Biografî û çend deq
Ji amadekirin û wergerandina: Tengezarê Marînî
1877
2.
tîrmehê de, Hermann Hesse ji bavekî misyoner Johannes Hesse û diya wî
Xanim Marie (Cihzê. Gundert) li Calw ji dayîk bû.
1891
wek
Stipendiat di evangelische
Klosterseminar Maulbronn de hate pejirandin. Pîþtî 7 mehan, ji wê
rehbaniyê direvê, jiber wî nedixwest
ji bilî helbestanvaniyê karekî din bike.
1895
Hesse
dest bi karekî di pirtûkxaneyekê de kir, li Tübingen, û li wir karê wî
ê toreyî dest pêkir
1898
dîwana Hesse a yekem bi navê "Romantische Lieder=
Sitranên Romantîk" hate weþandindin.
1899
Hesse
pirtûkeke pexþane bi sernavê
"Eine Stunde hinter Mitternacht= se´etekê piþtî nîvê þêvê",
weþand.
1899-1903
Hesse
diçe Basel û li wir jî di pirtûkxaneyekê de kar dike.
Di
1904an de, nav û dengê Hesse belav dibe, ji ber weþana romana wî
"Peter Camenzind", ko tê de rexne li pêþveçûna þaristaniyê
digire û bi Photographa ji
Basel Maria Bernoulli dizewice û dibin xwedî sê zarok.
1904-1912
Hesse
êdî xwest karê nivîskariyê tenê bike û bi malbata xwe re li
Bauernhaus li Gaienhofen li Bodensee dijî.
1906
Hesse
di pirtûka kurte-çîrokên xwe de a bi navê "Unterm Rad = çerxê”Dûlab”
jêr" zarokatiya xwe û astengiyên ko wî derbaskirin dike babet û
mijarên vê pirtûkê.
1907-1912
Hesse
digel Albert Langen (1869-1909), Ludwig Thoma (1867-1921) kovareke çepên
lîberal "März =Avadr" diweþînê.
1911
Hesse
û hunermendê þêwekar Hans Sturzenegger (1875-1943)
geþtekê bo Ceylon, Singapur û Sumatra dike. Ev geþt kartêkirineke
mezin li jiyana wî dike
1912
Hesse
û malbata xwe li Bern binecih dibin
1914
Hesse
xwe wek leþeger di cenga cîhanî yekem de tomar dike. Hesse xwe nagirê û
li dijî cengê radiwestê û wî wek mirovekî xayîn li dijî welatê bav
li qelem didin. Hesse direvê û xwe digihînê Swêsra bo hevwelatiya wir
werbigirê.
Ji
1916 Mirina
bavê Hesse, nexweþiya kurê wî Martin, bodîlebûna jina wî û êlperestiya
gelek intellektû´êlên wê demê, ew pir xemgîn kir û kete nav nexweþiyeke
derunî pir mezin. Mecbûr dibe her nik dr. Derûnî ko þagirt bû ew jî
Carl Gustav Jung (1875-1961) bû. Ev serpêhatî di romana wî a bi navê
"Demian" (1919) diyar dibe. Carl G.Jung, dibêjiyê hewl bide ko
tu hînî hunerê þêwekariyê bibî û bi vî þêweyî wî derman dike.
1919
Hesse bi tena xwe, bê malbata xwe li Montagnola li Tessin binecih
dibe û jiyana xwe a mayî li wir diqedîne. Li wir Hesse nameyan bo xortên
Elman rêdike û nivîsên xwe bo wan terxan dike û berê xwe dide wan, bi
mebesta ko ew bikaribin, dîmenên Elmaniya ên giyanî biguherînin û nû
bikin û bi hêviya ko rê li ber þerên din bête girtin.
1922
Romana H.Hesse a bi navê"Siddharta" tête weþandin.
1923
Hesse
dibe hevwelatiyê Siwêsirî û jina xwe berdide.
1924
Careke
din H.Hesse bi Ruth Wenger dizewce û wê di sala 1927an de, berdide.
1926
Preußische
Akademie a hunerî Hesse wek endam dipejirînê.
1927
Romana
Hesse (Steppenwolf=dîlana
gurgan) tête weþandin.
1930
Romana
"Narziß und Goldmund= Nercisî û zêreheyv" tête weþandin.
1931
Hesse
careke din bi mêjûnasa hunerî Ninon Dolbin dizewce.
Di
vê salê de, jiber sedemên siyasî dest ji Preußer Akademie berdide.
1933-1945
Tevî
ko Hesse ne bi tu hêzên siyasî û partiyan girêdayî bû, lê wî di
name û nivîsên xwe de, eþkere
li dijî Naziyan bû û pirr alîkariya wan hunermend û nivîskar û rewþenbîrên
jiber zulma naziyan revibûn dikir.
1946
Hesse
xelata Goethe a bajarê Frankfurt/Main
werdigire.
Komîsiyona
Nobela xelata toreyî bo kar û nivîsên wî, xelata Nobel didinê.
1947
Zangoya
Bernê Dektora rûmetê didin H.Hesse.
1955
Hesse
Xelata Aþtiyê a pirtûka Elmanî werdigire.
1962
li
9. tebaxê Hermann Hesse li Montagnola diçe ser dilovaniya xwe.
Ji vê Biografiya Hermann Hesse, diyar dibe, ka vî nivîskarî xwe bo xweþiya jiyana mirovan berpirsiyar dîtiye û di ber mirovayetiyê de, xebateke bêhempa û bêrawestan daye birêvebirin, li vir jî diyar dibe, ko erkê nivîskar û rewþenbîran netenê nivîsîna nivîsên ciwan û bi huneriya xwe bilind in, lê belê cenga li dijî hemî þêweyên zulmê, erkekî herî sereke ye yên rewþenbîr û nivîskaran
–
tu
vê þevê pirr kenî!
-
tu vê þevê pirr peyivî,
û
axaftina min î tewawnebûyî birrî
Pirtûk
kêfxweþiyê bo te naînin,
belê bi nehînî te vedigerînin
te
bixwe
hertiþtê
tu bixwazî, li wir e,
Roj, stêr û heyv,
û ronî, û piþtre ditirsiyayî,
di xwe de binecih bûyî