Tinaziyên xewna Koçberberekî

 

Xapînoka ciwan e.

Ji wî xopanî were der.

Vedenga sist î ji toza pendan.

Dakeve nêrdewana kefen,

ji êþa peyvê ye kenarê demê.

Kofiya ji silava rewrewkê westiya,

hilata maça birîndar e,

tariya xwe himbêz dike.

Tu stirana xewneke bakur î,

pîjan di mirinê radikî,

bo ezmanekî ji hejîran biknîne.

Çi ar e,

di niviþta xwe de vediþêrî?

 

Rûdana kenê te,

di tîpên navê min de,

dilûsin.

Torînê min:

Ji jibîrkirinê teniktirî û

di windahiya min de,

pars dikî!

Li zeviyê kaxezê û

divîte tême dardan,

di çavên þevê.

Hilperka meyê bû,

kovanên qozeqerê dispêrim xamoþiya berbangê.

Gavên te..

birçiyê mêziyeke bê ser û ber in.

Bedewiya xwe bi min dadikî,

êvareke tî,

ji hetîketiyan

bi ser dilê min de digindirênî.

 

Li wan afretan bibhure,

weyneyên xwe tûj dikin.

Li demê  temaþe dikir,

çîroka valahiya xwe

ji peykerê azadiyê re dirist.

Kefa leylana firmêskên te,

lavija xem û azaran in.

 

Zeviyekî dewlemend î,

bêciriya tiliyên dema dirêj î,

cîhan vedigerînî bîreweriyan.

Perîþaniya çavên ezelî me, 

bêvirî û serberdayî mîna qîrekê.

 

Tem û moranên gulên berbero me,

þêtekî ziwa me, ji bergên pitûkê,

binpêkirina bayê sûnday î.

 

Kalo bang dikir:

-qurbana çavên we me werin.

-Serxweþ werin.

-Bêdengno werin.

-Þêtino werin.

-Bêzingil,

bê duman werin.

 

Navekî din hildigirî.

ji nalîna rûbarê xwe,

mitalên kofiya min,

dihedinînî.

Ji hemî Pirsan re vekir î tu.

Çarcewa asoyên xwe bernade, radikeve.

Êvar tenik bû, 

tozê dest bi sirûda girî dikir.

Hinavê min,

li ser nalîna Tirbespiyê hêlîna xwe radaye

bi sêvên xelatê serêþa xwe daye hev.

Siwar im,

ji ciyê,

befra Sine me,

quncira revê.

Van þefaqan,

wek zimanê þevê diçînin,

serî li hêviyan berde.

 

Êþ im.

Roniyê didim windabûnê,

bi pencên xwe þevneman dax dide.

Poþmanî dawiya dilþewatê ye.

Elendê vediþêrin.

Binaxa destpêka jidestxweçûnê,

yariyan dike

Xewna min e,

soza xwenenasiyê ye.

Zimanê sûnda bêrîkirina êvereke xilmaþ e.

Tu sîka ba yî û kefa derbederiyê yî,

xaviya xwelîsereyeke kevinar î,

bê hedan î.

Ez,

te pêdixim,

giyayê tiliyên þeva te

serxweþ dikim.

Di dojeha divîteyê de,

tawisê min vediciniqênî.

Di mestiya vê tirsê de,

mêraniya tîpên pêla asoyên xwe..

bi nalînê diteptipênim.

 

Tu navê  xewa þiyar î.

Ji bêxewiya xwîna min direvî.

Di hicrikên Tarîstanê de,

bîranînên we bêhin dikim.

Ji xewa xwe dakeve,

binêre çawa welatê min,

bi þahiya razanê þa dibe!

Bîrhatinên min vekin,

rûpelên dêmên min ji ser hev hilênin:

 

Bi kefê laþê min bihûnin.

Di navbera min û we de,

leylan e,

zingilê þevê diþke.

Diqîrim û diqîrim,

zimanê min xwîna min e,

stirana min bêdengiya min e,

Sibeha  berbiskên Zîna Zêdan in,

li hewîrdora Memê Alan,

fira qehwa sefera dawî nîgar dikin.

 

Li van kolanên bêdeng,

li ser  kevza welatekî ji êþê nimêj dikim.

Ne deng heye, ne jî ba tê.

Welat e,

xewnên þermok,

Elendên te birîndar dikin.

Doz bar dike,

lehî bê biryar e,

ji termê kevir diþêle.

 

Dîlbera min :

-Xwedawendê pariya ye,

mizgîniya windabûnê dide min û te.

Em nifþê jibîrkirî ne.

Kinêra asoyên zirz in.

Asîman zindan dikin,

xakê berdidin û..

mîna sîkê têne jêêêr.

 

Tutinê bîne

meyê bîne,

digel hêsirên min,

mûma þevên xurbetê ne.

Dînîtiya xwe..

li ser bêdengiya vê nivîsê belav dikim.

Dipirsim,

li pelên ewran mukur têm.

Di neynika xewnên te de,

diþkim.

Ji girêdana vedengê direvim!

Diqîrim.

Li ser wan rêçan

min hêsirên xwe jibîr kirin.

Li ser wan latan

min birçîbûna xwe kolaye.

Ew baran e,

ji bin mijankên

min xwe berdide.

Di bêkesûkûsiyê de,

li ber..

piyê xudayekî giran,

roniya te bi mirinê

geþ

di

kin.