Sarah Kirsch

Sarah Kirsch

Amadekirin û wergera Tengezarê marînî

 

Sarah Kirsch di 16.Nîsanê, sala 1935an de, li Limlingerode/Südharz ji dayik bû û niha li Iyaleta Schleswig-Holstein dijî.

Xemgînî, cirnexweþ, veþartî û bi serê xwe, cegerdar, yarîker, kenok û ji dil, jiyana helbestane ya Sarah Kirsch dirêsin û vedihûnin.

 

Piþtî tewawkirina xwendina xwe, Sarah Kirsch di pir cihan de kar kiriye. Sarah, helbest, rêportaj, çîrokên zarokan, werger û kurteçîrok nivîsîne û dinivîse.

Suruþt û civak, têkiliyên hundirîn ên hûr-helbestane di deqên Sarah de rû didin.

Xwêner, zorê nakêþe ji bo ko di helbesta Sarah de, têbigihe.

Sarah bi xwe jî weha bîr û baweriya xwe li ser helbestê tîne zimên:

Di destpêkê de nûser bo xwe dinivîse, û hebûn, diyarde û bûneweriyên xwe derdibire, bi þûn de kar li ser deqê xwe dike, dinijinîne, êdî dixe mîzên û þihîna hunerî û ciwaniyê û ji xwe dipirse: - Gelo ev helbest bo tekane ye, fer e, kesayeî ye? Eger nivîskar bibîne, ko ev helbest pirîvat e, ji xwe cihê wê selika gilêþê ye, ji ber pêdiviya xwêner pê nîne û wî têkildar nake”

 

Bêguman, ev bîr û bawerî cihê guftûgo û gengeþê ne, lê ta çendî ev bîr û ra di gel helbest, dahênan û rola wergirtina deq û ciwaniya wî digunce, ev cihê behs û vekolanê ye.

Sarah li vir bi tinê ranawestê, lê her berdewam dike û dinivîse:

Min çend parizdank bo xwe avakirine. Dema helbestekê dinivîsim, bi hûrbînî lê vedigerim. Ev tê wateya ko li ser deq kar dikim.. lê ya rast û durust ew e, ko çend hevalên helbestvan hebin, ên di helbestê de têgehiþtî bin û baweriya wî bi wan hebe.”

 

Sarah Kirsch 10 salan hevjîna helbestvanê elmanî Rainer Kirsch bû.

Di sala 1976an de, di gel hijmarek ji nivîskarên elmana rojhilat a berê (DDR), beyannameyek imze kirin, piþtgiriya helbestvan û hunermendê elmanî rojhilatî Wolf Biermann, dema ew ji hevwelatiyê avêtin.

 

Sarah ne navê wê ê iseh e, ´navê wê Ingrid Bernstein e, lê di bin navê sarah de, helbestên xwe yeke-yeke dinivîsîn. Ji xwe ev rewþa pirtirîn nivîskarên, ko di welatên ne azad û ne demoqrat de dijîn.

 

   

 

Berhem:

 

·        1946 ”Gespräch mit dem Saurier = Guftûgo di gel Dînasor”,

·        1967 ”Landaufenthalt= rûniþtgihmana Welat”

·        1973 ”Zaubersprüche= peyvên seherdar”

·        1973 (bayê Piþtê = Rückenwind )

·        1979 "Der Dichter M. im Grünewald= Helbstvan M. di daristana kesk de"," "Viele Farben= pir reng."

·        1979 Drachensteigen bi kurdî “ Goya bi ser dikevin.

·        1980 Erklärung einiger Dinge  „Ravekirina hindek tiþt“.

·        1982 Erd-reich „ Dewlendiya xakê“.

·        1983 Papiersterne „ Stêrkên kaxezî“

·        1984 Katzenleben  „ Jiyana piþîkê”.

·        1988 pexþan "Allerlei-Rauh. Eine Chronik= curecurên bê bêhintengiyê- Dîrokname".

·        1989 "Schneewärme = germahiyên berfê"

·        1990 wêne- bîranîn "Spreu= Zilor= Qirþqal"

·        1992 helbestê "Erlkönigs Tochter=Keça þah Erl".

