|
‘Kurdê rêwî’ bi latînî derket
Weþanên Avesta
Sehîdê Îbo di romana xwe de jiyaneke nû dernaxe holê, ewî
‘esasiya mijarên vê romanê ji ber hal-jiyana herroyînî yê pêþiyên
me di zemanê berê yê bihurî da hildaye û girtiye. Roman derheqa jiyana
kal-bava ne, ku bi zaravê þîrîn û zanebûneke kûr va bi bûyerên dîrokî,
civakî û olî va di ser hîmê ‘erf-‘edetê jiyan û bîr û baweriyên
wan hatiye xemilandin.’ SEHÎDÊ
ÎBO (SEHÎDÊ RIZGO ÎBOYAN) Di 8ê Gulana sala 1924an li Ermenistanê, gundê Qarxûna jorîn, ji
dayik bûye. Kolêj û înstîtuta bijîþkiyê ya Yêrêvanê xilas kir.
Doktora xwe jî li Moskovayê temam kir. Sehîdê Îbo wek bijîþkê
zarokan kar dikir. Di sala 1971ê de bû serokê kafêdra bijîþkiya
zarokan (pêdîatriya) li Înstîtûta Yêrêvanê ya Bijîþkiyê. Di sala
1974an de li Washingtonê dibe endamê rêxistina Ortemiletiyê ya bijîþkên
nexweþiyên gurçikên zarokan. Li Glazgoyê tê hilbijartin wek endamê rêxistina
bijîþkên zarokan li Ewrûpayê. 17 Kanûna yekê ya sala 1991ê li bajarê
Yêrêvanê ji aliyê kesê “nenas” ve hate kuþtin. Hejmara kitêb û
berhemên Prof. Dr. Sehîdê Îbo yên ilmî derheqa bijîþkiya zarokan da
nêzîkî 100î ne. Berhemên wî: - Terþinek bûyîna piþikê zarokên ‘emrê hetanî yek salî da
(monografya, bi zimanê ermenî, 1976) - Danasîn bi bijîþkiya
zarokan (monografya, bi zimanê ermenî, 1983). - Xwerekdayîna zarokên saxlem (kitêba bijîþkiyê, bi zimanê ermenî) - Þîretê doxtir (kitêba bijîþkiyê, bi kurdî, 1974) - Siba we xêr (kitêba bijîþkiyê, bi kurdî). - Bîst salên din (þi‘r, bi kurdî) - Quma min (þi‘r, bi kurdî) - Azadî (þi‘r, bi kurdî) - Sînem (þi‘r, bi kurdî) - Duryan (berevokeke serhatiyan, bi kurdî) - Kurdê rêwî (roman, 1979) Kurdê
rêwî Sehîdê
Îbo (roman) ISBN: 978-9944-382-56-4 19.5x13, 208 rûpel, 13 YTL www.avestakitap.com
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org