|
WEÞANÊN AVESTA Pêþdîroka Selaheddîn
Vladimir
Minorsky (1877-1966)
Piþtî perwerdeya xwe ya seretayî û ya bingehîn li Moskowayê bûye çaremîn
kesê xwedî pileya zêrîn ya zanîngeha rêzimanî û beþa hiqûqnasiyê
ya zanîngeha Moskowayê kar kiriye ku ji sala 1886an heya 1890î jî li wê
derê huqûq xwendiye. Piþtî qedandina wê wî sê salan jî li dibistana
bilind ya Lazerev beþa zimanê rojhilatê xwendiye. Di
1903yan de ew ketiye ber xizmeta wezîrtiya kar û barê derve ya Rusyayê
û ji sala 1904an heya 1908an li Îranê û ji 1908an heya 1912an jî li St.
Petersburgê û Turkistanê xebitiye. Di sala 1911yan de wî bi nûnerê
ingilîzan re delagasiyonekê biriye bakur-rojavayê Îranê. Di sala 1912an
de bûye balyozê Rusya yê Stenbolê û sala dû re jî bûye nûnerê
Rusya yê komisyona navnetewî ya ser sînorê navbera Tirkiye û Îranê.
Demek piþtre ew bûye balyozê Rusya yê Tehranê û di sala 1919an de jî
ji wê derê berê xwe daye Fransa û çend salan jî balyoziya Rusya ya Parîsê
kiriye. Di
sala 1923yan de wî dev ji balyoziyê berdaye û li enstîtuya Ecole
National des Langues Orientales Vivantes (Enstîtuya Ekola Neteweyî ya
Zimanê Rojhilatê ya Vîvantes) dest bi dersdariya zimanê farisî kiriye
û piþtre jî li heman zanîngehê dersên dîroka tirk û ya îslamê jî
dane. Piþtî ku ji tebaxa sala 1930yî heya çileyê 1931ê li Londonê di
pêþengeha hunerê îranî ya Berlington Housê de weke berpirsiyarê
rojhilatê kar kiriye, pêwendiya wî bi zanîngeha Londonê re çêbûye û
di sala 1932yan de li wê derê di beþa rojhilatê de bûye dersdarê zimanê
farisî. Piþtre li eynî beþê bûye doçentê beþa edebiyat û dîroka
zimanê farisî û di dû re jî bûye profesorê beþê. Di
sala 1944an de ew bi tîtilê Prof. Emeritus xaneniþîn (teqawîd) bûye û
bûye endamê þerefê yê ”The School of Oriental and African Studies
(SOAS): Fakulteya Xebatên ser Rojhilat û Afrîka” û di 1948-49an de jî
çûye serdana Zanîngeha Qahîreyê. Digel wergirtina wî ya endametiya îdareya
Akademiya Birîtanî (1943) ew endamê þerefê yê Pêwendiyên Civaka
Asyayî ya Parîsê (1946) bû û her weha ew doktorê þerefê yê Zanîngeha
Brukselê (1948) bû jî. Di sala 1966an de koça xwe ya dawî kiriye û ji
nav me çûye. Pêþdîroka
Selaheddîn Ji
“Studies in Caucasian History” Prehistory
of Saladin Vladimir
Minorsky Wergera
ji Ingilîzî Emîn
Narozî&Emîne Onatli ISBN:
978-9944-382-53-3 19.5x13,
96 rûpel 9
YTL www.avestakitap.com info@avestakitap.com
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org