|
Þevrûyam Ayhan Geverî, ayhangeveri@gmail.com Ez
bûm þevniþîn ji ber leyl û neharbûna rûyê te.. li
ber xeyala rûyê te… ma meyfiroþîya te wisa bû.. Li
ber çavêt min hezaran þekl û rengên rûyê te... bi þiklek nepenî li
þeklê rûyê te yê li ser dilê min... Cana,
iþq û muhabbeta te çend sivik e ku bi yêk dîtinê dil têr diket.. bi
yek qetre û dilop dil tijî diket û di dil de iþq difûre û dibe lêser
û lehî.. mewc û pêl radibin.. ez li ber xeyala rûyê te yê wek
seneman… rûyê te yê wek senem û yasemenan.. Ax
cana, ax dila... ax heyîva þeva... heyîna þeva... Herkesê
carek dîye ew zinde ma hetta ebed Wê
nedîtî ew perîrû zindegî lê bit heram Herkes
bi yek deryayê dibe melevan lê ez bi yek dilopa evîna te bûm medxoþ û
meyxoþ û serxwoþ... Tu
maneya jîyana min bûy û rûyê te yê leyl û nehar þerha jîyanê bû..
Þerha jîyana min.. þerha birîna min û bi þerha þerha... Ronahîya
rojê û tarîya þevê bû rûyê te.. rûyê te yê Kurdewar û reþ-esmer,
ebrû û çavên te yên reþ-belek... serê zulfa te ya kemenda dilê
giriftar... Daniþîn
û þevniþîna min ya bêyî to û li gel rûyê to... firmêzkekanim hêdî
hêdî ji çavekanim dirêjinewe û têkel þerab û meya min dibinewe... Leyletu
l-qedr û berat in zulf û cebhet þubhê ‘îd Dêm
weko fesla biharê lê qîyamet qedd û qam Rûyê
te wek seneman.. Rûyê
te wek þevneman... navbera
herdu çeþmên te mîhraba dil... Mîhraba
ku dil xirab kirî… iþqxane û putxane li min wêran bûn. Ji dil herikî
xwîn û mey... yarem ber xett û xaleþ her dem abid û niþîn bûm ax
demsal û fesla îmanê çiqas kêm bû… êrîþa çavên te yên kafir çi
dijwar û dilsoj bû ku dil bû þehîdê kerbelayî... Zulfên
te lam bi lam li ser rûyê te yê gulgun... Ma
tu ne zalim î ez bûme bende û abid li ber husna te.. Ji
gulþena te ji gulîstana te gulek bes e bo min.. Heta
kengî wek bilbil bikim nalîn û fîqan.. Heta
kengî wek goyînê bikalim... Ka
ez çi kes im Çi
dibêjim..? Ev
çi sergerdanî ye Ev
çi sergirêdanî ye. Sermestî
û mestî ye.. Perde
dirandin min.. Ez
çi me cama ji dest te dinoþim bi hinoþ Ji
hicra te dil bûye pêt û agir.. Ez
kî me cama ji dest te dinoþim binoþî? Herkesê
camê ji destê wê binoþit noþî bit Ê
ji wî destî nenoþî zehrî bit lê ew medam Cana!
Cama ji dest te dinoþim bêhoþî...
Xizîran Wan
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org