EHMEDÊ XANÎ: KITÊBA KURDAN
 
 
Weþanên Avesta

 

 
Safî þemirand, vexwari durdî / manendê durê lisanê kurdî
Înaye nîzam û întîzamê / kêþaye cefa ji boyî ‘amê
Da xelq-i nebêjitin ku ‘Ekrad / bême’rîfet in, bêesl û binyad
Enwaê milel xwidankitêb in / Kurmanc-i tenê di bêhesêb in’
Hem ehlê nezer nebên ku: ‘Kurmanc / ‘iþqê nekirin ji bo xwe amanc
 
Ger dê hebûya me jî xwedanek / ‘alîkeremek, letîfedanek
‘Ilm û hiner û kemal û îz’an / þi’r û xezel û kitab û dîwan
Ev cins bibûya li bal wî me’mûl / ev neqd bibûya li nik wî meqbûl
Min dê elema kelamê mewzûn / alî bikira li banê gerdûn
Bîna ve ruha Melê Cizîrî / pê hey bikira ‘Elî Herîrî
Kêfek we bida Feqiyê Teyran / hetta bi ebed  bimayî heyran
 
Avesta, hemû berhemên Ehmedê Xanî, sîmayê tarîxî yê herî girîng ê kultur, raman, ziman û edebiyata kurdî, ji nû ve çap dike. Di hin berheman de ku kurdî-kurdî û kurdî-tirkî cihê tên amadekirin, alfabeyên erebî û latînî bi hev re tên bikaranîn. ‘Ehmedê Xanî Külliyatý’ ku ji orijînalê kurdî alfabeya erebî û latînî û ferheng û agahî û werger û tefsîra wan a tirkî pêk tê, ji aliyê Kadri Yýldýrým ve hatiye amadekirin.  Herdu kitêbê pêþî yê rêzê ‘Nûbehara Biçûkan’ û ‘‘Eqîdeya Îmanê’ her yekê wek du çapê cihê, çapek taybet û normal, hatin weþandin. Rêza ‘Ehmedê Xanî Berhemên Giþtî’ ku wê ji kurdiya berheman a eslî û kurdiya îro û tefsîrê pêk be, ji aliyê Jan Dost ve hatiye amadekirin. Vêga ‘Mem û Zîn bi kurdiya îro’ çap bû. Dîsa romana nû ya Jan Dost ‘Mîrname’ ku mijara wê Ehmedê Xanî  ye di eynî wextî de çap bû. Hemû berhemên Xanî kurdî-kurdî û tevî tefsîra wan bi navê ‘Ehmedê Xanî: Kitêba Kurdan’ wê wek kitêbek taybet di dema pêþ de bê çapkirin.
 
Kuliyata Ehmedê Xanî 1: Nûbehara Biçûkan
 
                  
 
Ev berhema ku derbarê perçeyê navê wê yê yekemîn de ka ev nav bi wateya demsalê “Nûbehar” e yan bi wateya fêkiya nû “Nûbar” e fikrên jihevcuda hene û ev nav wekî “Nûbihar”, “Nûbehar” û “Nobar” jî tê nivîsandin û bilêvkirin, di sala 1683an de menzûmkî hatiye amadekirin. Berhem ji destpêkek, 13 beþên bi navên “qit’e” û li gorî nusxeyên jihevcuda kêm-zêde ji 220 malikan pêk tê. Destpêk, beþa yekem û beþa dawîn li gor rêzbendiya “mesnewî”yê (aa-bb-cc-…); yazdeh beþên din jî li gorî sîstema “xezel”ê hatine qafiyekirin. Xanî di vê berhemê de bi tevayî ji 19 pêlawaz(behr)ên sîstema kêþ (wezn)a ‘erûzê 7 pêlawazên ku munasibê helbesta kurdî ya klasîk in bi kar anîne ku ew jî ev in: Recez-hezec-remel-mudari’-besît-serî’-muteqarib. Malikên destpêkê û yên beþa yekemîn bi tevayî kurdî ne. Qismê ferhengê ku bêje û termên ‘erebî û kurdî tê de hatine rêzkirin û pêþberkirin ji qismê duyemîn dest pê dike. Bêje û têrmên ferhengê çawa ku wekî ‘erebî-kurdî hatine rêzkirin, wekî kurdî-‘erebî jî hatine rêzkirin. Ji ber vê berhem herçiqas ‘erebî-kurdî tê hesibandin, ewqas kurdî-‘erebî jî ye. Lê di îfadekirin û bihevxistina bêje û têrman de zimanê vegotinê kurdî ye. Bi vî awayî, ji bilî bêjeyên kurdî yên ku bi yên ‘erebî re hatine pêþberkirin gelek bêje û îlaweyên kurdî yên bi serê xwe jî derketine holê. Hinek ji pêkerên ku vê berhema ku Xanî dibêje min ew “ji bo zarokê kurmancan” çêkiriye digerînin girîng ev in:
- Bi giþtî yekemîn ferhenga kurdî ye. Bi vî awayî ferhengnivîsiya kurdî bi ferhengek menzûm a hînkerî/dîdaktîk dest pê kiriye.
- Ev ferheng ji dema Xanî û pê ve di medreseyên kurdan de wekî kitêba dersê hatiye xwendin û jiberkirin. Bi vî awayî, mengî û amanca þa’irê me ku zimanê zikmakî bibe zimanê perwerdehî, bi saya vê ferhengê qismî be jî hatiye cî.
- Bêjeyên ku di malikên vê behremê de wekî ‘erebî-kurdî yan jî kurdî-‘erebî hatine pêþberkirin ne bi awayekî rasthatî û bêrêbaz, belkî li gorî têfikirbîna hinek mijarên diyarkirî hatine hilbijartin. Xanî di çarçoveya vê têfikirbûn û hilbijartinê de di tespîtkirina mijaran û girtina wan a dest de rêbazên “ji nêz ber bi dûr ve”; “ji tiþtên hêsan ber bi tiþtên zor ve”; “ji tiþtên ku tên zanîn ber bi tiþtên ku nayên zanîn ve” û “ji tevahî ber bi perçeyan ve” bi awayekî serkeftî sepandiye û bergehek pedagojîk pêþan daye.
 
