|
|
Kilam&Stranên
Kurdî
Wesanên Avesta
 |
“Kilam&Stranên Kurdî” bi
nota û gotin ku ji aliyê hunermend Cewad Merwanî ve hatibûn
berhevkirin yek jê çapeke taybet û a din jî ku ji 2 cildan pê tê,
di nav weþanên Avesta de çap bû. Notayên stranan Sherko Hamasalih
Chingiani çêkirine. Çapa taybet ji 1024 û çapa din cildê yekem
544, ê duyem 492, tev de ji 1036 rûpelan pêk tê. Weþanxane, kitêba
ku bi cildên din ên ku tên amadekirin re, dikare wek antolojiyeke
kilam û stranên kurdî bê binavkirin, wiha pêþkêþ dike:
Kurdistan yek ji welatê herî kevn ê Rojhilata Navîn, kurd jî
miletekî otokton ê vê herêmê ne. Di kultur û zimanê kurdî de
ev taybetmendiyên kevnar hatine parastin, nexasim di muzîka kurdî
de. Civaka kurd jî wekî civakên din ên Rojhilat, civakeke
tradisyonel e, kultura kurdî bêhtir devkî û anonîm e. Ev yek jî
herî zêde þopên xwe di muzîkê de nîþan dide. Di destpêka
sedsala 21ê de, tevî hemû zordestî, asîmîlasyon û polîtîkayên
tunekirinê ên çaralî, eger em îro behsa kultur, ziman û
edebiyata kurdî bikin yek ji rolê sereke ê vê serkeftinê ê muzîka
kurdî ye, ê dengbêj, çîrokbêj, stranbêjan… e. Ew bîreweriya
sedan salan e.
Tevî hemû populerî û aktualîteya xwe, muzîka kurdî hê zêde
nebûye mijara xebatan. Kilam û Stranên Kurdî bi nota û gotin wekî
antolojiyeke muzîka kurdî ye. Bi hezaran kilam û stran bi rêzek
alfabetîk ciyê xwe tê de digrin. Tu diyalekt û devokên kurdî, tu
herêmên Kurdistanê jê ne kêm in. Cewad Merwanî, bi salan wek
dengbêjekî nûdem ketiye pey þopa wan kilam û stranan, ji arþîvên
Radyoya Erîvanê ta Radyoya Bexdayê û Kerkukê, berhevokên folklorê
her tiþt li hev civandiye. Eger ev berhevok ji bo arþîv û
dokumantasyoneke bi rêkûpêk a muzîka kurdî bibe destpêkek
armanca wê ya sereke ê cîbicî bûbe. |
 |
CEWAD MERWANÎ
Di 1964an de li gundek Farqînê bi navê Boþatê hatiye dinyayê.
Xwendina xwe ya destpêk û navendiyê li Farqînê û ji bo demek
kurt jî li zanîngeha Dîclê, fakulteya perwerdê ji bo mamostetiyê
xwendiye. Deng û awazên hûnermendên mîna M. Arifê Cizîrî,
Meryem Xan, Kawîs Axa, Huseynê Faro, Hesenê Cizîrî, Nesrîn Þerwan,
Karapêtê Xaço û hwd bandorek mezin lê kiriye. Bihara sala
1984an Cewad di pêþbirkekê ya ji bo dengxweþên herêmê ku ji
aliyê Radyoya Diyarbekrê ve hatibû lidarxistin bi yekemîn pile
hat xelat kirin û demekê jî di radyoyê de xebitî. Piþt re bi
hevkariya karbidestên radyoyê, di konservatuwara Îzmîrê de
mijulî xwendinê dibe. Li ji ber ku ew hertim dixwaze bi zimanê
xwe bistirê, vê siyasetê wek biþaftina hunera gelê xwe dibîne
û dev ji konservatuwar û xebata radyoyê berdide. Bi vî awayî ji
bo ku ji gel û çalakiyên xwe yên hunerî bi dûr nekeve bi pêkanîna
komeke mûzîkê (Koma Zembîlfiroþ) dest bi xebata xwe ya hunerî
dike. Di wan salan de ji ber ku þerê azadiyê li Kurdistanê sal
bi sal gurtir dibû û zimanê kurdî jî qedexe bû, Cewad bi
cesareteke mezin bi kurdî distirî. Ji bo vê di sala 1987an sê
mehan hate girtin. Di sala 1989an ji aliyê gel ve wek endamê yekemîn
yê encûmena Þaredariya Farqînê hat hilbijartin. Cewad careke
din sala 1990an bi qasî salekê ji ber çalakiyên siyasî li girtîgeha
Diyarbekrê ma. Piþtî ku ji girtîgehê derket, du caran ji aliyê
kontrgerîlla ve rastî êriþên çekdarî hat, lê her du caran jî
ji wan êriþan rizgar bû, birînên wî zêde xedar nebûn. Di havîna
sala 1992an de ji ber ku ji aliyê dewletê zêdetirê heþt salan
cezayê zindanê jê re hatibû diyarkirin, neçar ma ku ji
Kurdistanê derkeve. Piþtî ku demekê li Sûriyê ma, di dawiya
sala 1992an de çû Ewrûpa û ji wê demê heya îro di Akademiya
Çand û Hunera Kurdî de xebatên xwe yê çandî û siyasî didomîne.
Cewad Merwanî heya niha du albûmên bi navê Penaber û Dem ku ji
kilamên siyasî û gelêrî pêk tên çêkirine. Herwiha di Orkêstra
Senfonî ya Kurdî de jî bi xwendina strana Dewrêþê Evdî beþdarî
kiriye. |
KILAM&STRANÊN KURDÎ
Bi Nota & Gotin
Berhevkar: Cewad Merwanî
Nota: Sherko Hamasalih Chingiani
Çapa taybet, bi cild, kaxeta spî
ISBN: 978-605-5585-16-7
21.5x13.5, 1024 rûpel, 75 TL
KILAM&STRANÊN KURDÎ
Bi Nota & Gotin
(Cild 1)
Berhevkar: Cewad Merwanî
Nota: Sherko Hamasalih Chingiani
ISBN: 978-605-5585-17-4 (tk.)
ISBN: 978-605-5585-18-1 (1.c)
21.5x13.5, 544 rûpel, 30 TL
KILAM&STRANÊN KURDÎ
Bi Nota & Gotin
(Cild 2)
Berhevkar: Cewad Merwanî
Nota: Sherko Hamasalih Chingiani
ISBN: 978-605-5585-17-4 (tk.)
ISBN: 978-605-5585-19-8 (1.c)
21.5x13.5, 492 rûpel, 30 TL
www.avestakitap.com
|
|
|