·        1994 "Das simple Leben= jiyana sade" pexþan û helbest

 

 

Xelat:

 

·        1973 Heinrch Heine

·        1976 Petrarc ya toreyî

·        1980 Austuria a toreya welatên Europa.

·        1981 Roswitta ya bajarê Bad Gandersheim

·        1985 Hölderlin ya bajarê Bad Homburg1

·        1988 Xelata Toreyî a bajarê Mainz û xelata huner ya Schleswig-Holstein

·        1993 Xelata Peter-Huchel Ji bo pirtûka "Erlkönigs Tochter=Keça þah Erl" wergirt.

·        1996 Xelat bi 60.000 D-Mark ya Büchner ya akadîmiya elmanî ji bo ziman û helbestê. Herweha ya Birayan-Grimm pileya Professur li zanko û dibistana bilind li Kassel.

·        1997 wergirtina 25.000 D-Mark wek xelata Droste-Hülshoff ya kombenda zeviyên Westfalen-Lippe

 

1. Pirr

 

Çî din hîn heye?

Du çav, belkî sê:

Cênîka wê li ser ya min,

ban ji serê mêvanxanan radikirin,

spîndar,

çilo, çiya

giya

 

 

2. Lehî

 

Neynika reþ, doppel-zevî ciwaniya yarîkaxezan

Ewr silavê li hevcêwiyê xwe dike, asîman xelekek e

Êlek, du zerezengên her darekê.

Ez bedena te me, tu bi xwe re dikenî.

 

 

3. Cotyar

 

Cotyariyek bi lingekî çerixkirî

Dabû nav firêza komirê, kumê xwe dihejand

Mîna ko bi kêf be;

 

4. Neynik

 

Neynika vala li mal.

Ne kesekî dêmekî ciwan. Ewr

Xwe tînin nav de. Ên milahîm, ên gewir,

ên bêhesab birûsklêdan in. Mîna ko

ew di  cengê de be.

 

5.Tenêtî

 

Pîrejinên li ber xaniyên sor

kêmguhpêdanên sor dar þikandibûn

Bi comerdî, çayê bo min anîbûn.

Lalîk vegerandibûn, kiþandibûn

Guhêzgeh û çavdêrîgeh

Di piþta perdeyên xiþrokî vala de.

 

 

 

6. Don Juan berî nîvro tê

 

Don Juan berî nîvro tê

Weha di telegrama xwe de nivîsîbû tiþta

Hiþtibû biramim, min heyv hebû

Pîlan kiribû avweþînk niha

Pir dem nemabû ne carekê çav

Mezintir nîgar bikin lingan neþon

Rawestiyabûm li cihê ko wê dest pê kiribû bajar ew dîtibû

Di qapûtê ber bi ba diket de li ser duçerxekî cirîdê de

Destmala spî ji ser milan pirpirî

Jihevnêzîkbûna lêvan pekiya bû û çav

Xewir bûn min jê pirsî bû

Ji bo çi ew weha bi kêf e û bi þûn ve bawermend e

Hevdîtineke bi bedewiyê re

Ax çi dîtiye wî çerx  berware(Xûz) danîbû

Li ber bayî kum rakiribû

Em herdû êxistibûn  ser giya kartêl

Dest pê kiribû da hêja bibe balindeyekî ji laj(me,iden)

Kiþandibû li ser destpêkê bistirîne

Dema ko cur bi cur mijara Mozart pêxistibûn

Ez dizanim wî gotibû û

Hemî qawin

Sîstemên ekter Schönberg û

ez dê te aniha.. û ew dê baþ bibe.

 

 

7. Þev tiliyên xwe dirêj dike

Þev tiliyên xwe dirêj dike

Ew min di mala min de dibîne

Di bin mêza min de rûdine

Zikxiþkê dike, dê mezin bibe, xwe dipêçe

Û keldûman melevaniyê dike di boþahiyê de

Li xwe zêde dike, dibe dareke bedew

ya bi hêsanî dikarim biþikînim, ez yeke nû dikêþim, êdî

Dê hemî hezhevalên xwe, ên li ser tiliyan têne hijmartin,

ji hesab bavêjim.

