|
Mîhrecana
sêhemîn ya roja helbesta kurdî li Elmanya bi
coþeke mezin hat bîranîn Elî Cefer, 3. 11. 08
Çand
bi gelemperî û wêje bi taybetî rûyê berz yê civakan ne, yan jî wek
hin ronakbîrên me dibêjin nînik û awêna gelan e. Ji lewra, çi gava hêzên
dagîrker dikevin welatekî berî her tiþtî çand û zimanê wî welatî
qedexe dikin, da ku ew gela her û her nezan, perîþan û bindest bimîne.
Û gava ew gelê bindest bixwaze pêþeroja xwe bi destxîne, helbetê berî
pêþ divê xudî li wêjeya xwe derkeve, vejîne û xwe pê têr bike, û
bi serda jî xwe bi wêjeya cîhanî av bide, çimkî çand yekemîn çek e
li dij nezanî û bindestiyê. Gava
mirov çavên xwe li serdema kevin û ya nû a cîhanê bigerîne, mirov dibîne
ku çi gava civakek gihaye qunaxeke bilind ji þaristaniyê de, rewþa çand
li ba wan di asta bilind bû ye, û bervajî wê, ew gelên paþda mayî û
bindest, rewþa çandê li ba wan di kevizandinê da ye. Di vê çarçewê
de gotina serokleþkerê Firansî ya sedsala 18 an Napilyon Bonepert a ku
dibêje; hezar tang û top min natirsîne, lê gotareke di rojnameyekê de
min ditirsîne ne ji valahiyê hatiye.
Ji
vê rastiya dîrokî, bîr û bûçonê, em dibêjin; her çalakî û
bizavek bikeve xizmet geþkirin û þiqindana çand û zimanê me, pêwîste
ji lay rêxistin, dezgeh, ronakbîr, rewþenbîr, û gelê me de cihê pîrozbahiyê
be. Di
vê þopê de, duh, Yekþemê (2. 11. 2008) li bajarê Bonn-Elmanya yê, sêhemîn
roja helbesta kurdî bi tevlêbûna hejmareke berbiçav (150-200) ji
helbestvan, ronakbîr, rewþenbîr û kurdhezên peyva kurdî, bi coþeke
germ hat li darxistin. Piþtî
kêliyek bê deng li ser giyanê cangoriyên Kurdistanê, nemaze siwarên
peyva kurdî, xêrhatina mêhvanan hat kirin, û di pêre gotina komîta
amadekar ji layî xwediyê vê nivîsê ve hate xwendin. (Peyva mîhrecanê
li jêr bixûnin ) Helbestvanên
beþdar li gor Alfbya kurdî li ser sê giropan hatin dabeþ kirin, tenê
rewþa helbestvanên jin û helbestvanên rûmetê; ku ji her beþekî
welêt yek helbestvan hatibû vexwendin, di pêþkêþkirinê de li ber çavan
hat girtin. Yên helbest xwendine ev bûn: Azer Osî, Arþevê Oskan,
Cankurd, Dîlan Zêbo, Dilyar Dêrikî, Dilþad Omer Kaki (Baþurê
Kurdistan), Keça Kurd, Dr. Ebdilmecîd Þêxo, Edîb Çelkî (Helbestvanê
rûmetê-Baþûrê Kurdistanê), Ebdilrehman Efîf, Husên Hebeþ, Hesen Îrandost
(Rojhilatê Kurdistan), Hêmin Kurdaxî, Jan Dost, Kawa Þêxî, Mizgîn
Hesko, Mihemed Tarikulu (Bakurê
Kurdistan), Nezîr Palo, Nedîm Yosiv,
Serhan Îsa, Þêx Xelef, û xebat Þakir. Ji
xeynî helbest xwendin, hunermendê deng nazik Zubêr Salih du stiran bi
deng û tembûra xwe ya xweþ berî bêhinvedana pêþin dilê beþdaran xweþ
û þad kir. Wisa jî rêcesor û dirametorê Casimê Wezîr (ji Kurdên
Sofyeta berê, çend peyv gotin, û dilþadbûna xwe ji mîhrecanê re diyar
kir. Hêcayî
gotinê ye, ku ji sala 1994 an de, ango ji
mîhercana duhem de, her
sal ji aliyê komîta
amedekirina mîhercanê de helbestvanek yan
hîn pirtir tête
xelatkirin. Komîta amadekar ya mîhrecana sêhem li Ewropa xwest ku
ev diyar de li vir jî were domandin, ji ber wê û ji ber ku rêzdar Dr.
