|
Bawerê Omerî
Dem havîn e, îroj dibe þeþ mehên min li bajarê Þama þerîf, min bêriya dost û heval û hogirêd xwe kiriye. Piþtî nîvro ji malê derketim û min berê xwe da nava wî bajarê mezin, bi mebesta ku ez biraderekî bibînim û ji wî nûçeyên xelkên Qamiþlê û welat bibihîzim. Ez geriyam, negeriyam ku kesekî di wê rojê de nû hatibe Þamê bibînim, min nedît. Neçare min berê xwe da navenda bajêr û li panava Mercê, ez çûm meyxana Elkernek, bi mebest û dîtina çend dost û hevalêd xwe yên ku li wê meyxanê carinan derd û kul xemên xwe direvînin. Bi dengê mûzîka bilind û di bin pirbûna dûmana çixaran re, ya ku li ezmanê meyxanê bibû ewrekî reþ mîna dûmana ku di sala hezar û nehsed û þêstî de piþtî þewata sînema Þehrezad li ser bajarê Amûda bavê Mihemed çêbibû, ez derbasî hindur bûm. Bi kiþandina wê dûmanê re serê min gêj bû û çavêd min jî tijî hêsir bûn. Li ser maseyekê rûniþtim û bi stirana dengbêjê bi nav û deng yê libnanî Wedî,i Elsafî re ya ku tê de dibêje ”of of of of of of of of of oooooooo ha aa of oof …. cebelne…cebelne bi demna tirabû ûûû cebelne…ha êyêê êye… mehma eldehir xedebtû cebelne ha êêêyêye “, min tepsikek dendik û fisteq û peyaleke mey ji meyger xwest. Min çavêd xwe li hindur gerand, lê min kesekî naskirî lê nedît. Hîn min dest bi vexwarina meyê nekiri bû, min dît mêrekî bi gewdê xwe qelew û bi bejna xwe bilind, peyala wî di dest de ye, û hate nêzîkî masa ku ez li ber rûniþtîme û ew jî li ber rûniþt . Min bala xwe dayê, ew nîv serxweþ e, û xuyaye pir venexwariye. Pir neçû, berê xwe bi aliyê min ve kir û dest bi pirsan kir. Birader ji kû derê ye? Min got: Ez ji Qamiþlê me. Aaaa, tu ji Cizîrê yî? Belê, ez ji Cizîrê me. Xuya dike tu kurd e? Belê, ez kurdim. Cardî bi dengekî hêdî û di ber xwe de got: Xelkên Cizîrê mêr û mêrxasin û hevalên hevalê xwe ne, ha! Rabû min jêre got: Belê, tu rast dibêjî, lê em çawa bikin, bextê me timî li tahtê dikeve û qirdê me jî kore. Cardî li min vegerand û got: Çima bextê we li tahtê ketî ye û qirdê we kore? Ma çi ji we kêm heye? Rewþa Kurdan li Sûriyê pir baþ e. Min jêre got: Ma çi ji me ne kême? Av û petrol, genim û ceh, pembo û nîsk, nok û koncî, þebeþ û talik, zeytûn û sêv, hesin û sifir, ev hemû ji herêma bakurê Sûriyê tên û li vê dewletê belav dibin, lê tiþtek ji perên wan li gelê wê herêmê xerc nabe, û miletê me têr nan naxwe, baþ e, dema mafê miletekî di vî welatî de windayî be û hebûna wî neyê pejirandin, wê rewþa wî çawa be,ma ev çi dadvaniye? Piþtî firek ji peyala xwe vexwar cardî ji min pirsî: Ma niha ev tiþtên li Þamê hene, li bajar û gundên we tune ne? Min got: Ne tiþtên li Þamê û ne jî tiþtên li Helebê li bajar û gundên me peyda nabin. Vê carê bi tundî pirs kir û got: Çawa çêbû, ma qey hûn ne li Sûriyê ne? Xuyaye hûn li welatekî din dijîn. Disa min got: Tu rast dibêjî, ji xwe em li welatekî din dijîn, ma qey ne rast e, çaxê em nikarin di welata xwe de li xewxaneyekê xew bikin, çaxê mirov maf wî ne be li karxaneyekê û sazgehekê kar bike, çaxê nasnameyên bav û bapîran ji wan kiþandi bin, çaxê mafê me yê helbijartinê tune be, çaxê navên erebî li þûna navên kurdî li zarokên me bikin, çaxê bê erêkirina deshilatdarên ewlekariyê navên zarokên me di nasnameyan de nayên nivîsandin, çaxê li Sûriyê hemû milet karibin di dibistanan de bi zimanên xwe perwerde bibin û tenê zimanê kurdî qedexe be,çaxê zanîngehek û muzexaneyek di herêmên kurdan de nebe, çaxê tu nikari be rêxistin û komeleyekê eþkere damezirîne, çaxê mirov li civatekê newêribe nerîna xwe li ser kêmanî û bertîl û þaþiyên desthilatdaran bêje, çaxê bê bertîl tu nikaribe pêlavekê yan jî kîlok çayê û moz ji Þamê ta Qamiþlê û Efrînê bi xwe re bibe, çaxê zevî û zemînên me bi sitemkarî ji me bistînin û li erebên Reqa û Helebê parve bikin, çaxê deshilatdarên Sûriyê naxwazin pirojeyekê li herêma bakur ava bikin, her weha di destgehên dewleta Sûriyê de hejmara karbidestên kurdan