-
\"
Merwam Osman Zemala Hanna Arendt a sala 2004 werdigire\"
-
-
Hannover,
Tengezarê Marînî
-
- Initiativa
ko Hannover bikin bajarê ji bo Penabera wek gelek bajarên din li
Elmaniya û ” cîhan, di sala 1998an de hate damezirandin û
xwest, ko Hannover jî wek Berlin, Frankfurt/Mainz, Weimer û ên
Europa û Cîhanê, Göteborg/ Swêd, Amsterdam/Holland,
Besancon/Ferensa, Lausanne/Swiss, Passo Fundo/ Berazîl, Salzburg/
Austuria û Venedig/ Italiya, nîþanekê bi cih bîne, ko singa wê
ji nivîskarên Penaber re vekiriye û ala Tolerensê bilind dike.
Bi taybetî, ko Hannover bi xwe jî cihê çend Rewþenbîr û
feylesof û nivîskarên Elman ên hêja ye mîna Wilhelm Busch,
Leibinz, Kestner û Hanna Arendt nivîskar û siyasetmedara
Elman-Emêrîkî. Hêjayî gotinê ye, ko ev insiyatîv û ramana
damezirandina wê gur bû dema, nivîskar û rexnegirê îranî
Ferec Sarkûhî kete zindanê û hate serbest bû, di pey re Leyla
Zana û Ken Saro- Wiwa ji Neycîriya hatin girtin û rewþa nivîskaran
nexweþ dibû.Di sala 2000an de, di gel þaredariya bajêr û
perlemana nivîskarên navnetewî, ko yekem rêvebirê wê Selman
Ruþdî bû, ev xewn pêk hat û navê vê destkeftiya xwe kirin
Zemala Hanna-Arendt. Di sala 2001ê de, yekem zemalerê wan
-
Ales Rasanau
-

- Rasanau, helbestvanekî ji Bîlerûsiya” Rûsiya
Spî” ye, yekem zemalerê bajarê Hannover ê sala 2001ê bû.
- Rasanau, dikarîbû di vê salê de, bi azadî
û aramî nivîsên xwe binivîse û bi du zimanan Bîlerûsî û
elmanî biweþîne.
- Li vir çend pirtûkên wî hatin weþandin
ji wan: Tanz mit den Schlangen ” Dîlana bi maran re”, ko bi
elmanî ji piþtrenivîsîna nivîskarê elmanî Oskar Ansul e.Di
pey Helbestvan Ales Rasanau re, têkiliyên vê inisiyatîvê bi
P.E.N. a Elman û navnetewî re xurtbûn, çimkî rola P.E.Nê û
serpêhatiya wê bi nivîskarên tadeliwanhatî re pir e. Lewra
zemalerê diwan bi alîkariya þaredariya Hannover û P.E.N a
elman re bû mêvanê Hannoverê ew jî
-
Carlos Valerino
-

- Valerino helbestvanekî ji Kûba ye ew ji
sala 2003an ta miha 07.04 mêvanê Hannoverê bû û pirtûka xwe
a helbestî bi du zimanan elmanî-Spanî weþand, ko navê wê ”
Kevirê Sîsîfos ” Der Stein des Sisyfhos”.
- Hêjayî peyvê ye, ko pirtûkên têne çapkirin
li ser hisabê þaredariya Hannover û inisiyatîva Hanna-Arendt
e.
- Zemalerê sêyem nivîslkar û siyasetmedarê
kurd e
-
Merwan
Osman”Royarê Amedî”
-

- Merwan
Osman, wê mêvanê bajarê Hannover be ji 01.09.04 ta bi meha
09.05an be. Inisiyatorên zemala Hanna-Arendt dibêjin em pir kêfxweþ
in, ko Merwan Osman girêdanekê di navbera nivîsînên edebî û
karê siyasetê peyda dike, û ev bi xwe kar û barê feylesof
Hanna Arendt bû.
- Hêjayî
gotinê ko berî nuha jî 2 nivîskarên kurd hatibûn pêþniyazkirin
- •
Leyla Zana , lê mixabin nikarîbû ji ber
sedema, ko di zindanê de bû.
- •
Mihemed Hemo, Helbestvan û nivîskar, lê
mixabin, nivîskarê Kûbî deng bêhtir anîn.
-

-
- * Di 14.10.1906 li Linden
/ Hannover Ji dayik bû.
-
- Piþtî ko bavê wê
nexweþ ket, vegerane bajarê xwe ê berê Königsberg û di
maleke sozialdemokrat de perwerde bû
-
- 1913 bavê wê bi êþa
Syphilis wexer dike.
