Gor

 

Dadê, bo çi te ew perwerde kir?

Te bîst salan pêre azarî kiþand?

Ji bo çi firrîbû himbêza te?

Ma gelo te bi dengekî aram çîrok jê re vedigotin?

Tanî ko di xwe ve biçûya

Ji bo gorê dayê, ji bo gorê.

 

Xorto, ma hîn bavo tête bîra te?

Bavo, herdem tu hildigirtî li ser milê xwe

Û xwestibû diravên hûr bide te

û bi te re yariya diz û Gedirme dilîst.

Ta ko wan ew dibirin

Ji bo gorê, xorto, ji bo gorê.

 

Li wê hêlê hevalên firensî

Xwe himbiz li ber karkerê Ingilîz rêz kiri bûn

Hemiya xwîna xwe rijandi bû,

û ji gulleyan, kun-kunkirî, yek li kêleka yê din bêdeng raxisti bûn

kal, mêr, hinek zarok,

di komgorekê de veþarti bûn.

 

Pesinê xwe bi wan nîþanan nede û ne bêkêr be

Bi þûna birînê û demê ne pozbind be

payebilind, hezên desthilatdariyê, sermiyadarên dexse

we rêdikin goristanan

hun baþ bûn bo êmên qijikan,

ji bo gorê, heval ji bo goristanan

 

alayê bifirfirînin!

Kapêla leþkerî govenda miriyan lêdidin.

Hun hînî  wan gerdenên, ko li dijî rê û resman, dibin-

Ev spasiya welatê bav e.

 

Bi wan zekeratên mirinê û nalînê biramin.

Li wir bav, dê û zarokên wan dimînin,

mîna ko hun her pîsîtiyekê bo jiyanê bikin

Destê biratiyê dirêj bikin,

mîna ciwantirîn diyarî

Dest deynin ser goran, xelkîno, dest deynin ser goran.

 

* Ev herdû helbestên jor di bin navê Theobald Tiger, 1926 hatiye weþandin