Qamiþlo

 Tengezarê Marînî 

Kevirên kînê derengmayîna te hiþyarkir

Li xaka evînê sor sor belav bû.

Soregulên hêsirên dayîkan, lîlandina felekê guhên ezmên qulquland.

De lêxe berxê bavê mino lêxe

Dê lêxe siwarê min lêxe.

Ji çavên xezebê reþbaran dibare

U ji çavên te þevnem dibare, welatê min avdide,

Darên azadiyê bel dibin, disitrênin

            “Welatê me Kurdistan e

           Cih û meskenê kurdan e

            Her mêrekî bi sed mêran e”

 

Tuxûbên tirsnakan, teng bûn, tuxûbên te berbi asoyên vekirî ve,

gulzarên xwe hilokirin.

Kaniyek ji ava serhildanê bi jor jor ve hildikiþe.

Tu tê pakrewanê min û bang dikî :

Va li vir im, zindî me, we zindî dikim,

zindîbûnê bi xwe re radikim û we bi xwe re dispêrim zindîbûnê,

li ser zindîstana evînê bi hev re dibêjin:

            Ey þehîd þehîd

            Þehîd tu namirî, þehîd tu namirî »

 

Siwarê min, te pencer li me vekirin, þevên dirêj birrîn,

bi roniya bajarê evînê,

serî li Mehabad,

Hewlêr,

Sulêmanî û Amedê dan.

Deng hat, bilind bû bangkir:

            Kurdistan çar parçe ye

            Qamiþlo Helbeçe ye“

 

Kurdaxa min bi hawarê ve hat,

Mizgîn der bû Mezgîn hilat,

Mizgîn bûka Kurdistan,

Bisk û tembûrîkên xwe þehkirin, berdan,

ji bo xatirê te Qamiþlo, kirin nêrdewana evîneke nemir,

çavên mêrxansan pê melhemkir sûnda xwe xwar:

            « Yan Kurdistan yan neman“

 

Çavkaniyên xewnên te dipeqin, dipijiqin,

serê sirûdên me dixemilênin.

Hêsira min a pêþî hingifte jêrzemîna kenê te,

bendîxanên reþ te ronîkirin.

 

Dastanên qehremaniyê ji ser girnijîna lêvên te bar nakin.

Çilmisîna te bi cegerdariyê miþt bû,

reþgirêdanên dayîkan kesk vedan.

Te em hînî nexatirxwestinê kirin û bang kir:

               Min divê her tim bilind be

                ala rengîn kesk û zer”

 

Ewrên miþtduman te belawela kirin,

bi evîna xwe a ji matayînê, perengên dilê me bi kulîkan giyandarkir.

Robarên me, îro zelal in, ji velerizînê,

gulgenimên peyvê ji newrôzên Adiyan re amade dikin.

 

Hawara te,

çarçirayên vemirtî vêxistin,

Qele û minareyên ji hiþketî saxkirin,

Ameda bedenkirî bi hêrzkir,

Dêrsîm li dengê Seyid Rîza zivirand,

Pîran mû bi mû sipî xemiland.

 

Te Kobana minî delal qet ji silava xwe bêpar nehiþt,

rengê agir, di sînema Amûdê de, te vegerande sipî û te qîr da:

            “ Kurdistan yekparçe ye,

            Qamiþlo Helebçe ye”