I. Bachmann         Bachmann Montage

Ingeborg Bachmann

Amadekirin û wergerandin: Tengezarê Marînî

 

Ingeborg yek ji nivîskarên Elman î jin, di sedsala 20an de ya herî bi nav û deng e, di 25.06.1926an li Klagenfurt, hatiye dinê, xwendina Fîlosofî  li Graz, Innsbruck und Wien xwendiye.

Di sala 1950an de, promotiona xwe di babeta ” Rexnegirtina felsefa heyînê li ba Martin Heidiger” nivîsî.

Li Rom, Paris, London, München û USA, jiyaye.

Di sala 1959/1960 wek mamoste li zanîngeha Goethe li Frankfurt/Mainz waneya poetik dida.

Xelatên ko Ingeborg Bachmann wergirtine ev in:

1.    1953 xelata grûpa 47

2.    1954 xelata Elmanî ya pîþesaziyê.

3.    1957 xelata toreyî a Bremer

4.    1959 xelata  xelata yariyên guhdarkirinê ên þerê koran.

5.    1964 xelata Georg Büchner

6.    1968  xelata welatê Austuria a mezin

7.    1971 xelata Anton-Wildgans a pîþesaziya Austuriya a toreyê.

 

Di sala 17.10.1973ê, li Romê, di buyera þewateke li hotêlekê.

 

 

 

Günter Grass

 

Nivîskarê Elman Günter Grass ê xelata Nobel wergirtiye, ev helbest bi bîranîna mirina Ingeborg Bachmann gotiye:

 

Þêweyên mirinê

 

Perseus* nebêje

Bêdeng, Beteigeuze**

Diþke,

Zeviyên wê ên berfê

Di nîþana hirçên mezin de:

Xwîþka we

Vegeriya malê ji biyanistanê,

Bo peyvê

Weha bû

Malbat bibû

Miliyonên stêran,

Bi peyvekê dorpêç bibû.

 

Günter Grass ”Die Zeit” vom 26. Oktober 1973

www.ingeborg-bachmann-forum.de/ibwidmung.htm

 

·         Perseus: xudawendekî grîkan e, kurê mezinê xudayan Zeus.

·         Beteigeuze: ew jî xudayekî grîka ye, lê burcek ji burcên Stêrkan e jî.

 

Koçberistan

http://www.geocities.com/Wellesley/Garden/6745/Bachmann.html

 

Miroveke mirî me,

Hatime guhertin,

Nema tomarkirî me

Û nenas li þahistana bêhempa.

Hijmareke zêde me di bajarên zêrîn de,

Û di welatekî avakirî de,

Ji zû ve tew bûme.

Min pêjna tiþtekî nekiribû,

Tenê bi

Ba, dem û ahengê,

Ez, bi mirovan re nikarim bijîm.

Ez û zimanê elmanî

Ev ewra li min badayî,

A ez mîn xaniyekî hilgirim

Û di nêv zimanan re bigerim.

Oh mîna

Ew xwe tarî dike,

Tariyek ji rengê baranê.

Bi tenê kêm dadikevin,

Di hêla zelal de,

Radihêje miriyan,

berbi jêr ve

 

 

Ji dil

Bo Anna Achmatova. http://www.geocities.com/Wellesley/Garden/6745/Bachmann.html

 

Peyv qet ew nexapandiye

Û ez dibêjim we,

Ê ji we dizanê ko pêdvî bi alîkariyê heye,

Bi peyvan,

Ê ko alîkariya wî nabe,

Ne di rêçên kurt re

Û ne ne jî di ên dirêj re.

Bila hevokeke cihgirtî saz bike,

bi aramî

di xirecira peyvan de.

Kesê neþê vê hevokê binivîsê

Bila wê imze neke.

 

Ziyan

http://www.deutsche-liebeslyrik.de/bach10.htm

Pêkve bi kar tîne,

Demsal, pirtûk û mûzîkê.

Kilît, giyayê çayê, nandank, desmalên kitan û textek.

Qelenek ji peyvan, ji nîþanan, bi xwe re anî, bi wan xebat kir.

Hayî ji rêxistina xênî heye. Digot.

Dikir û hergîz destê alîkariyê dirêj dikir.

Zivistanê di (Septett)*-eke Wien de û havînê de,

ez evîndar bûm.

Di nexþeyan de, di tevna çiyê de, li ber beravekê,

li ser text.

Kolevaniyeke (Îbadet) bi nûçey kiribû,

Soz dida, tiþta neyête gotin zelal bike.

Dîndar û winda bû li ber netiþtekî,

Bêtirs di olê de, dêr jê re bibû text.

Berahîka awirekî li deryayê bigerînê,

þêwkêþiya min î bêwestan çû.

Ji balkonê û bi jêr de,

mirov li wir hebûn.

Min silavek da cînarê xwe, di tenahiyê de,

Rengê pora min î derve hebû.

Zinigilê li ser dergeh nîþana tirsê ji kêfa min re bû.

Min ne tu windakirî,

lê cîhan.

 

·          Septett: parçeyek ahenga 7dengane ye

 

Reklam

www.stefanmiller.de/poetry/bachmann.html

 

Vêca bêxem,

Bi kû ve biçin,

        Bêxemî ye.

Dema seqem û tariyê ye,

Bêxem,

lê bi mûzk.

Em çi bikin,

Bi germahî û mûzîkê,

Û biramin,

bi germtirîn dîmenên dawiyê,

        bi mûzîkê,

û em pirsên xwe

û lerza hemî salan

        bi kû ve hilgirin,

bo xewnên þuþtî ên bêxem,

ew dê çi bibe,

        a baþ

        dema mirinê a bêdeng e.