-
- 1920 Martha Arendt dayka
Hanna mêrekî din bi navê Martin Beerwald dike û ê dî di
gel dayka xwe li ba zirbavê xwe dijî.
-
- 1924 Bekeloriya
(Abitur) werdigire.
-
- ji 1924: dest bi xwendina
zanîngehê dike û beþê Philosophie, Theologie û
Philologie klasîkî (Grîkî) li Marburg, li ba 2 mamosteyên
Philosohie ên mezin Martin Heidegger û Rudolf Bultmann, û
li Freiburg/Br. Li nik Edmund Husserl (1858-1938) û ji
sala 1925 li Heidelberg li ba Karl Jaspers.
-
- 1928/29 Promotion li ba
Japsers: " ciwantirîn têgeh li ba Augustinus ".
-
- Hanna Arendt
dikeve bi kartêkirina Bûnewrî (Existentialismus) û
diyardeyaniyê (Phänomenologie).
-
- 1929: mala xwe dibe
Berlin û bi Günter Stern (Anders) dizewice.
1930-1933: lêkolînana li ser Romantik a Elman çêdike.
- Lêkolînên
wê di sala 1959 de, di bin navê"Rahel Varnhagen. De têne
weþandin, ew jî jiyana jineke cihû di dema Romantîk de
ye.". ji bo Hanna gengaþiyeke zor giring bû, di hêla civakî
de, ko yeke Elman li ser rewþa cihûyekê binivîse, çimkî þert
û mercên civakê hatin roxandin, ew civaka dixwest hemî tiþtî
asîmîle bike. Xanim Arendt di rêya philosophiya Bûneweriyê
de, lêkolîna xwe bi dawî anîbû.”
-
- 1933: demeke kurt li ba
(Gestapo) tête girtin.
-
- 1933 bazdide Ferensa, di
rêya Karlsbad û Genf re. Û li ser wek þêrwerkareke civakî
li nik gelek grûp û komeleyan kar dike û di wê demê de
Walter Benjamin dinasê.
-
- 1935: Geþta wê a yekem
bo Felestîn.
-
- 1937: zewaca wê bi
Anders re têkdiçe.
-
- 1940: bi Philosophê
Elman Heinrich Blücher re dizewce.
-
- 1940/1941: koçber dibe
û bi mêrê xwe û dayka xwe re di rêya Marseille (1940) û
Lissabon û diçe USA. Li wir di kovara heftaneyî
"Aufbau= Avakirin" û kovara "Parisian
Review" di gel hinek nivîskaran weshand.
-
- Her di sala yekem
de, rikberî kete navbera wê û tevgera Zionîzmê, ji ber di
bîr û baweriyên xwe yên siyasî de, li dijî her sîstemeke
Totalîter bû û ew bîr û bawerî di gel bîr û bawerîyên
wê ên Siyasî- Philosophie ne digunciyan.
-
- Hanna Arendt banoreke
mezin li warê siyaseta Philosophie di sedsaliya 20an de kir .
û bi taybetî Thêsa wê ” Diyardeyên Totalîtarîzmê û
kêþeya Modernîzmê û modernîzim wek qeyranekê”. EV bîrdoziya
ko ne tenê behsa Qeyran û kêþeya çarçeweya kevneþopiyê
a xwetêgehîþtinê di navbera mirovan de dike, lê belê
behsa hemî cîhanê û têkiliyên wan bi hev re dike.
-
- Hannah Arendt herdem ewthêse
tanî rojevê. Sîsika baweriya wê digot: ` Havîbûna cîhanê
û xwehavîkirin wek Marx bawer dikir, ko ev nîþana dema nû
ye.(Vita activa, S. 249)."
-
- Ji wan serpêhatiyên xwe
Hannah Arendt bîrdoziyeke nû ko navê wê kire ” forma nû
ji têgeha siyasetê re”Theoriya komarê û damezirandina
karênji nîþka ve bi danûstendeneke hevbeþ”
-
- 1944-1946: Seroka grûpa
Lêkolîneran (rêvebir) der "Conference on Jewish
Relations= Konfiransa cihûyan bo pêwendiyan"
-
- 1946-1948: Weþanger li
Weþanxaneya "Salman Schocken " (Schocken Books)
-
- 1948: Mirina dayka wê
Martha Beerwald-Arendt.
