|
|
Kitêba
nû ya Arjen Arî
‘Þêrgele’ di nav weþanên Avesta de derket
|
‘Siwarê
hespa kimêt’
 |
- Pêncemîn
kitêba Arjen Arî ya þi’rê bi navê ‘Þêrgele’ di nav weþanên
Avesta de derket. Kitêb bi navê ‘Þêrgele’ û ‘sûretên
hisretê û keservedan’ ji du beþan pêk tê.
-
- Ji
kitêbê
-
- di
xurcika min de hemû qewîtî:
- kembera
zîvî, hina qeþmîrê, heprî…
- cotê
xirxalan ji bîr dikim qet!
- siwarê
hespa kimêt im têm
- têm
ku bikim xizêm Berîka Binxetê!
-
- kîjan
mîrek e li devê riya te?
- se
diewte, gur dizûre, baz difîkîne
- tu
bilîlîne b’ wî dengê saba
- þiyar
ke j’ xewê çiyakên Serxetê
|
- ARJEN
ARÎ
-
- Di
sala 1956an de, li herêma Omeriya, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di
sala 1979an de Enstîtuya Perwerdeyî ya Diyarbekrê Beþa Zimanê Tirkî
qedand. Weke gelek þa'ir û nivîskarên kurd wî jî bi tirkî dest bi
þi‘rê kir. Di sala 1976ê de li Nisêbînê ji ber belavkirina
belavokekê hate girtin. Wê demê polêsan dest danîn ser þi‘rên wî
yên bi tirkî û kurdî. Qasî hefteyekê di hepsê de ma. Ew berdan, lê
þi‘rên wî ta niha di mexzena Dadgeha Nisêbînê de hepsî ne. Di
gel, ku weke cara pêþîn kovara Tîrêjê de þi‘rên wî weþiyan tê
zanîn, ya rast, þi‘ra wî ya ewil di belavokeke ku li herêma Mêrdînê
hate belavkirin de weþiya. Ew þi‘r ji sê malikan/beytan pêk dihat.
Malikek jê ev bû: Du mirin kirin mahne, rakirin ling Nisêbînê/Xewa
sibê bela kirin, avêtin nav tirs û xwînê. Her wisa, beriya 12ê îlonê
þi‘rên wî ji hêla paleyên tevrika pembû ve bi stiranî dihatin
gotin. Wek:
-
- Tevrik
tevrik tevriko, tevriko
- Ber
tayê pembû xweþ biko, tevriko
- Roja
me jî hindiko, tevriko
- Maldar
bi qurbana mi ko, tevriko
- Tevrik
tevrik tevriko, tevriko
-
- An,
-
- Roja
pala erzan e
- Kufletê
mal giran e
- Mala
te xera bibe maldar
- Ma
qey tu pê nizane!
-
- Bi
dû 12ê Îlonê de ew li welêt ma, þi‘rên wî di Berbang,
Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewþenê de hatin weþandin.
Di sala 1992yê li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî
êriþeke çekî bû. Birîndar rakirin Nexweþxaneya Zanîngeha Dîcleyê.
Ji wê bûyerê de Arjen Arî li Amedê dijî.
-
- Berhemên
wî
- Ramûsan
min veþartin li geliyekî, Þi‘r, Avesta, 2000
- Ev
çiya rûspî ne, Þi‘r, Avesta, 2002
- Destana
Kawa, Weþanên Elma, 2003
- Eroûtîka,Weþanên
Lîs, Þi‘r, 2006
- Bakûrê
Helbestê / Antolojiya Helbesta Bakûr, Weþanên Yekîtiya Nivîskarên
Kurd-Duhok, 2008
- Þêrgele,
Þi‘r, Avesta, 2008
-
- Þêrgele
- Arjen
Arî
- Þi’r
- ISBN:
9789944382489
- 19.5x12,
64 rûpel
- 8
YTL
|
|
|