Heyran

 

 Tirîfe Doskî

Ez...

xerîbya bêhna te dikim

xwezî min têr têr bêhn kirba te

ta bêhna te ez girtibam.  

Xwezî ji xêra Xwedê û mîrê miradan re, min kunîleyên laþê xwe yê zuha ji bêhna xwêdana bedena te dagirtiban. Li gel her dilopekê, hizrek min ji hêlîna xwe, ber bi sînorên keskesora bilind ji bilindiya tîpên navê te li sahiya asmanan, firîba. Çunkî tu merd î û ez merd im, ez dê firek ji bayê bêhna bedena te bidim gulan da ku bejnên xwe pê bixemlînin û dezgirên xwe pê binazelînin demê ku pelatînkên çengsotî li hawîrdor sema eþqek sermedî li gel bijkujan saz dikin. Ez dê firek ji bêhna bedena te bdim sitêrkan da ku xwe pê tahêr bikin û li þev nîvên þevan di hembêzên mêrên xwe de bêhtir þewq bidin.

Bîra te dihê; demê ku çavên te û çavên min car dibûn gilop bi dîwarên sipî ve, car jî dibûn sitêr li þevistana wî bajêrê germ ji germa hinavên me?

Ez dê firek bayê bêhna bedena te bidim darkajan da ku çavên xwe pê kil bikin û li benda dû aþiqên wek me bimînin gava ku li jêr sîbera wan damanê bi peyvan û maçan dikin... na na! Gava ku biryar didin, ku gunehek xweþ û rewa bikin.

Ez dê firek j bêhna bedena te bdim deryayê, da ku xwe pê biþû berî henaseya xwe bike di guhê eqyanûsî de û hizar hizar deravên zelal bizên, berî ku kefa sipî beravên bendeman û bêrîkirnê binixêve. Ez dê firek ji bêhna bedena te bdim baranê da ku þerm ji xwe neke katê ku xezelê bi axê dike, da ku cihên pên te herdem ter û kes bimînin û yêdî xelk qesta serên milan neke ji bo nivêja baranê ( qurbana erdê tu lê).

Ez dê... Û dê... Û dê...!

Ez dê firek bayê bêhna bedena te bidim dûkêla sedsala bîst û yekê demê ku li gel ewran dibe cot. Ez dê firek bayê bêhna bedena te bi agirê dîrokê de bikim ji bo ku bivemre û yêdî aþtî bibe stiran li ser devê zarok û pîr û kalan seranser hêlên pan û dirêj.

ax...

bêhna te çend xweþ e!

Sûr e, wek xwêdana eniya rezvanên gundê me berî enfalê

rohn e, wek þîrê dayika min berî ku birêje ser axê

ter e, wek wan þikeftên hêj kes bi ser hilnebûyî

wek perrên nîsanokan,

ez te di bêhna te de dibînim

çavan li min diniqînî

û dibêjî: ez heyranî kê bim? Ez gorî kê bim?

Ez dibêjm: heyranî min!

Tu dibêjî: û kî din?

Ez dibêjim: dîsan min!

Bermayikên xewna xwe ji bêdera sîngê te vêdidim

gumanan berba dikim

hezên tozgirtî bi bêhna bedena te ter dikim û

di baxçeyên dilê te de diçûnim

berî ku tu av bidî,

abrûyên xwe digehînî hev û

li min dinêrî

ji çavên xwe awiran diweþînî kelexê min

û berî ku min biêþînî

dibêjî: ez heyranî kê bim?

 

Bi avek þîn,

û hezên þîn,

maçên þîn,

em çûn û çûn

gehiþtin derazînka behiþtek þîn!

 

Pêk ve, wek rêvingekê û sîbera wî, bi roj xwe ji rojê vedidizin û bi þev jî xwe bi danga heyvê ve digirin ji bo ku serê rêkan winda nekin. Car bi gavan, car jî bi maçan sîmên sînoran li dûv xwe dihêlin û digehin cihên dûr dûr... kes lê nîne, belê hindek caran ez û tu... û hindek caran tu û ez.

