
Bangildan
dike qîqeqîq
û vizviza firra xwe berbi bajêr ve dibe:
nêzîk, dê diyar bibe, -
ê ko cihûwarê wî hebe, baþ e!
niha tu repp dibî,
axx, tu li þûn xwe dinerî, ji kengî ve!!
tu þêt î!
ji ber zivistanê bi dinyayê dikevî?
Cîhan-
dergehek e
li hezar beyebanên ker û sar vedibe!
kî zirar kir,
te çi zirar kir, kesekî ranewestîne.
Niha tu çilmisiyî,
bo zivistanê kambaxkirina geriyanê,
li dumanê,
ji dêvla ko li asîmanekî sar bigere.
Firrîn,
balinde, çirçir
Sitrana xwe di awaza balindeyê beyebanê de! -
veþêre, ehmeq,
Dilê xwe ê bi xwîn jî di bûz û henekpêkirinê de!
Banigildan
bangdide
vizviza firra xwe berbi bajêr ve dibe:
nêzîk dê diyar be, -
nalîna welatekî biçûkî heyî ye!
Çi
mirov e?
ev marên xwe dikin kofendîl, çicaran vehesînê nabînin,
jiber tim li geriyanê ne, li xenîmeyan li vê dinyayê.
Venedig
li ser pirrê
rawestiya bû,
ez di qehweyiya þevê de ecemî bûm.
ji dûr ve dengê sitranê dihat:
kaniyên bi çilpikên zêrîn,
li ser rêyeke lerzok.
qeyik, þewq, mûzîk -
isfinceke serxweþ derveyî berbangê....
têla giyanê min lêxist,
ji xwe re nehwirand, xwe di tariyê de peland,
nehwirandineke,
lerzok di giyanekî hemereng de.
kesekî li wî guhdarî dikir?.....
Bo
Goethe
Neçûn bi tenê wekhevî ye!
xwedayê tengijî,
helbestvanekî þermîn e
felek- çerx
, dewran,
nîþanan xetxetî dikin:
þerpezetî – nav lê dike- lîstik....
oqyanos - yarî,
mîrzedarî,
hebûn û nebûnê têkel dikin: -
ezelî - þêtiyê
li nav hev dixe!...
Giyanên
nediyar
Giyanên
nepenî
ez im kerba bi hêrz.
þanaziyên te tev, cefapêkirin e,
pesindariya te tev keder û þerm e.
Jiber ne
hevalbendê te me
xwe vedikêþêm,
jiber wê jî awirên te silavan li min dikin
jehrewî – daxiziya bêhêvîtiya þirîn.
Te dil heye
bi germî ji min birevî
û difna min badî!
ev çav bêomîd digerin
bila ji nik min bi þaþî biçin
Deryayên
nû
Li
wir - dixwazim; bawerim
deryayê; xwe li ser þîn
vekiriye
Bi fermandayînê
keþtiya min digere.
Hertiþt
nûtir dibe û diçirse,
nîvarojê di dem û cihê xwe de
dinive -
tenê çavê te – felaket e
bêdawîbûn li min binêre!
Du Pend
http://www.rogersite.ch/gedichte_anzeige.asp?Thema=Friedrich%20Nietzsche
1.
ev
"mujdeya xweþ" mir, mîna
ko jiya bû, wekî dersdarekî kiribû- ne ko "Mirovan tune bike",
da diyar bike, ka mirov çi di jiyanê de heye. Serborî weha ye, kî
mirovahiyê li þûn xwe dihêle.
2.
Di tevaya
Psychologiya "Evangelium" de, zaraweyên guneh û seza diyar nabe;
li hember wan peyva Lohn= perê mehane heye. "Guneh", dûrahiya di
nêvbera xwedê û mirov de nehiþt – wilo jî "mujdeya xweþ".
Rûhaniyet bi nav nabê, bi mercan ve nayê girêdan: Ew Realîteya mayî nîþan
e, jibo axaftinê ... <> - guhertineke nû, ne îbadeteke nû ye ...