek nimûne got: Eger em magantîk bînin, û fermanekê bidinê,
û bibêjin, hertiþta ne
bi kurdî ji serê mirovê kurd bikiþîne, dê bibînin, ku wê hemî
tiþt bête der û tiþtek di serê wî de namîne“
xwedê me biparêze…. Helbestvana lurîkê ya dengxweþ, Sîmîn,
ku mijara wê li ser þiira goranî, janrîk û…, behsa helbesta
stiranê kir û çend nimûne ji helbestên xwe xwendin, ku bûne stiran
û ji hêla hinek hunermendan ve hatine stirandin.
-
- Nivîskar Receb
Dildar, di mijara xwe de, li ser efsaneyên Amedê û Zembîlfiroþ
kire nimûneya lêkolîna xwe. Di destpêkê de, rêzdar Receb,
ji hêla bîrdozî ve, li ser termenologiya Efsanê axift û li gor nêrîn
û dîtinên xwe þirovekir.
-
- Piþtî bidawîhatina
semposiyomê û hindek rawestan, ji ber beþdarbûna rêzdar Nêçîrvan
Barzanî, nivîskarê rêvebir Dr. Arif Hîto, dergehê danûstendinê
vekir û nêrînên cudacuda diyar bûn. Di þeva diwem ya xwendina
helbestê de, çend helbestvan û nivîskarên helbestê, beþdarî
helbestxwendinê bûn. Helbestxwendin, bi xwendina helbestvanê pêþmerge,
Hesen Nûrî, dest pê kir, Helbestvanê hêja Qadir Qaçax,
helbestên xwe yê welatperwerî û gelek bi wêrekiyane, li dijî Terorê
pêþkêþ kirin. Rêzdar Necîb Balayî, bi pêþgotineke
helbestî ji xanima wî Semîra, helbesta xwe xwend. Helbestvana rojavayê
Kurdistanê, Dilþa Yûsiv,
ku li Silêmaniyê dijî, bi wan wêneyên xwe, ku ne mîna zimanê
çu kesî ne, helbestên xwe pêþkêþ kirin. Saman Mewlûd,
helbestvanê bi tiwana, bi dengekî zîz helbesta xwe ya bi zaraveyê
kurmanciya jêrîn xwend. Hêja Xemcivîn, çend kurte helbestên xwe bi
dengê xwe yê melûl xwendin. Selwa Gulî, ya ji ber dergehê
derya Goteburgê hatibû, peyvên xwe yên ji cergên dînîtiyê hatibûn
ristin, vehûnan û bi dengekî zelal xwend. Trîfa Doskî,
Heyran û xerîbî û bêrîkirina Hoþeng, ji hinavê zimanekî
rojane, sade, lê taybet anî der û bi me da pejirandin, belkî em
bendewarê dengê wê bûn, ku bi stiran bibêje, lê mixabin, ew hêvî
bû keser di dilê gelekan ji guhdêran de, bi taybetî yên dengê wê
bihîstine. Lê bi hatina Hunermendê helbestê Ferhad Icmo, ji
rojavayê Kurdistanê û derketina wî ser bultê, dest û dil
hevgirtin. Ferhad bi helbestên mobile, dikarîbû zû cihê
xwe di dilê guhdêran de çêbike û bi taybetî dema helbesta xwe ya bêj
in û bi jin got: „ jîna bê jin, ne tu jîne, jîna bi jin,
zindanek mezin e“. Vê helbestê cihê xwe di guhê her guhdêrekî
zilam de çêkir, lê pêþkêþkera programê Çinar ew ji Ferhad re nehiþt û helbestek, ku miþt
rexne bû li mêran re“ deqê wê ne li bîra min e“ diyarî Ferhad
kir.
-
- Arjen Arî,
ku yek ji wan helbestvanên, di gel Rojen Barnas û Berken
Bereh, roleke wan mezin di pêþdebirina helbesta moderin ya bakur
de heye, mêvanê dawî yê þeva helbestê ya diwem bû.
-
- Nivîskar û helbestvan
Emîna Zikrî, bi karê rêvebirina panala 5an rabû, nivîskarên
ku beþdarî semposiyomê, yek bi yek vexwendin cihê wan li ser mêzê.
- Çîroknivîsê kurd, Enwer
Mihemed Tahir, ku yek
ji pêþengên çîroknivîsînê ye, ne tenê li herêma Badînan, belkî
li her çar parçeyên Kurdistanê. Rêzdarî got: ne pir ciwan e, ku
nivîskar li ser berhemên xwe bipeyive, lewra jî bi wî giran bû û
bi zimanê „EW“ ew serpêhatiya xwe ya dirêj gêra. Ew serpêhatî
bi xwe þêweyek ji þêweyê çîroknivîsînê bû.
-
- Xanim Zeyneb Yûsivî,
-bi destmalekê hate ser mêzê, ji ber ku rêjîma Melayan li Îranê rê
nadin, jinan li derveyî sînor jî, ku bê desmal derkevin- û babeta
xwe ya li ser barûdoxê çîroknivîsînê û çîrokê li rojhilata
Kurdistanê kir. Xanim Zeybeb, bi zîrekî û jixwebawer, mijara
xwe bi rêve bir û guhdêran hest kir, ku li hember wan nivîskareke
xwedî þiyan rûniþtiye. Romannivîs û çîroknivîsê kurdistanî Helîm
Yûsiv, gazind ji pêkanîna „Γ
- Li piþt paþnavê xwe
kir. Helîm jî mîna Enwer, got pir zor e, mirov behsa xwe bike.
