çend henasek

 

Trife doski


17/07/07

 

 

(1)

Tu û ez

Yan ez û tu

Em

Þierekîn

 

(2)

Hej te dikem, hej min dikey?

Xoþmdewêy xoþtdewêm?

Pisîyarek e demê ça vexwarinê,

Heru spêdê,

Liser laperêt rujijmîrê dihête nivîsîn

Liser xwarinê dihête kirin

Liser masncerî bohevdû sênd dikeyin

Bi nama mubaylî bo êkudû dihinêrîn

Bi þieran

Bi çavan

Bi birijang û mijuîlankan

Bi maçên serê tiblan

Bi gulava spêdê

Bi pîyasa êvarîyan

Bi cigereka nîv þev

Bi awazeka kamgaran

Bi dengek hînik

Bi qeftek kenî û girinjînan

Awrîyeka tijî maç

Bê bersiv pirsîyar dikeyineve

Xoþmdewêy xoþtdewêm?!

 

(3)

Jûr

Texitek

Berçavkek

Pertûkek

Maçeka ser lêva kumedînê bute dîyarîne

Jibîr neke

 

(4)

Demeke min tu nedîtî

Çaxeke

Saleke

Heyiveke

Heftîyek e

Rujeke

Demjmêreke

Çirikeke?

Ka tu?

 

(5)

Tu û spêde

Tu neçe, bila spêde biçît

Çûy

Tiþtên te vêkddem

Pertûkên helbesta

Gulava te ji hinasên jûrê disitînim

Cenitkî reþ

Bêhna kirasê te dihilkêþim

Þîn pête di dengê jûrê da vediþêrim

 

 

(6)

Lipþt pençerê dinêrî

Dikenî

Maçeka bitirsî liser helma pençerê dihêlî

 

(7)

Her tiþt firîn

Lê destên me mane têkida

 

 

(8)

Jibîr neke

Runidka te diçavê mindaye.

Henasa te di berîka bay da u ba jî liber Pençera min rawestaye

Ruha te di sebetek hewran daye û hewir digel pertûka minda cût bûye

 

(9)

Jibîr neke...

Te jibîr nakem

 

 

(10)

Þivêdî

Her tiþt nivîst

Ez

Jur

Esman

Gul

Heywanik

Darên ser cada

Çwîçik

Baxçe

Tinê tu mabûy

Tejî dihenasa minda

Maç diçinîn

 

 

(11)

Qehwe

Were qehweka tehil

Digel þiereka þirîn vî spêdî vexoyin

 

 

(12)

Min binîvîke

Qedek bila her digel te bihet

Qedek bile her digel te bicit

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org