Dihuk

Trife doski

27/6/2007

 

Bajarekî þermînî mîna kulankêt xu serê xu liber ava rûbarî diçemînî

Çendê þermînî belê hej þermînîya te dikem

Hezdikem kolan kolan hembêz bikem

xewnêt tijî hez jiber deravên te helgirim

Têr bêhna gelî bihelkêþim

U guh bideme genicêt te li bêderen veþartî xu di þuþa þerabeka tehil dibînin

Û kajên zawîte bikeme kepirukeka tijî sêber bo maçeka heram

Ava ruîbarî linav lepên xuda bikem þerabeka lîmonî bu bajarekî sava

Mistek ji fênkatîya çinarok bikem hinasek bo þairekî di cigara xuda winda bûy

Fireka ji bay baxçê nivêseran bikeme hinaseka jîyanê bo Mamê kuvlî

Awrîyeka rêket teyên sinêle bikeme kenî bu mazîyeka tijî xirur

Tenahîya te bikeme awazek har bu bazarekê tijî erebancî

Bazarê te digeridina xudiroyê da danim û bila bikete ayeteka tijî jehir

Êvarîyeka hwîn bikem laperekê zer ji laperen rujinameka pîr di pertukxana dihuk da

Þireka spî bikeme hedar bo pîre mêrên liser depê çayxanê xema xodi dukîla cigarên xuda berdidene bay

Sebeteka tijî hetav bikeme runahî bo taratîya ebayêt jinêt hejar

Avê bikeme rengekî tijî þev bu nîgar kêþeka þeng liser dîwarêt te wînekî aþiq binexþînît

Bilindahîya spîrêzî bu þengatîya te bikeme percan

Ji sinurît te derdikevim tu þinwî kurtir diçî dinav minda

 

Çend dûr dibim her dinava minda nêzîk dibî

Çend mezin dibî hindî xu liber dillî min zarukeka savay

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org