Ji bo Nûbeharê çi gotin?
 
Amanca Xanî ew bû ku vê ferhengê bike nav sîstema perwerdehiyê ya ku di bin hakimiyeta ‘erebî de bû û bi vî awayî statuya zimanê kurdî ya daketî bilind bike.
Amir Hassanpour, Kürdistan’da Milliyetçilik ve Dil
 
Vê berhema ku ‘alimên Kurdistanê gelek girîngî pê dane, di nav sîstema perwerdehiya medreseyê de ji xwe re cihek girtiye.
Jan Dost, ed-Durru’s-Semîn Fî Þerhi Mem û Zîn
 
Vê ferhenga ku Xanî bi amanca pêkanîna perwerdehiya bi zimanê zikmakî ji zarokên kurdan re xizmet bike amade kiriye, di eslê xwe de bi danxwendin û jiberkirina wê wekî kitêba dersê di medreseyên Kurdistanê de ev amanca nivîskar aniye cî.
Tehsîn Îbrahîm Doskî, el-Medxel Lî Dîraseti’l-Edebi’l-Kurdî
 
Wek ku dixuye, Xaniyê nemir rûmeteka mezin daye zarûkên kurdan û xwestiye bi nivîsîna vê ferhengê di fêrbûna zimanê ‘Erebî da ji wan ra bibe alîkar. Piþtî ku xwendina Kurdî li Kurdistanê serbest bû zarûkên kurdan ev ferhenga hêja bi zewqeka mezin dixwendin, hin zarûkên Kurdan jî ew jiber dikirin.
M. Emîn Bozarslan, Mem û Zîn
 
Nûbehara Biçûkan
Kuliyata Ehmedê Xanî 1
Werger û tefsîr: Kadri Yýldýrým
Çapa taybet, bi cild û kiras, kaxeta þamûa
21.5x13.5, 384 rûpel
30 YTL, çapa normal 20 YTL
 
Kuliyata Ehmedê Xanî 2: ‘Eqîdeya Îmanê
 
                   
 