Ebdilmecîd Þêxo him xudiyê pêþniyaza pîroz; ya ku mîhrecan bibe
salan e, û him di gelek cureyên
wêje de berhemdar e û xwe ji helbestê jî dûrnexistiye, lewra jî komîtê
baþ dît ku ew îsal were xelatkirin. Bi serda jî hersê mêhvanên rûmetê,
Edîb Çelkî, Hesen Îrandost û Mihemed Tanrikulu, weha jî hunermed Zubêr
Salih hatin xelatkirin. Divê
em vê bêjin ku bi dehan birûskname ji ronakbîr, rêxistin û dezgehên
kurdî, çi bi nivîskî, çi bi riya têlnamê û çi jî bi beþdarbûn
gihan komîta amadekar, ew jî ev bîn:
Pena Kurd, Eskerê Boyîk, Saziya çand û hunerê ya Rojavayî
Kurdistan, Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur, Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûriyê-Rêxistina
Ewropa, Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê, Kongira Netewiya
Kurdistan KNK, Heyderê Omer, Salih Cefer, Perwîz Cîhanî, Bavê Narîn,
Mala Êzîdiya li Bonn, Partiya Demokrata Pêþverû Kurd li Sûriyê-Rêxistina
Elmanya, Partiya Yekî Demokrata a Kurd li Sûriyê-Rêxistina Ewropa,
malpera Avesta, malpera Efrîn net, Mêlvan Resul, Ezîz Xemcivîn, Instuta
kurdî ji bo lêkolin û zanistî–Elmanya, û Partiya PYD-Rêxistina
Ewropa. Wek
encam, em bê dudilî dikarin bêjin ku roja helbesta kurdî serkeftî
derbas bû, û li darxistina wê çokek li çemê wêjeya me fazle kir.
Herweha divê li vir em ji bîr nekin ku ev bû cara duhem bi alîkariya
navenda YASA û cara yekeme bi piþtvaniya Weqfa Þivan Perwer mîhercana tête
li darxistin, ev jî cihê spasî û dilxwþiyê ye. Lê
hîn yê li dawiyê dilê beþdaran xweþtir kir denbêjê nuhatî Rêkêþ
Seyranî; ji Baþûrê Kurdistanê ku li Swêd dimîne hati bû mîhrecanê,
bi dengê xweyî çiyayî û zîz çend stiranên M. Arif û Hesen Cizîrî
gotin, herweha di pêre Zubêr Salih dîsan
berdewam kir û mîhrecana
me xemiland. Gotina
komîta amadekar Ger
dê hebûya me jî xwedanek
Alî keremek latîfe danek Helbestvan,
nivîskar, rewþenbîrên rêzdar Roj baþ
ji we re û hûn hemî bi xêr hatin .. Di destpêkê de ez bi navê komîta amedekirina
mehrecanê we hemûyan spas dikim ku we bang û vexwendina me pejirand, beþdarbûna
we cihê þenazîyê ye. Berêzan! Di dîroka rexnevaniya wêje ya serdema me de hatiye
gotin ku: " wêjevan; pêþengên giyanewanî yên netewên xwe ne
". Eger em baþ li nînik û awêna civak û gelên cîhanê binêrin,
emê hemî bi hev re rastiya naveroka vê gotinê bê dudilî biçespînin.
