Merwan Othman

Burseyevanê sêyem ê Hannah Arendt e, li Hannover/Elmaniya

 

                                                  

 Hannover. 22.08.04.      Tengezarê Marînî.

Di 24.08.2004, nivîskar û siyasetmedarê kurd, Merwan Othman, seet 16.30, digihê bajarê Hannover, cihê ko biryar bi dana burseya Siyasetmedar û feylesof û perefesora Hannoverî  ya sêyem dabû. Merwan wê ji hêla þarederî û nivîsgeha kultûrê ya Neadersachsen ve bi fermî bête pêþwazîkirin û di cih de wî dibin mala Hannah Arendt, cihê ko lê jidayik bûye, ko li bajarê Hannover/ Lindenermarktplatz e û þahiyeke bixêrhatinê li dar dikeve.

 

Merwan Othman, nivîskarê sêyem e, piþtî yê Bîlerûsî Ales Rasanau û yê Kûbî Karlos Valerîno, ko vê burseyê werdigirê.

Bajarê Hannover ji sala 1998an ve, destpêþkeriyek damezirandibû, ji bo bajar bibe bajarê nivîskarên li welatên xwe zorê bi nivîsînê dibînin û mafê derbirînê qedexe ye.

Di sala 2000an de, bi peymanekê di navbera þaredariya Hannover û perelamana nivîskaran ya ko cihê wê li Ferensa Strassburgê ye, hate imzekirin û Hannover bo City of Asylum.

 

Di pêþwaziyê de, wê çapemeniya elmanî beþdar bibe, lê Presskonferensa di gel serokê þaredariya bajarê Hannoverê-dostê miletê kurd- birêz Herbert Schmalstieg, di demeke din de li dar bikevê û berî dema wê, emê, dîsan, nûçeyê bo çapemenî û ragehandinê û bi taybetî ragehandina kurdî ragehînin û daxwaza beþdariya wan di vê buyera giring de bo me kurdan bikin wek ko ev bixwe jî di roja 24.08.04, seet 16.30, li Hannover Hauptbahnhof daxwaz û hêvî ye.

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org