Tradisyona ‘eqîdeyên menzûm û stûnê wê yê kurdî
 
Ji bo ku mijara ‘îlmê ‘eqîdeyê rasterast bingehên baweriyê ye, di nav ‘îlmên îslamî de cihek xwe yê taybet heye. Di sîstema perwerdahiya medreseyê ya ku bi giranî li ser jiberkirina metnan hatiye avakirin de þagirtên medreseyê metnên menzûm ji yên nemenzûm hêsantir û bizewqtir jiber dikirin. Ev jî bû sebeb ku nivîskarên ku qabiliyeta wan a helbestî hebûye berhemên xwe menzûmkî binivisînin. Çawa ku di medreseyên Osmanî yên fermî de zimanê perwerdahî tirkî bû û kitêbê ‘eqîdeyê yên ‘erebî bi tirkî dihatin dersdan, ‘Eqîdeya Îmanê ya Xanî jî di medreseyên kurdan yên fexrî de ku zimanê perwerdahî di wan de kurdî bû wekî kitêba dersê cih girtiye. Bi vî awayî zimanê kurdî cara yekemîn di ‘îlmekî îslamî yê girîng mîna ‘eqîdeyê de bûye zimanê nivîskî û perwerdahî. Bi xabetindina Xanî di cihê ‘erebiya sîfetên Xwedê de berdelên wan yên kurdî, cara yekemîn ev sîfet ji bilî þiklên xwe yên ‘erebî bi zimanek din hatine bikaranîn.
Ehmedê Xanî zimanê kurdî yê ku bi Nûbehara Biçûkan kir “zimanê zimên”, bi ‘Eqîdeya Îmanê jî kir “zimanê dîn.” Tradisyona ‘eqîdeyên menzûm yên kurdî ku Xanî da destpêkirin, piþtî wî jî di serî de Mele Xelîlê Sêrtî, ji aliyê gelek ‘alimên kurd ên ku rasterast yan jî nerasterast di bin bandora wî de mane ve heta bigihîje roja me hatiye domandin.
 
‘Eqîdeya Îmanê
 
Berhemek menzûm e, bi þiklê “mesnewî”yê hatiye amadekirin û ji 70 malikan pêk tê. Wekî mijar li gorî rêbaza Sunnî/Eþ’erî bi kurtahî behsa bingehên baweriyê dike. Di vê berhema ku di çarçoveya îlmên ‘Eqîdê û Kelamê de cih digire de bingehên baweriyê li gorî rêbaza van ‘îlman di bin beþên bingeh de hatine nirxandin ku ew beþ ev in:
1)Îlahiyyat (meseleyên girêdayî bi Xwedê ve): Hebûna Xwedê, yekîtiya wî û sîfetên wî; qeder û azadiya însan; têkiliyên di navbera îman û ‘emel de; rewþa kesê ku gunehê mezin bike li axretê; atom (cuz’ê layetecezza); heyûla (madeya eslî ya ku kaînat jê çê bûye) û afirandina dunyayê ji tunebûnê hinek ji mijarên vê beþê ne.
2)Nubuwwat (meseleyên girêdayî bi pêxemberiyê ve): Hinek meseleyên ku di bin vê beþê de cih digrin ev in: Hewcebûna baweriya bi temamê pêxemberan; bêrîbûna pêxemberan ji gunehan û ji avêtina ji wezîfeya pêxemberiyê; di pêxemberiyê de pêkera cinsiyetê (ango jin jî dibin pêxember yan ne?).
3)Sem’iyyat (tiþtên ku hebûna wan hatine bihîstin): Ev beþ ji wan tiþtan pêk tê ku li vê dinyayê bi çavan nayên dîtin lê ji pêxemberan û ji kitêbên ku ji wan re hatine þiyandin hebûna wan hatiye bihîstin. Hinek ji wan tiþtan ev in: Pirsên ku di qebrê de ji mirî tên kirin; piþtî mirinê saxbûna ji nû ve; hesab û lêpirsîn ji bo xelatkirin û cezakirina qenc û xeraban; derbasbûna di ser Pira Siratê re; hebûna cennet û cehennemê û ketina wan; ji heyînên metafîzîk hebûna melek û cin û þeytanan.
Meseleyên ku Xanî li gorî hersê beþên navborî girtine dest, di vê xebatê de wekî beranberîkirina bi fikr û ramanên mezheb û fîrqeyên îslamî yên din re hatine tehlîlkirin.
 
‘Eqîdeya Îmanê
Kuliyata Ehmedê Xanî 2
Werger û tefsîr: Kadri Yýldýrým
Çapa taybet, bi cild û kiras, kaxeta þamûa
21.5x13.5, 364 rûpel
30 YTL, çapa normal 20 YTL
 
Mem û Zin / Bi Kurdiya Îro
 
Ji dema Ehmedê Xanî de heta destpêka sedsala 20an zimanê kurdî yê nivîsandinê zêde nehatibû guhertin. Jixwe herfên latînî hîn nehatibûn meydanê û her kurdekî dikaribû Mem û Zînê bixwîne û kêm zêde jê fam bike. Lê piþtî tevgera kulturî, êdî hêdî hêdî kurd dûrî klasîkên xwe çûn û her ku çû ji mîratê xwe yê wêjeyî qut bûn. Pêþketina zimanê kurdî û bizavên nivîsandina bi kurmanciya paqij ev qutbûn bêtir bi cih kir û êdî ew peyvên di berhemên klasîk de ku nîþana ciwaniya wan berheman û þarezayî û hostetiya nivîskarên wan bûn, bûne kelem li ber fêmkirin û têgihiþtina wan berheman.
Mem û Zînê jî ji cûreyê tekstên ku girtî ne û herkes niha tê nagihîje. Ji ber vê yekê pêwistiya þîrovekirina vê tekstê hebû. Ev xebat ji bo ku Mem û Zîn bi hêsanî li ser zimanan bigere û bîr û bawerî û hizrên Xanî zindî bimînin hatiye meydanê. Em hêvîdar in ku ev xebat bibe pireke xurt di navbera xwendevanên îro û Ehmedê Xanî û berhema wî  de.
 