Wêjevanên gerdûna me yên kevneþopî û yên nûjen di dîrokê de mînakên
pir geþ in. Gelo, ma kî ji me rolên nivîskarên cîhanî wek nimûne mîna
romannivîs Lêv Tolostoyê, Necîb Mehfoz, Markiz, û helbestvan, Pûþkîn,
Walt Waytmen, û Elêksender Blok di pêþketina civakên xwe de berçavan
re derbaz nekirîye? Kî ji me rolên wêjevanên mîna, Gottê, Brecht, di
nîgarkirina rewþa civakên xwe de nas nekiriye? Kî ji me hikariyên Ehmed
Þewqî, Bilind Elheyderî, Mehmud Derwîþ di pêþxistina civakên xwe de
nabîne?? Û her wekî din bi sedan nivîskarên cîhana me bi hemû hiþ û
weþên xwe, bi hemû hest û zanînên xwe bi awayên hunerî alozî û arîþeyên
civakên xwe þirovekirine û giyanê miletên xwe bi zanîn û asoyên pêþe
rojê avdane. Herweha jî dîsan emê bêjin û vepirsin, kî ji me,
wêneyên rastîn, yên civaka
me di berhemên pêþengên wêjeya gelê Kurd de mîna Ehmedê Xanî, Pîre
Mêrd, Erebê Þemo, Cegerxwîn, Qedrî Can û dehên din de nabîne û dengên
axîn û qîrînên çemên Feratê, Arasê, Efrînê nabîse û bi wan re
nakane yan fêrmêskên zaroyên wan bi destmalên bûkan baqij nake..?? Erê nivîskar û wêjevanên beþdar! Her kesayetiyek
ji we jî, li gorî kanîn û hêza xwe azerî û janên gelê xwe bi
hunermendî li ser teþiya dayika xwe dirêse, bi hêstirên êþên xwe; þîr
ji zarokên welatê xwe re dimeyine û govenda peyva kurdî di nav gulistan
û zeviyên xwe de digerîne. Hûn jî mîna hevalên xwe li cîhanê, giyanê
milêtê xwe bi zanîn û hostayetiya hunerî av didin û gulistanên gelê
xwe bi gulên rengarengî dixemilînin, afrandinên we beþek ji þaristaniya
gel e, lewra, mirov dikane bi hêsanî bêje we, hûn jî rêberên netewa
xwe ne; erk û berpirsiyariyên we pir mezin in. Wêjevanên
rûmetdar, pêþengên giyanewanî !
Va ye îsal 13 emîn mîhrecana helbesta kurdî li Rojavayê
Kurdistanê, di 24 meha borî de, li darket, weke piraniya we zanin ku cara
yekem roja helbesta kurdî li gor pêþniyaza van nivîskaran, Dr. Ebdilmecîd
Þêxo, Heyderê Omer, Rûxwaþê Zîvar û Elî Cefer di 22.10.1993 an de,
ango di roja koçkirina seydayê me yê mezin, helbestvan û þoreþgerê
gelê Kurd Cegerxwîn de hatiye çespandin. Herweha jî hevalekî ji van hevalên jorîn; ango
endamekî ji komîta damezrandina mîhrecana yekem di gotareke xwe de li Sûriyê
hêvî ji nivîskar û ronakbîrên Rojavayê Kurdistanê li dervayî welêt
kiri bû, ku ewanan jî di roja 22.10. ê mîna roja helbesta kurdî mîhrecanan
sal bi sal li darxînin... lê mixabin ev çalakiyan ta demekê nehatin
kirin. Lê divê em bêjin jî ku bi malavabûna çend nivîskar û rewþênbîrên
Kurd li Almaniya cara yekem roja helbesta kurdî di roja 4. 11. sala 2000 î
de li Buchumê hate lidarxistin. Va ye îro jî em cara duhem bi alîkariya navenda YASA
û cara yekeme bi piþtvaniya Weqfa Þivan Perwer mîhercana xwe ya sêhem
bi beþdarbûna hêjayên mîne we bi dilgermî li dardixînin. Em di vê
baweriyê de ne ku helbestvanên amede, dê bi peyvên hestwer û bi ramanên
xwe yên giranbuha dîlana mîhrecana xwe bixemilînin. Sed çepke gul li ser gorên helbestvanên nemir,
pakrewanên peyva netewî, peyva evînê. Carek
din silav û rêz bo we ... niha
û herdem hûn serkewtî û serfiraz bin. Komîta amadekar ya mîhrecana roja helbesta kurdî
2008
2.11. 2008
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org