BANG LI WIJDANÊ MIROVAHÎYÊ!

 

 TEVKURD

 

 

Di 22-yê Tebaxa 2009-an de wezîrê bi eslê kurd û Dîyarbekrî Mehdî Eker, destnîþankir ku projeyeka hukumeta wan li ser neqilkirina Zîndana Dîyarbekir a bi navê (“5 Nolî”) yê heye û hikumeta wan amadekarîyê dike ku þûna vê zîndanê bike xwendegeh.

Her alîyê welatê me zîndan û “kiþla” (baregehên ekserî) ne. (Bo nimûne, ji 850 hezar mevcûda artêþa tirk, 500 hezar jê li Kurdîstanê ne) Belê Zîndana Dîyarbekir ya bi navê “5 nolî” yê, girtîgehek ji rêzê nîn e. Rol û statuya Zîndana Dîyarbekir, bi tu hepsûzîndanan re nayête muqayese kirin! Li seranserê dinyayê û di tevahîya tarîxê de, Austwîch, Guantenamo û Ebû Garîb jî di nav de, Zîndana Dîyarbekir yek ji wan deh zîndanên herî xerab e, ku derbasî tarîxê bûye. (Lêkolîna rojnama Brîtanî, The Tîmes) 

Zîndana Dîyarbekir ew ceheneme ku bi deh hezaran keç û lawên kurd tê de hatine sotin û bi sedan kadroyên tevgera azadîyê bi wahþetekî nedîtî hatine qetilkirin!

Zîndana Dîyarbekir ew zîndane ku, di vê zîndanê de qesta tunekirina hebûna kurd û kurdayetîyê hetîye kirin. Ku ev bi xwe sûcê jenosîdê ye!

Zîndana Dîyarbekir ew zîndane ku bi dehan kilam, destan, helbest û roman li serê hetine gotin û nivîsandin. Belê dîsa jî, salixê wê nehatîye dayîn!

Ji wê bonê; divê em bala hukumetê, parlamentoyê, mebûsên herêmê, Serokkomar û hemû damûdezgeyên dewletê bêkþînin û bi bîra hemû alîyên civata sivîl-demokrat, rêxistinên mafê mirovan û hemû kesên eleqedar bêxin ku, tu ferq di navbera veguhastina Zîndana “5 nolîyê” ji bo xwendegehan û wendakirina cenaze-gorên pêþîyên kurda; Þêx Seîd, Seyîd Riza, Seîdê Kurdî (nasraw bi Bedîuzeman) û hevalên wan de tuneye.

Ev yek berevajîkirina tarîxê, tunekirina delîlên sûcên dijî mirovahîyê û ji bîrbirina xerabîyên dewra dîktatorîya eskerî ye. 

Lewra di her m2-a vê zîndanê de; li her hucre û odeyên wê, li her korîdor, li her quncekî û li ber her dîwarekî vê zîndanê sîluetên wahþeta dagirkeran, trajedîyên mezin û xatiratên ezîz yên keç û lawên kurd hene.

Dîsa em dizanin ku ne ji alî fizîkî û ne jî ji alîyê ewlekarîyê de þertên ku Zîndana Dîyarbekir weke girtîgeh li þûna xwe bimîne, êdî nemaye. Îro nebe sibê, mutleqa wê ev zîndan ji þûna xwe rabe û ji statuya girtîgehê derkeve.

Neqilkirina vê zîndanê gaveke baþ e û elzem e. Belê, ji bo ku wahþetên li vê zîndanê neyên jibîrkirin, ji bo ku rastî û heqîqet derkevin holê, ji bo ku wijdanê mirovatîyê  paqij bibe, pêwîst e weke mekan ev zîndan bibe muzexane, bibe “abîda” xerabîyên li vî welatî! Ev daxwaza hemû maxdûr, malbatê þehîdên vê zîndanê û civata sivîl-demokrat e.  

Bi vê wesîlê em bang li her kesî dikin û dibêjin;

Ji bo ku tarîxa xerabîyê dubare nebe,

Ji bo ku heqîqet derkevin meydanê û edalet were cîh,

Ji bo ku trajedya kurd bi serê kesî din de neyê,

Ji bo ku þopûrêç wenda nebin, faîl “mechûl” nemînin û wijdan paqij bibin,

Divê Zîndana “5 nolîyê” were valakirin û þûna wê bibe muzaxane. Bibe “Muzexana Mafên Mirovan” û “Navenda Lêpirsîn û þopandina sûcên dijî mirovahîyê.” Û her weha îdara vê muzexanê dewrî Þaredarîya Dîyarbekir a mezin bibe.

Esla û qet’a nabe ku þûna vê zîndanê bibe xwendegeh. Ev yek bi wijdanê mirovatîyê re xiyanet e!

26 Tebax 2009-Dîyarbekir

             TEVKURD

(Komîsyona Maf û Azadîyan)

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org