Mem û Zîn
Ehmedê Xanî Berhemên Giþtî
Bi kurdiya îro: Jan Dost
21.5x13.5, 232 rûpel
17 YTL
 
                                                          
 
Ehmedê Xanî
 
Di sala 1601’e koçî/1650-51’ê zayînî de li Bayezîdê hate dinê. Navê bavê wî Îlyas, navê diya wî Gulnîgar e. Li Bayezîdê dest bi xwendinê kiriye; xwendina xwe li navendên ‘ilm û kulturê yên wê demê mîna Xelat, Wan, Riha û Bedlîsê domand; li Wanê li cem Mele Camî, seydayê Medreseya Xoþabê, îcazet girt. Di seraya Mîrektiya Kurd ya Bayezîdê de wekî katibê fermî wezîfe kir. Bi saya perwerdahiya medreseyê û katibiyê wekî zimanê xwe yê zikmakî (kurdî) di zimanên ‘erebî, farisî û tirkî de jî bû þareza. Di Dîwana wî de hinek helbestên ku bi van herçar zimanan hatine gotin hene ku ji van cureyê helbestan re tê gotin “mulemma”.
Xanî wekî mezhebê fiqhê Þafi’î ye; wekî mezhebê baweriyê Sunnî/Eþ’erî ye; wekî terîqet Neqþîbendî ye û wekî ramana tesewwufî jî parêzkarê wehdetulwucûdek pîvandar e. Berhemên Xanî yên ku bi misogerî xwemalê wî ne û gihaþtine roja me ji berê ve di medreseyên kurdan de wekî kitêbên dersê hatine xwendin û jiberkirin.
Ev rêberê gelê kurd yê dînî û neteweyî û ‘alimê wan ê bijarte yê piralî di sala 1707an yan jî 1709an de li Bayezîdê, li cihê jidayîkbûna xwe, wefat kir. Tirba wî ya ku Se’îdê Nûrsî gava li Bayezîdê dixwend hinek þevan heta sibehê tê de diman îro ji aliyê hezkiriyên wî ve tê ziyaretkirin.
 
Kuliyata Ehmedê Xanî
 
- Nûbehara Biçûkan: Ev berhema ku di sala 1683an de hatiye nivîsandin, ferhengek menzûm e; wekî ‘erebî-kurdî hatiye amadekirin û tê de nêzîke 220 malik hene.
- ‘Eqîdeya Îmanê: Di sala 1687an de bi hawayê “mesnewî” hatiye nivîsandin û ji 70 malikan pêk tê. Wekî mijar li gorî rêbaza Sunnî/Eþ’erî bi kurtahî behsa bingehên baweriyê dike.
- Mem û Zîn: Ev þahkara Xanî ya ku ji 2656 malikan pêk tê û 7-8 sal piþtî ‘Eqîdeya Îmanê hatiye nivîsandin temamê ramanên Xanî yên civakî, dînî, siyasî û felsefî nîþan dide. Mijara wê, serpêhatiya evînekê ye ku ev evîn di sala 1393an de li Cizîra Botan di navbera du evîndarên bi navên Mem û Zîn de wekî mecazî dest pê kiriye, paþê bûye heqîqî/îlahî. Çawa ku Xanî dibêje, ji bo ku xelqên din nebêjin “kitêbên her kesê hene, yên kurdan tenê tunene” û “kurd ji ‘eþqê bêpar in” ev berhem nivîsandiye.
- Dîwan: Ji helbestên Xanî yên ku di demên jihevcuda de û li ser mijarên curbecur gotine pêk tê. Ev Dîwan hem ji aliyê ziman û huner ve, hem jî ji aliyê naverokê ve wekî xezînekî ku hên tam nehatiye kiþfkirin.
 
weþanên avesta
(0212) 251 44 80 – (0212) 243 89 75 – (0412) 223 58 99
e-poste: info@avestakitap.com
avestayayinlari@yahoo.com
www.avestakitap.com

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org