|
KITÊBA
KU QADÎ MUHEMMED WEK QUR’ANA KURDAN NÎÞAN DIDA:
Weþanên Avesta
HECIYÊ
CINDÎ Di
sala 1908an li gundê Emençayîrê, navça Dîgorê, devera Qersê ji dayîk
bûye. Salên Cenga Cîhanî ya Yekemîn ew direvin Ermenistanê. Ew sala
1919an dîsan vedigerin Emençayîrê. Gund talankirî û wêran bû. Wê
salê amerîkî li Qersê sêwîxanê vedikin û Hecî bi birê xwe yê biçûk
ve dikevine wê sêwîxanê. Gava tirk Qersê hildidin, amerîkî wan bi trênê
verêyî Gumuriyê dikin. Piþtî li sêwîxanê dibistanê temam bike H.
Cindî dikeve Peymangeha Perwerdeyê û sala 1929an temam dike. Dû re ew li
gundên Qudaxsazê û Camûþvanê mamostatiyê dike û pê re jî ji nû ve
fêrî zimanê kurdî dibe. Ji
wê salê ew dest bi berevkirina nimûnê folklora kurdî û karê wergerê
dike. Bi berhemên nivîskarên ermenî re tevayî ew kitêbên tendurustiyê
jî werdigerîne kurdî. Sala 1930î ew fakûlta Fîlologiyê, ya zanîngeha
Yêrêvanê tê hildan, ji sala 1932an jî li Înstîtûta dîroka çanda
materyaliyê dest bi lêkolînên zanyariyê dike. Salên 30emîn dewraneke
zêrîn bûn ji bo kurdên Ermenistanê û H. Cindî bi êginayî dikeve nav
kar û xebatê. Sala 1930î li Yêrêvanê Peymangeha Perwerdeyê, ya Piþkavkazê
a Kurdî vedibe û H. Cindî li wir dibe mamostê zimanê kurdî. Wê
salê usan jî dest bi weþandina rojnama ‘Riya Teze’ dibe. H.Cindî
dibe serokê beþa wêje û çandeyê û yekemîn berhemên xwe li wir çap
dike. Ji sala 1930î heta 1937an ew berpirsiyarê radyoya kurdî bû. H.
Cindî yek ji amadekarên yekemîn konferansa Kurdnasiyê bû, ku sala
1934an li Yêrêvanê pêk hat. Zanyarên ji Yêrêvanê, Moskvayê, Lênîngradê
û Tilbîsê beþdarî
konferansê dibûn. Di konferansê de usan jî mamostayên zimanê kurdî,
ên ji Ermenistanê, Azarbajanê û Turkmênistanê amade bûn. Sala
1934an H. Cindî beþdarî kongra Yekîtiya Nivîskarên Yekîtya Sovêtê,
ya yekemîn dibe. 17ê
meha Adarê, sala 1938an H. Cindî bi
tawana pêwendiyên bi mirovên dijî Yekîtiya Sovêtê re digrin û davêjne
girtîgehê. Rast piþtî salekê, 17ê Adara sala 1939an H.Cindî azad
dikin. Dûarojê ew ê 17ê Adarê bike roja bûyîna xwe, ya fermî. Sala
1940î H. Cindî bi têma "Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî" têza
xwe ya doktoriyê pawan dike. Salên
Cenga Cihanî ya Duyemîn H.Cindî nimûnên folklora kurdî niþtimanperweriyê
berev dike û bi du kitêban çap dike. Bi
spartina hukumata Ermenistanê H. Cindî sala 1944an elfabêya kurdî ya nû,
ya ser bingeha tîpên kîrîlî amade dike û piþtî navbiriya þeþ salan
li Ermenistanê ji nû ve dest bi çapkirina kitêbên kurdî dibe. Eger
em sala girtîgehê ji nav derxin, H. Cindî ji sala 1936 an heta 1959 an li
Înstîtûta zaniyariyê, ya ziman û wêje kar dike. Mijarên lêkolînên
wî folklor, ziman û wêja kurdî bûn. Sala
1959an Sêctora Rojhilatnasiyê, bi beþa Kurdnasiyê ve li Akadêmiya
Ermenistanêye Zaniyariyê tê damezirandin û H. Cindî ji destpêkê, heta
sala 1968 an serokê wê beþa bû.. H.