Ew li ser astengên civakî û siyasî yên hatin pêþberî wî,
rawestiya, ji dema pirtûka wî ya zilamê avis, bi zimanê erebî
hatibû weþandin.
-
- Ev asteng û zehmetî
bi xwe romanek bû û Helîm lehengê wê bû, di gel ku hindek
ji beþdaran nerazîbûna xwe ji wî þêweyê vegotinê diyar kirin.
- Li vê panalê, pir
pirs û guftûgo hatin kirin û bi wan panal dewlemend bû.
-
- Panala 6an, ku
ya dawî bû, beþdarên wê jî ev bûn:
- Nivîskar û helbestvan
Mistefa Selîm: Helbesta moderin. Binah û rehend
- Dr. Dilþad Elî Silêman:
Rexneya edebî kurdî, berew kîve. Helbestvan Nacî Taha Berwarî,
ev panal bi rêve bir û her yek ji panalvanan, di dema ji bo wan hatibû
terxankirin, behsa babet û mijara xwe kirin.
-
- Rêzdar Selîm,
behsê rexneya edebî ya postmodernîzim, di hêla helbestê de kir û
vegeriya li ser helbesta kurdî û têbîniyên xwe anîn ziman.
-
- Rêzdaran ji êkîtiya
nivîserê kurd-Duhok, ferzenda bêhinvedanê nedan û dest bi rê û
resmên bi dumahîanîna festîvalê kirin. Nivîskar Mihemed Ebdela,
cîgirê serokê êkîtiya nivîskarên kurd-Duhok, peyama dumahiyê
xwend û beyannameya dawî ya festîvalê hate belavkirin.
- Ji xwe kurd, festîvalên
xwe bi helbestê dest pê dikin û bi helbestê bi dawî tînin, li vir
jî ne cuda bû.
-
- Di destpêka
helbestxwendinê, helbestvanê bi þiyan, Hizirvan, helbesta xwe
ya miþt wêneyên helbestî û hilgirê zimanekî helbestî bi hêz
xwend û bû cihê razîbûna hijmareke mezin ji cemawer. Fatma Savcî,
bi dengê xwe yê melûl, bi zimanekî kurdî petî, miþt keser, miþt
êþ, rewþa bakurê dil derbasî dil û guhê guhdêran kir. Rojnamevan
û helbestvan Amîr Findî, parçeyê nû ji helbesteke bi dawî
nehatî xwend û Zana Xelîl, dengê Hewlêrê, dengê þehîd Mihdî
Xoþnaw û helbestvanê nemir Enwer Mesîfî bi me re
parvekir. Þemal Akreyî, peyvên xwe nijinandibûn, û pê
helbesta xwe vehûnabû, em li hemberî helbestek indazciwan rû bi rû
bûn. Emîna Zikrî, ji êþ û pirsgirêkên li hemberî jina
kurd, cergê helbesta xwe xemiland û bi evîneke miþt xewin pêkêþî
giyanê me kir. Dilyar Dêrikî, ji dûriyê hat û havîbûna
xwe di xemla helbestekê de diyarî festîvalê kir, Jaro Duhokî,
Ebdulrehman Bamernî jî helbestên xwe xwendin.
- Bêguman karekî weha
bi nirx, weha pir û weha hêja, dê hêviya me hemiyan be ku berdewam
bibe. Ez jî dê daxwaza rêzdar çavdêrê festîvalê rêzdar Temer
Remezan, parêzgerê Duhokê dubare bikim, ku roja dawî de, mêvanên
ji derveyî Kurdistanê vexwendibûn def xwe, û got: „ .., ez hêvîdar
im, ku ev festîvalên weha kartêkirineke posîtîv li çand û kultûra
kurdî bike, û her yek ji me tiþtekî ji xwe re jê bibe, lê nebe, ku
va festîval çêbû û çû..“
- Hêvîdar im, ku berhemên
vê festîvalê hemî bibin belgename, bo nifþên li pey me bên, daku
bizanibin, ka çi hebû û çi bûye û lêkolînên hêja li ser van
qunaxan pêk bên.
-
- Pêþniyar:
-
- Damezirandina komîteyekê ji êkîtiya Nivîskaran,
hunermendan û ragehandinê.
-
- Destnîþankirina mijar û babetên sereke yên
festîvalê
-
- Destnîþankirina navê beþdarên pispor li
gor babetan.
-
- Kesek bê babeteke nivîskî derbasî programa
festîvalê nebe.
-
- Wergirtina babetan berî 3 mehan ji festîvalê
û dana wê bo grûpeke Jurî taybt, bo erêkirin an jî nakirinê.
-
- Belavkirina
beþdaran li ser grûpan û avakirina Workshopan.
-
- Berhemên festîval1e wek pirtûk bêne çapkirin.
-
- Arþîvkirina dîgîtal, ji festîvalê re.
„DVD“
-
- Hijmara beþdaran kêm be û bi pileya zanistî
bilind be.
-
- Atmosfêreke taybet ji helbestxwendinê re bête
avakirin. „ Mûzîk, Ronî “
-
- Di þevekê ji þevên festîvalê de, þanoyeke
kurdî, an jî fîlmekî kurdî pêþkêþ bibe.
-
- Festîval bi pêþengehên hunerî û mûzîkê
tête xemilandin.
- Dibe ku hindek beþdar
bûbin û navên wan di nav program de nehatibe, me jî li vir neînayî,
bila li me negrin û bibihurin…Ta Festîvaleke din bi rewþtir , li
Duhoka rengîn û destên yên di ber vê festîvalê de westiyayî û
keda wan ketiyê, xweþ be.
-
- Hannover, Elmaniya, 26.11.06
- Tengezarê Marînî
|
|
|