ya herî kême, tu karî ji min re bêjî, bê ev þêweyên sitemkariyê di vê sedsala bêstan de li cihanê, di kêja welatî de peyda dibe? Bi vê gazin û axaftina min ya dirêj re, destê xwe avête bêrîka xwe û çixareyek ji pakêta xwe derxist, û ji agirê çeqmaqê xwe yê reng zer ew bomba atomê pêxist li gel vexwarina qurtek mey ji peyala xwe ya girover. Bi kiþandina wê çixarê re û vexwarina qurtekê ji meyê, çav wek perengê li serî sor bûn, û dest pêkir ji aþ û baþ û bi gotinên li navhevketî xwest tiþtnan bibêje, bêyî ku ew bala xwe bidêyê û zanibe, bê ez jî bi wî re meyê vedixwim yan na. Min destûr jê xwest, ku em li straneke kurdî ji wê qewana reng pemba û mîna bîroyeke biçûk guhdar bikin. Çawa ez çûm û min wereqak hesinî avête hindurê wê, pêre awazeke kurdî û paþê dengê Hesenê Cizîrî û strana wî ya bi nav û deng jê hat, ku tê de dibêje: “Kevokim lêlê, lêlêlêlêlêlê lêlêlê, kevoka sorim Xwedêyo! Li ser bana û bin bana, ez diçêrim lo lo….li bin bana qubanê, ez diçêrim Xwedêyo! Ez aþiqê lê lê jina bi mêrim qubanê, ez aþiqê lê lê jina bi mêrin way way”. Ew dengê xweþ li wê meyxanê li hev geriya û dilê min pê xweþ bû. Lê çawa ez vegeriyam, ew deng hate birîn, û xêrnexwazekî nehiþt ku em li wî dengî û li wê strana xweþ guhdar bikin. Bir,rîna wî dengê xweþ û wê awaza gerim wa bi lez, bala vî biraderê min jî kiþand, ji lewra wî ji min pirsî û got:Çima wa bi lez ew stirana kurdî bi dawî bû? Rabû min jêre got: Lê ne pirse, baþ e, ku nehatin û ez jî bo guhdarîkirina wê stiranê bi xwe re nebirin û îþev di zindana reþ û tarî de nebûm mêvanê wan. Cardî ji min pisî û got: Ma qey guhdarîkirina stiranên kurdî jî qedexeye? Min jêre got: Belê, carina qedexeye û carinan jî serbeste, desthilatdarên ewlekariyê bi kêfa xwe ne, ma tu nizanî ku di þevên þahî û zemawendên kurdî de, gelek caran hêzên polîs û ewlekariyê zave li gel dengbêjan û amûrên mûzîkê girtine û ta sibehê ew di zindanan de hiþtine? Bi mehna ku ew þahî bê destûra wan çêbûye, û di dawiyê de bi hêza pere û bertîlan ew têne berdan. Na, ez nizanim, evaya jî li Sûriyê tiþtekî nû ye, vaye ez ji te dibihîzim. Belê, birayê min, xuyaye gelek tiþtên veþartî hene te hîn nebihîstine, ev e rewþa miletê Kurd di dewleta Sûriyê de, îca tu bixwazî, ez karim rewþên dijwar yên ku biraderên Ereb jî tê de dijîn ji te re bêjim? Vê carê destê xwe hilda û hejand, bi mebest û wateya ku ez nebêjim, paþê herdû destên xwe danî ser masê û serê xwe jî danî ser herdû destên xwe, mina ku xatir ji min bixwaze. Wê çaxê min bang li meyger kir, ku ew li wî biraderî miqate be, ji ber ku ew ji ser hiþê xwe çûye. Min hesabê xwe û wî li gel bexþîþê dane meyger, û li ber dengê hunermendê durzî yê mezin Ferîd Eletreþ û stiran û awazeke wî ya bi þîn û hesret û nalîn ku tê de xatir ji evîndara xwe dixwaze û jêre dibêje: Wede,iti hubek…wede,iti hubek…ya hebîbî madem wîda,ek min nesîbî….ya hebîbî..ya yaaaaaaaa ya ya yaaaaaya hebîbî. Hêdî-hêdî ez ji wê meyxanê derketim, û min hevalê xwe yê bi gewdê xwe qelew û bejin bilind li paþ xwe hiþt, min digot belkî îroj ez ji hin heval û dostên xwe nûçeyên Qamiþlê û welat bibihîzim, lê bêdestiyê û li hevhatinê wa kir, ku ez hinek nûçeyên pirs û kêþe û qeyran û pîlanên ku li dijî miletê Kurd têne kirin, bighînim beþekî ji civata Ereb di Sûriyê de. Ez ber bi malê ve diçim, lê tevî dengên tirimbêla û qerebalixa li bajarê Þamê yên ku guhê mirovan kehr dikin, min ji xwe dipirsî: Çima ew biraderê bi min re li ser masê rûniþtî bû, serxweþ ket? Gelo ji ber vexwarina wê meyê ya pir bû, yan jî ji ber sitemkariya ku li ser miletê Kurd di sûriyê de dibe, mest û serxweþ ket? Min bersiva vê pirsê nizanî bû, lê heger wî carekê tenê vexwaribe, û pirsa kurdî nû bihîsti be, û ji ber wê serxweþ ket be, yê min ji ber vê pirsê ji roja ez ji dayika xwe bûme û ta niha timî serxweþim.
Bawerê Omerî
Þam 03.09.1987
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org