Kurt Tucholsky

9.1.1890 - 21.12.1935

 

Dema peyva Elmaniya tê qadê, mirov bîr li pir tiþtan û navan dike, hemen-hemen di hemî cureyên jiyanê de, ji Telefûnê, þemendeferê, ta bi amûrên çapê, ko guhertinên bingehîn di jiyana mirovayetiyê de peyda kirin. Ne tenê wilo jî, belkî di warê Felsefe, mûzîk, û toreyê de jî. Ma kî ji me, Schopenhauer, Heydiger, Nîtsche, Kant, Hegel, Karl Marx, Habirmas, Goethe, Schiller, Wilhelm Busch, Leibiniz, Thomas Mann, Heinrich Heine, Hermann Hesse,  Rilke, E.M.Remark, Heinrich Böll, Günther Grass uhd.. nanasê!

Bêgoman pir navên din hene, ko roleke mezin di jiyana Komelgeha elmanî de lîstine, yek ji wan nivîskar, rojnamevan, satirist, helbestvan û rexnegirê toreyê û þanoyê, Kurt Tucholsky ye.

Kurt Tucholsky, yek ji wan nivîskarên elmanî, di destpêka sedsala bîstan de, yên herî bi nav û deng bû, di rêya nivîsên xwe yên li ser pirtûkên toreyî yên wê demê dihatin weþandin. Bo Nimûne li ser Frans Kafka.

Berhemên Kurt Tucholsky, çêjeke wan î taybet heye û takenimûne ye, ji ber :

1-     Nivîskarekî penaber bû û tûþî pir asteng û aloziyan di jiyana xwe de bûbû.

2-     Nivîskarekî, ko miletê wî jî pir zor li ser destên naziyan dîti bû û ew bi xwe pir caran ji ber sedemên neþiyana derbirîna bîr û boçûnan, mecbûr bûbû, ko di bin navên nepenî de, babet, helbest, Satir û têbîniyên xwe binivîse.

3-     Nivîskarekî rewþenbîr, pirlayane, û çalak bû û berhemên wî yên dahênê, ji êþ û azariyên wî dihatine der.

Min bi xwe jî ji ber van sedeman û nêzîkbûna nivîsên wî ji giyanê min re, ew hilbijartiye, ko çend nimûne ji berhemên wî wergerênim, li ser zimanê kurmanciya þêrîn, bi hêviya ko sûde jê bête wergirtin.

Sedemeke din heye, ko wê jî bi pêdivî dizanim, ew jî ew e, ko 2 nivîskarên kurd yên hêja (Þêrgo Bêkes û Selîm Berekat), hatin xelatkirin, bi wê xelata li ser navê Kurt Tucholsky, ya her demekê li Swêdê, didine nivîskarekî zorlêbûyî.

Kurt Tucholsky, di bin çend navên Psydunym ” nepenî” de, gotar û berhemên xwe dinivîsîn, ew jî ev bûn”Theobald Tiger, Iganz Wrobel, peter Patner û Kaspar Hauser”.

Di 09.01.1890 î de, li bajarê Berlin ê, ji bavekî cuhu, ko di bazirganiyê de dixebitî, hati bû li ser ruyê dinê.

Hîn ji biçûkanî dest bi nivîsînê kir û di sala 1907an de,  berhemên xwe belvkiri bûn.

Di sala 1909an de, dest bi xwendin mafnasiyê( Jura ), li Berlîn û Genf kir û di sala 1915an xwendina xwe ya Doktor ( Promotion) bi dawî anî.

Di salên 1911an de, , helbest, rexneyên toreyî û gotarên xwe di kovara ”Vorwärts”, ko zimanhalê SPD”Partiya Sosiyal demoqrat” li Elmaniya belav dikir.

Kurteromana xwe ya yekem, bi navê ”Rheinsberg-Einbilderbuch für Veliebte= Çiyayê Rhein- pirtûka wêneyan bo dilberê” di sala 1912an de belavkiri bû.

Hezkirina Kurt Tucholsky, ji þanoyê re çêdibe û dibe yek ji desteya rêvebir yê kovara ”Schaubühne” û di sala 1918an de, navê wê tê guherandin û dibe ”Weltbühne= textê þanoya cîhanî” û di sala 1926an de dibe sernivîser û þefrêdaktorê wê. Tucholsky rê li ber rewþenbîrên çeprew vedike û kovarê bi pêþ ve dibin.

Tucholsky, di sala 1918an de, kovarekê bi navê ULK derdixe û di sala 1920an de, bi hevala xwe re, Else Weil re dizewice. Di wê salê de, xwe têkilî siyasetê dike û dibe endamê partiya sosiyala demoqrata serbixwe (USPD)

 K. Tucholsky,  dibe bervedêrê(Avokat) Berliner Bankhaus di sala 1923an û di wê salê de, ew û kebaniya xwe Else Weil hev berdidin. Kurt, bi vê berdanê pir êþiya û rewþa wî ya derûnî nexweþ dibe, ji ber wê biryarê dide û derfet jî bo wî tê, ko biçê Parîsê û li wir bibe peyamhinêrê 2 kovaran ” Weltbühne û Vossischen”. Lê Tucholsky di van herdu kovaran de, di bin navên nepenî û cuda de gotar û nivîsên xwe dinivîse, li nasnameya xwe ya winda digere, bi taybetî, piþtî guhertinên siyasî û civakî, pey cenga cîhanî yekem de, li Elmaniya.

 Kurt Tucholsky, careke din di sala 1924an de, xanim Mary Gerold, dike hevrêya xwe û bo cara diwemîn dizewicê

Pirtûka Kurt ya bi navê (Pyrenärenbuch= Pirtûka Pyrenär. Pyrenär= navê wê xeleka çiyayên di nêvbera Ispaniya û Firansa de ye. Û Pyrenär bi Ibrî wateya= Nîvkendav werdigire), di sala 1927an de diweþîne û ev pirtûk ne kêmî gotarên wî yên rexneyî û satîrên wî, deng vedidin.

Di pey re pirtûka xwe ya satîrîk ya bi navê ” Elmaniya di ser hemî tiþtî re ye!”, digel çend wêneyan ji hêla fotografê wê demê yê bi nav û deng John Heartfield, diweþînê.

Piþtî vê pirtûkê dijmin û nehezên wî pir dibin.

Derxistina vê pirtûkê, bû sedema koçberiya di sala 1929an de bo Swêdê.  

Kurt  Tucholsky, li Swêd jî li ser berhemdariyê berdewam dike û romana xwe ya bi navê ”Schloß Gripsholm= dergehê Gripsholm”, di sala 1931ê de diweþînê.

Dema Hitler, desthilatdarî êxiste destê xwe, pirtûkên Kurt  Tucholsky hemî sotandin û jina wî xanim Gerold jî dest jê berda, dîsan tûþî nexweþiyên derûnî bû, lê herdem xwendin vehesîngeha wî bû.

Weha diyar bû ko vê carê tiþtekî nikarîbû derdên wî derman bike, lewra jî di sala 1935an de, li bajarê Hindas, li Swêd, xwe kuþt û rûpelek ji dîrokê miþt bi behremendiyê, miþt ji mirovayetiyê hate girtin û dawî lê hat, lê tevî wê jiyana kurt, ku 45 sal tenê bûn, kar û berhemekî pir û hêja bo mirovayetiyê hiþt, ew berhemên ko laqirdiyên xwe bi hemî rengê zor û zulmê dikir, û bi behweriyeke xurt digot bend û werîsê kedxuriyê kin e.