Ez, bi davên xwe yên hevrûþimî û tu jî bi belgên payiza xwe ya dawiyê, gilwazeyek þîn çêdikin û bi ser banê asmanî ve dihilawîsin, ji bêhna te aviz dibim û meha min li çavên te dikeve, tinê cavên te ji ber ku hemûyê dibêjin. Belê, çavên te jî wek dû Hacîreþkan difirin... difirin, hêlîna xwe li nav tevnê gilwazî ava dikin, hîngê vediciniqî û wek zarokekê li roja cejnê bê cil mayî, li ber sîha min xwe diqurisînî û dibêjî: ez heyranî kê bim?

 Û ez , vî hestê kesik bi giyayek zer dinxêvim û þerî li gel dîwaran û qulaçkên tarî, li gel hez û hesretên xwe dikim. Ser û sîma ji wêneyên bizmardayî direvin û bi leqan dihêne min û pirsyara êvara direng ji min dikin. Pirtûk, rûpel rûpel ji min dipirsin û hemî bersivên pêþwexit amade disojin weku dilkê min, diqerqiçin weku çiq û takên min, dikuzirin wek mûyên laþê min, dibuhijin wek henaseyên min, hemû têkde dibin xweliyek reþ û ez bi serê xwenên xwe werdikim.

Wî demî tu li kûderê yî?

Xerîbim ... xerîb

De were û bibêje: ez heyranî kê bim?

 

Zalim...

serê çend salan e

tu gulên min li baxçeyek din diçûnî

Bi herdû lepan av didî

û di navbera ( Sefa û Merwe ) de ez li benda te dimînim

 

Zallim...

nizan li peristgehan dikim

ey Xweda, ma qey demsalê buharê nahê?

Ez têhnî me... diþehitim

û tu jî di xewnên xwe de

li bin baranê heldiperî û hêj dibêjî: ez heyranî kê bim?

  

Hestên min yên azirî, bi xwarina laþê min yê qûtîkirî û tavnedîtî, tenah dikin. Lavjên tijî henase û bêhna bedena te berdidin sîngê min yê pawankirî. Henaseyê, kerbê, eþqê, jiyan û bendemanê dikim bûk, bûka baranê û zavayekê ji berzexî dihînim da ku hîzara wî bike þemilk û nivêjan bike û b dengê ku hez dikim bibihîsim bibêje: ez heyranî kê bim?

Li êstgehek sahî, seqaqûþ û kevokên þîn þaperên xwe dikin kiras û elho jî li hindav birînên min difre, dizvire, bi zimanê Feqê Teyran dibêje here û li pey bigere:

Nihal bi nihal

çiya bi çiya

pencer bi pencer.

Wek bûjinek bedbext û bendemayî, ku tavsork mêrê wê li gel xwe ji cengek þikestî bizivirîne, bêdeng bike hawar û mereqên xwe bike qeftek yan tancek bo serê çinarekê yan zinarekê yan bajarekê, eger hat da bizane ku dewsa te gul in, mereq in , maç in, li cihê her pêngavekê maçekê dabihîne…

Bike nav, bike nîþan.

Û li êstgeha tavê lê dayî û zeratî daye gulan , hêj ez çaverê me. Xanîkê ku me bi kevran çêkirî dibînim û dem bo demî lê mexel dihêm. Ez dizanim li piþt dîwarê pêncê te xwe veþartiye da ku min bitirsînî, yan bilerzînî, yan jî hinarkên rûyê min sor bikî.

Li bîra te dihê... te nedihêla ez li gel kuran yariyan bikim, da ku min maçî nekin?

Te digot: bi tinê, ez dê te maçî bikim! 

Û pêncokên destê min te maçî kirin!

Ji hîngê de...

ez hez ji maçan û pêncokanê dikim

ji hîngê de...

ez dixwazim dîsan bibim zarok û zarok bimînim

belê, hindî hind tu mezin î

dibêjim qey dê niho bizivirî û dîsan bibêjî: ez heyranî kê bim?

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org