Girnijîna Mona Lisa

 

Ez nikarim çavên xwe ji te bidim alî,

Ji ber di ser serê mêrê te yê di xizmetê de,

tu giþt destên serhevradayî, bi dar vedikî

û digirnijî.

 

Tu bi nav û deng î, mîna keleha Pîsa,

Kenê te, dibe henekpêkirin.

Erê.. bo çi Mona Lisa dikene?

Bi me dikene, ji bo me,

bi me re, li dijî me-

an jî ji bo tiþtekî din-?

 

Tu me fêrî aramiyê dikî,

Ka çi buyer çêbûye ?

Ji ber Lieschen, posterê te, diyar dike.

Kî çi û çend ji vê cîhanê dîtiye?

Yê digirnije,

destê xwe dideyne ser zikê xwe

û dengê xwe nake!