Pirr tilî ne, ên min ko hene, kêm heval mane

 

Dirêj dike þev tiliyan

Dibîne, ew min di mala min de

Keldûman melevanî dikir, di cîgehê vala de

mezin dibû, dibû dara

miþtbelg bi peyvan

Peyv nêzîkahî li zûhabûnê kiri bûn

Kelek melevanî di nav þivîlan de dikirin,

ên ez vê rojê nema hildikiþim ser wan.

 

8. Gund.

Êvar bû, bêdengî gehîþtibû gopîtka xwe

Biraþtokê kunen xwe kerr kiribûn,

Li ser kendal

Dara maziya li pêþ asîmanê soravê

reþ rawestiya bû.

Ez hatibûm gund,

ji coyê di nav zeviyên çirîskane de çûbû,

stêrk û kevir ronî didan

di malan de, ronahî gurr dibû

toza dêrandî li kolanê

di bin lingan de,

mehfûrê havînrojê,

girêkan ji dergehekî radigihîne ê din.

 

9. Min xwesti bû þahê xwe bikujim

 Min xwestibû þahê xwe bikujim

û dîsan azad bibim. Bazinê

ko dabû min, ê navekî spehî

Li ser bû

min jêkir û peyv avêtibûn, ên min çêkiribûn

Bide berhev

ji bo çavên wî, deng, ziman..

Min þûþeyeke vexwarinê vala ava kiribû,

Dagirtibû, berpeqînan, ji bo ew herdem nêçîr bigirtaya. Da

dijdarî temam bibûbaya

Min dergeh girtibû, çûbûm nav mirovan,

destbiratî li malê curecur girêdabû,

Belê azadî nexwestibû,

mezin bibûbaya

Ew heyok, giyan parçeyekî demoqratî ye,

ne tenê bêdeng mabû, nerimtir bibû

Dîlan gêrabû, dema min

serê xwe li dîwêr xistibû. Min nîq þopandibûn

Li xaka dijî wî peyivî bû, min sê bendên kêm di tewankê (Misenef) de, komkiribûn.

Newekhevî, min derew jî

kiribûn. Di dumahîka dawiyê de,

heme min xwestibû xiniziyê lê bikim.

Ez lê geriya bûm, bo pîlana xwe

bi dawî bînim,

min yekî din maçî kiribû, daqena

þahê min hew pêrgî wî hatibûya.

   

10. Zivistan

 Ez xwedanasînê bi xwe re dikim, di vê demê de

xaniyê ko

bi kêmanî sê nifiþ ji mirovan

dîtibûn, pencerên wan her vekirî bûn

li jor niçik”Xilozî”, dep zirav

hemen bo belgekarên di qazanan de çêbibe

 

Dîwar

mîna daran giloveriya salê

Radihêjin çînên kaxezên dîwaran

li jêrtirîn terzê xortaniyê, di navberê de

kelevajiyên nûçeyên rojnameyan

xwênerên matmayî bo hevalan

 

Du xêz Reichstag* sotayê piþt re

heyho hîn jî kaxezên dîwaran, pîþedest

sist bibû. An jî nêrîna banan ” hemen parçek asîman”

berî min jî di hizra wan de bû, bi guman

mîna befir û baranê, reþiya qîrê li hewþê,

dîwar ber bi sore ve biribû

hindeke din

gerek e bibînim, piþîkek

çend salan di gel min bû, çi

ji min dizane, ew hez ji parfüma min dike

an jî li vir baþ rûnanim, lê

ez hînî sebrê bibûm, dema biçûk bûm li

nik rengê avê:

            mirov bendewar namîne, dîmen winda dike

û carnan

dilê min xwe dilivîne di werîsên daleqandî de.

 

Wisa ye, dema devereke bêgane bibînim

Bo min li ser mêrxasan bipeyve an jî

Pirsekê bike;

Ez hez ji kurkê xwe ê cotyariyê dikim, ji cezmên xwe

Û ji dêmên xwe ê xemgîn.

 

* Perlemana elmanî ko ew navê wê ê kevin e.

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org