|
BÎRANÎNÊN NUREDÎN ZAZA
Weþanên Avesta
NUREDÎN
ZAZA Di
sala 1919an de, li bajarokê Madenê ser bi Elezîzê ji diya xwe dibe. Piçûkaniya
wî li bakurê Kurdistanê derbas dibe. Piþtî têkçûna serhildana Þêx
Seîd, li gel kekê xwe Dr. Ahmed Nafîz derbasî Baþûrêrojava (Binxetê)
dibe. Tevî temenê xwe yê piçûk, Zaza di rêxistinên kurdî de
berpirsiyariyên girîng digire ser xwe û gelek nivîsên wî di Hawar û
Ronahîyê de çap dibin. Piþtî þerê Cîhanê yê duduyan li Swisreyê
bi cî dibe û li zanîngeha Lozanê dest bi xwendina bilind dike. Di dema
xwendekariya xwe de Komela Xwendekarên Kurd li Ewrûpa ava dike. Di sala
1957an de, navberiyê dide çalakiyên xwe yên li Ewrûpayê û diçe
Suriyeyê. Li vir ji bo yekîtiya Kurdên Baþûrêrojavayê Kurdistanê
dixebite û di avakirina Partiya Demokrat a Kurdistanê (Sûriye) de roleke
girîng dilîze. Di vê navê de tê girtin. Her wiha di salên 1960î de
gelek carên din tê girtin û di zindanên Sûriye, Iraq, Urdun û Libnanê
de dimîne. Di sala 1969an de vedigere Lozanê û ji bo pêþxistina zimanê
kurdî dixebite. Di nav danerên Enstîtuya kurdî ya Parîsê de cî digre
û berî mirina xwe bi salekê berhema Ehmedê Xanî ya bi navê Mem û Zîn
werdigerîne zimanê fransizî. Kitêba wî ya Ma vie de Kurde çap dibe û
li Ewrûpa dengekî mezin dide. Di 7ê çileya paþîn a 1988an de, li Lozanê
ji ber nexweþiya penceþêrê koça xwe ya dawî dike. Nivîsên
wî yên çapbûyî: -
Destana Memê Alan, Bahoz, Uppsala, 1973. -
Les Kurdes et l’accord d’Alger, Centre Culturel Univresitaire, Beyrouth,
travaux et jours n° 56-7, juillet-décembre 1975. -
Memê Alan, Çapxaney Korî Zanyarî Kurd, Bexda, 1977. -
Ma vie de Kurde, çapa yekem, Pierre-Marcel_Favre, Publi SA., Lausanne,
1982, çapa duwem, Labor et Fides, Genève, 1993. Bi tirkî Bir Kürt olarak
yaþamým, Mezopotamya, Sweden, 1994, bi erebî, Heyatî el kurdiye ew
serxet el þaab el kurdî, Dar Aras, Erbil, 2001. Bîranîn Nuredîn
Zaza Jiyan
/ Bîranîn ISBN:
9789944382441 19.5x13,
152 rûpel, 10 YTL
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org