|
ÇÎROKEK DIRÊJ JI SELAHATTIN BULUT: XADIM
Weþanên Avesta
ÇÎROKEK
DIRÊJ JI SELAHATTIN BULUT: XADIM Kitêba
Selahattin Bulut a nû ‘Xadim’ ku ji çîrokek dirêj pêk tê, di nav
weþanên Avesta de derket. Ev
kitêba Bulut a duyemîn e û kitêba wî ya yekem a çîrokan ‘Bihuþta
Lal’ di 2006an de li eynî weþanxanê
çap bûbû. ‘Xadim’, li ser hepisxaneya derve ye. Jêhatê ku piþtî
10 salan ji hepsê derdikeve, li derve rastî hepisxaneyek din tê. Þopên
deh salên buhurî ên li ser bedena wî, wî ji hepsê bêhtir êsîr
dikin. ‘Xadim’ çîrokeke ku di dawiya wê de sekin tune; dawî
þeva reþ û di nav wê tariyê de windabûn e. Ji
kitêbê Jêhat
serê xwe bera ber xwe da. SELAHATTIN
BULUT Di
sala 1954an de li Dêrikê hatiye dinyayê. Enstîtuya Perwerdeyiyê li Mêrdînê
qedandiye. Li Dêrikê û li Qersê du salan mamostetî kiriye. Ji ber xebatên
xwe yên siyasî di sala 1981ê de hatiye girtin û di Hepisxaneya
Diyarbekirê ya Eskerî de heþt sala girtî maye. Di sala 1997an de
li Stenbolê Kitêbxaneya Medyayê ava kiriye. Li ser jiyana Hafiz
Akdemir û Edip Karahan sê kitêb amade kirine. Di hin rojname û kovaran
de nivîs û çîrokên wî hatine weþandin. Kitêbek wî ya çîrokan bi
navê ‘Bihuþta Lal’ (Avesta, 2006) heye. Xadim Selahattin
Bulut Çîrok ISBN:
9789944382526 19.5x13,
96 rûpel, 9 YTL ji
bo foto û agahiyên li ser Selahattin Bulut û berhemên wî hûn dikarin
li www.avestakitap.com binêrin.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org