-
- ji 1950 di pirtûka xwe
de ” Derbasbûna nav siyasetê" kar dikir ta 1959 û di
wê salê de pîlana wê tewaw bû û di sala 1960 peymanekbi
weþanxaneya amerîkanî danî. 1950/1951: bû hevwelatiyeke
Amrîkî
-
- 1950/1951: pirtûka xwe a
bi navê "The Origins of Totalitarianism, New York
1951" weþand a ko pistre bi Elmanî bi navê
("Elemente und Ursprünge totaler Herrschaft, 1955= regez
kevin ên desthilatdariya giþtî"). Hanna di vê pirtûka
xwe de, girêdanek di navbera þertên pêkhatina totalîtara
welatên nationalîst ê sedsaliya 19an û Antîzîmîtizmus
de çêdike. Hanna bi vê Têgeha xwe Totalitarîzmus ezmûna
avahiya wekheviya di navbera Faþîzmus û Stalînîzmus diyar
dike. Bi vê bîrdoziya xwe Hanna Arendt, dibe yek ji ên
siyasetzanên herî giring di cîhanê de, ko xwedî bîrdoziyeke
taybet e.
-
- 1953-1956/58: Pir semînaran
li Princeton, Harvard û "New School" dide dibe
Professur li Brooklyn College li New York.
-
- 1954: Professur
li University of California li Berkeley
-
- 1957: "Fragwürdige
Traditionsbestände im politischen Denken der Gegenwart. Vier
Essays, Frankfurt 1957"
-
- 1958: Arendt dibe endama
Deutschen Akademie für Sprache und Dichtung Akadîmiya elmanî
bo ziman û helbestê
-
- 1958: Xelata Aþtiyê a
pirtûkê wergirt.
-
- 1959: professora mêvan
li zankoya Princeton
-
- 1959: Lêkolîn wek pirtûk"Rahel
Varnhagen"
-
- 1959: Xelata Lessing a
bajarê Hamburg
-
- 1960: professora mêvan
li zankoya Columbia
-
- 1960: "Vita activa
oder vom tätigen Leben= jiyan ak an jî ji jiyana di kar
de". Li vir Hanna Arendt sê çalakiyên mirovane ji êkudo
cuda dike: Kar, Bikaranîna Kar û danûstendin bi kar re.
Arendt ravedike, ko ji destpêka modêrnîzma kar ji bo barê
azadiya bazirganiya siyaset bilind û giran bike.
-
- 1961: Pirtûka wê ” Di
navebera Rabirdû û dahatû de= Between Past and Future"
-
- 1962: Bûyereke zor û
nexwesh bi Taxi li New York.
-
- 1962: Seredaneke
Europa bi Heinrich Blücher bo Grîkstanê û Italiya
-
- 1962/63: " On
Revolution" ("Li ser þoreþê = Über die
Revolution") û "Eichmann li Jerusalem. Reportajek
li ser li ser savabûna þerxwazan." (= Daneheva gotarên
sala 1961ê = Sammlung der Artikel von 1961)
-
- 1963-1967: Professora bîrdoziya
siyasetê li Zanîngeha (University of Chicago li Berkeley )
-
- 1966: 60. jidayikbûna
wê û destpêkirina hevaltiya di nav wê û Uwe Johnson de
-
- 1967/68-1975: Professor
li "New School for Social Research" New York
-
- 1968: "Men in Dark
Times= mêrên di demên tarî de"
-
- 1968: cihgirê rêvberê
1ê li Institute for Arts and Letters.
-
- 1968 Di vir de dema
nerehetî û xwepêþandanên xwendekarên zankoyan li Europa
û Amêrîka çêbûn, pir sûde ji bîrdoziya Hanna kirin
-
- 1970: Oktoberê: Heinrich
Blücher wexer dike.
-
- 1970: pirtûka wê
"On Violence" ("Desthilatdarî û Zordarî=
Macht und Gewalt") tête weþandin.
-
- 1972: pirtûka wê
"= qeyranên komarê = Crises of Republic"
-
- 1973: Arendt dibe endama
serkirdayetiya navenda PEN Amerîkî.
-
- 1974: êþa dil pê re
çêdibe.
-
- 1975: Seredan bo Europa
bo Marbach, Tegna û Freiburg nik Heidegger.
-
- + 04.12.1975: wexer dike
û li New York tête veþartin
- Di
pey wexerkirina wê re pir tiþtên bi nirx bi navê wê çêdibin.
-
- 1992: Bîranîn û
gotarên wê ên ji 1926-1969, di pirtûkekê de têne weþandin.
-
- 1993:
Hannah-Arendt-Institut li Dresden dest bi kar dike.
-
- 1994: Xelata
Hannah-Arendt li Bremen
-
- 2000: Navenda
Hannah-Arendt li zanîngeha Oldenburg tête dameziran.
-
- 2000:Hannover cihê
jidayikbûna Hanna Arendt dibe bajarê nivîskarên ko di
ber bîrû baweriyên xwe tadê dixwin, dibe bajarê ji bo
penaberan û salê nivîskarekî tade lê hatî bo maweyî
salekê vedixwîne, bo bi aramî binivîse (Zemale)
-
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org