Cindî ji sala damezirandinê1932an heta sala 1966an serokê beþa Nivîskarê
kurd bû, ya bi ser Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanêye Sovêtiyê. Sala
1968 an li zanîngeha Yêrêvanê beþa kurdnasiyê vedibe. H. Cindî li wir
mamostê ziman, wêje û folklora kurdî bû. Sala 1964an bêyî pawankirina
têza doktoriyê, ser bingeha berhemên H. Cindî navê doktorê zanyariyê
didine wî. Heciyê
Cindî 1ê Gulanê sala 1990î li bajarê Yêrêvanê çû ser dilovaniya
xwe. H.
Cindî zanyarekî naskirî bû, ew bi ordêna "Dostiya gelan",
madalya bi navê X. Abovyan û gelek madalyayên mayîn ve hatibû rewa
kirin. Kitêbên
çapkirî; Perwerdeyê-8, kitêbên ziman û wêjeya kurdî ji bo
dibistanan-19, kitêbên
destanên kurdî bi lêkolînên wan ve- 5, kitêbên folklora kurdî, ku
gelek ji wan bi zimanê rûsî û ermenî jî hatine wergerandin-16, 2 kitêbên
rêzimanî, 2 kitêbên ser wêjeya kurdên Ermenistana Sovêtê. Heciyê
Cindî berhemên gelek nivîskarên ermenî wergerandine kurdî û çap
kirine. Gelek
þi‘rên H. Cindî di almanaxên nivîskarên kurd de çap bûne. Sala
1947an berevoka kurteçîrokên wî bi navê "Siba Teze" çap bûye.
Lê sala 1967an romana "Hewarî" çap dibe. Ew roman usan jî bi
zimanên rûsî, ermenî û erebî çap bûye. Heciyê
Cindî mîrateke mezin pey xwe hiþtiye.
(Ji nivîsa Tosinê Reþîd) EMÎNÊ
EVDAL Carna
ji wêjeya kurdên Yekîtiya Sovêt, ya salên 30emîn re dibêjin ‘wêjeya
sêwiyan’, ji ber ku kesên li sêwîxanan mezin bibûn di damezrandina wê
wêjeyê de roleke hêja lîstin. Emînê Evdal yek ji wan bû. Emînê
Evdal sala 1906an li gundê Emençayîrê, navça Dîgorê, devera Qersê ji
dayîk bûye. Wê demê devera Qersê dikete nav Împaratoriya Rûsya û li
wir 17 gundên kurdên êzdî, ên ji êla Sîpkî hebûn. Salên
Cenga Cihaniyê ya Yekemîn seva ji destê Roma Reþ bifilitin êzdiyên
Serhedê giþk koçber dibin û xwe digihînine Ermenistana îroyîn. Dîsan
jî eskerê Romê xwe digihîne wan û piraniyê qir dike. Çi
ku ji destê Roma Reþ, çi ji birçîbûn û nexweþiyan, ji malbeta mezin
Emînê biçûk tenê dimîne û jiyana xwe li sêwîxanan didomîne. Piþtî
ji sêwîxanê sala 1924an derkeve, ew berê diçe Tilbîsê nav mirovên
xwe, lê piþtî du salan dîsan vedigere Ermenistanê. Ji ber ku wî di sêwîxanê
de dibistan temam kiribû, ew li gundên kurda Mîrek, Qundaxsaz û
Karvansere dest bi mamostatiyê dike. Ji
sala 1926an ew dest bi berevkirina nimûnên folklora kurdî dike. Lê wî
texmîn dikir, wekî zanebûnên wî têrê nakin û sala 1931ê dikeve fakûltêta
Fîlologiyê, ya zanîngeha Yêrêvanê. Wan
salan kadroyên kurdan yên xwendî lap kêm bûn û Emîn bi xwendina zanîngehê
re tevayî usan jî di Peymangeha Perwerdeyê ya Piþkavkazêye Kurdî de
mamostatiyê dike, di rojnama ‘Riya Teze’ de dibe sekreterê
berpirsiyar. Salên xwendekariyê, ji bo Emîn usan jî dibin salên destpêka
karên zanyarî, nivîsara þiîr û çîrokan. Wan
salan li Ermenistanê dibistanên kurdî hebûn û Emînê Evdal beþdarî
amadekirina mamostayên zimanê kurdî dibe. Ji sala 1933an heta 1936an ew
usan jî kitêbên ‘Zimanê kurmancî’ ji bo komên çaremîn, pêncemîn
û þeþemîn amade dike, ‘Mêtodîka Hînkirina Xwendin û Nivîsarê’
û ‘Mêtodîka Zimanê Kurmancî’ dinivîse û çap dike. Bi çend kesan
ve "Xebernema Fileyî-Kurmancî’ û bi hevalê xwe yê salên zarotiyê
Heciyê Cindî ve ‘Folklora Kurmanca’, vê kitêba di dest we de çap
dike. Sala
1932yan ew yekemîn berevoka berhemên nivîskarên kurd amade dike. Ew
berevok berê bi kurdî, paþê jî bi zimanên ermenî û rûsî çap dibe.
