Rê
li wan negire,
bila
bibarin ev rondik.
Ma
ne bo rojeke wilo pûþt in?!
Bila
li bîbîkên xewnên xwe rengan birêsin.
Bila
sefera me ji kelem û indekoyan miþt be.
Kozîdankên
sûnda oxira me,
ji
lêvên xwe kizîrên xemê vemalin.
Silava
dawî li xatirxwestina min û te vekolin.
Ma
çi maye, di qûnaxa bextê min û te de ?!
Revend
î tu,
revend im
ez,
þîna
xewnên revendan in tu û ez.
Gazindên
berbangan li tuxûbên te, revend in.
Li
miþextiyê,
kezîkura
deryayê li þûn xwe dihêlim,
awaza
kelehê bo min û te ye.
Sihirbaziya
tiblên min,
dihingivin
kotira beyabanên taristanê.
Xurû..
Xewnerojk
in, xewa me.
Kendalên
þevên te,
dilê
min têr girî dilorênin.
Dîdarên
qehpetiya girnijîna te,
li
rêka kadiza..
pasvanê
hêrîna Bozê Rewan in.
Bêhûde
ne, nefrînên we.
Yên
keleþgewra min,
kevza
dara berû ne,
Li
goþeya henasa min,
Duhoka
te,
xemla
kenogirya min dibarand.
Xwîziya
min ,
ji kirasên
te,
zîna te
dixwend.
Gara
û Metînan,
rondikên
min û te vemaliþtin „Mihsin“ê min.
Temîniya
min bighîne cih!
Zêgeha
te ye cana min.
Sînga
gumanan hilweþêne.
Keleha
sawa min te dagîrkir.
Xerîbiya
min,
yariya
xwe dispêrê rojê tên.
Bêriya
min li te rast têt.
Razên
xwe dimijim.
Bêhinvedana
min,
bêhinvedana
te..
di
çinara þevên wî bajarî de..
bêvirî
dis
ti
rê
nin.
Hannover,
02.01.2003