Wisa

 

Çavnebariya þevê bû,

di lerizîna lêva

kovanistana xemkêþanên min û te de,

te revand û bi ser min de

berda.

Ji baskên min,

te devlinga xewnê berda,

gehîþte min,

min bi ser sîbera bejna te de dakir, 

westana xunafa sibehê

belawela

kir.

Þev e,

di arama zengelora nivêja þevçiraxên revend de,

xewnên dûrketî,

biyava þikestinên

awirên min û te bi xwe

d

  a

    d

      i

        k

            i

              n.

Xwîziya hilimvedana sorgulên serxweþ,

xemla viyana min û te,

ji damarên, kolanên xerîbiyê

dikêþan.

Di mirina..

kildanên þevek e li xwe heyrî de,

tiblên zêmarê,

di Qendûra te de,

ez vedilorandim,

ji kabûsên hetavê re

dikirim giya..

Pala xwe bide wê pencerê,

bîra te

li ser

kulîkên birîna min,

pencên xwe

seqa

dikin..

Tariya xwe

di tenêtiya min de,

belav bike,

sirûdên me

diqîrin.

 

 

Vedenga sîka þêtiya bejna te,

xwe

li tiliyên min

badidin.

Giriyê min,

xwe bi te

di

çe.

Þeva min û te reviya,

ya xwe bi me kir.

Li wir,

nefesa min î dawî ,

azad

dibe.

Ji wir bireve,

min bayê dînîtiyê bo te anî,

spêda te bi rondikên xwe

diþom.

Her tiþt nayê,

rêka me agir e,

li ber

dergehê hukumdarekî, tirsê

di

xe

nin.

Tu dibêjî :

Newêrim.

Ez dibêjim :

Newêrim.

Wêrekiya sirûdên asîman in,

kelogirya

li ber xatirxwestinê,

di keþtiya mirinê de,

xwe ji çavên min

vedi

dizê.

Bêne bîra xwe,

wê spêdê,

nîþana min,

qeftek gul bû,

te,

jê hez kir,

zer bû..

zer.

 

 

 

 

Te kulmek ramîsan,

li ser

çavên min neqiþand,

asîman..

dest bi lorîna xwe kir.

Lêvên te,

xwe ji maçê neberdan.

Çavên min,

sikirê rondikan

v

    e

        k

            i

     r

i

n.

Nameyên te dixwînim,

sebra xwe bi wan tînim.

Warekî  vala ye.

Þeva bêdeng:

- li vê koçkê,

mêvanê xama min î,

dagîrkera hizra min î,

vedenga spîtiyê ji valahiya xewna min,

li xunçeya peyvhûnanê,

têhna min, te

derizand,

dîmenên þeva miþt î,

þev

vene

geri

yan.

Hêrzên tenahiya min difûrin,

ji hiþketina pencera bobelatên min û te.

Berbang, tayê xwe,

radixe,

Ne bêdengiya mijankê toze,

ne jî comerdiya girî..

li dergeh dide,

bardikim,

li goþeyên tekaniya demsalên te,

di babelîska bêdengiyê de,

li ser

jiyanên jibîrbûyî,

ristên xwe

amade

dikim.

 

 

 

 

Die gel rojê,

sûnda xwe

li ser

termê helbestê

kil

di

kim.

Pêlên gavên min,

xwîna ciwaniya spêdê,

li ser refikên þalûlan,

di bêvegeriyana min de, 

li xewnên xwe

vedikolin .

Reþgirêdana te,

serperþtiya..

vedenga bêhinçikandina min dikir.

Te,

li min venegerand,

rondikên min,

dilê xwe ji te

girtin.

Bedewiya te,

xemsariya te,

þeva min

sti

rand.

Reþgirêdana kenê te,

qûnaxên xatirxwestinê,

bi xemgînî

nîgar

dikirin.

Ji xwe,

min, ev ji te re ne gotibû:

- Ma ne tayekê ez girtim û yêkê  ez berdam,

bendemana min

talan kir.

Dilsariya..

asîmanê tiblên min,

ji çelmisîna

niqe-niqa çavên te;

sinorên kêferata qublenameya diltengiya þevbuhêrka me,

d......i......r......i......s......t......i......n.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Þîngirtî ye;

berbejna çeperên

di bin çengên te de;

ji qurçîna bask û perên te,

biþukujên tirsê;

dispêrin kendalên têhna min.

 

Seqema darbestê,

gunehbariya min û te,

di vê þeva zilomat de,

bêvirî

dikê.  

 

 

Hannover. 26.03.2003