Lê sala 1935an yekemîn bervoka þi‘rên xwe çap dike ku bêtirî wan ji
bo zarokan bûn. Piþtî
temamkirina zanîngehê Emînê Evdal dikeve aspêrantûrayê û sala 1944an
têza doktoriyê bi mijara "Jina kurd di malbeta arkayîk de ser bingehên
matêryalên netewenasiyê û folkloriyê" temam dike û dibe doktorê
dîrokê. Sala
1959an li Akadêmiya Ermenistanê ya Zanyariyê beþa Rojhilatzaniyê tê
damezirandin, ku kurdnasî jî hildigirt nav xwe. Ji wê salê heta dawiya
jiyana xwe E. Evdal li wî beþî kar dike û bi gelek gotarên zanyarî re
tevayî van kitêban çap dike; ‘Tole hildana xwînê di nav kurdan de û
bermayên wê li Ermenistana Sovêtiyê’, ‘Deba kurdên Ermenistana Sovêtiyê’,
‘Patronîma bal kurdên Ermenistana di sedsala XIX de’, ‘Deba kurdên
Piþkavkazê’, ‘Xebernama kurdiye rastnivîsandinê.’ Çiqwas
jî piþtî sala 1937an dibistanên kurdî li Ermenistanê neman, ji sala
1945an di dibistanên gundên kurdan de heftê du saeta ziman û wêjeya
kurdî dihat xwendin. E. Evdal wan salan sê kitêbên ji bo xwendina zimanê
kurdî amade dike û çap dike, beþdarî perwerdekirina mamostayên zimanê
kurdî dibe. Ji
ber ku Emînê Evdal li sêwîxanê zimanê kurdî ji bîra kiribû, yekemîn
þi‘r û kurteçîrokên xwe bi zimanê ermenî dinivîse, yekemîn kurteçiroka
wî "Casim û Tosin" sala 1924an çap dibe. Lê zûtirkê ew xwe
ji nû ve fêrî zimanê kurdî dike û dest bi nivîsara bi zimanê dê
dike. Salên
30emîn bi þi‘ran re tevayî, E. Evdal usan jî çend destanên kurdî yê
gelêî (Memê û Zînê, Zembîlfroþ)
vediguhêze û raberî xwendevanan dike. E.
Evdal gelek kitêbên þi‘r û poêman çap kirin, piraniya wan usan jî
bi zimanê ermenî hatine çap kirinê. Ser bingeha poêma wî, ‘Gulîzer’
beþa kurdî ya radyoya Yêrêvanê radyo-þano amade kiribû û bi radiyoyê
dihat belav kirin. Emînê
Evdal 22ê meha Îlonê sala 1964an çû ser dilovaniya xwe. Çawan zanyar,
nivîskar û mamosta, wî mîrateke hêja pey xwe hîþt. (Tosinê
Reþîd) Folklora
Kurmanca Heciyê
Cindî / Emînê Evdal Amadekar: Tosinê Reþîd Pêþgotin: Eskerê Boyîk Folklor ISBN: 9789944382403 21.5x13.5, 752 rûpel, 45 YTL
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org