Ji Enstîtuya Kelepûrê Kurdî 8 pirtûkên nû li ser foklor û kelepûrê kurdî

 

 

Bedirxan Mukriyanî/Silêmanî

 

 

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ku li baþûrê Kurdistanê kar û barên xwe digerîne, 8 pirtûkên nû derxistin ku li ser folklor, kelepûr û muzîka kurdî ne. Ev berhemên hanê bi tîpên erebî li Çapxaneya Aras li Hewlêrê hatine çapkirin û di dawiya her berhemê da bi kurmanciya jorîn û bi tîpên latînî kurtedanasîna wê hatiye kirin.

 

Zargotina Kurda

Berhevkirin: Ordîxanê Celîl - Celîlê Celîl

Tîpgûhezî ji kirîlî bo tîpên erebî: Baîz Efrûzî

406 rûpel, 17.5 x 24.5 cm

Ev pirtûk cara pêþîn di sala 1982an da ji aliyê her du pispor û folklornasên kurd yên bi nav û deng va li Êrîvanê hate çapkirin. Þaxa Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya li Dihokê ji serê salekê zêdetir e ev berhem xistiye nav karnameya xwe û bi hevkariya çend kesên pispor karê veguhastina tîpan û pêdaçûnê û danîna perawêz û jêrenotan jê ra kiriye.

Ev berhema hanê ku 18 beyt û dastanên bijare yên wekî Ker û Kulik, Derwêþê Evdî, Têlî Hemze, Zembîlfiroþ û Binefþa Narîn hdw. bi xwe va digire, ji bilî komkirin û tomarkirina folklorê ji aliyê mêjû, ziman û wêjeya epîk û lîrîk va jî girîngiyeke wê ya taybet heye, ji ber ku beyt û dastanên herî bi nav û deng yên bi kurmanciya jorîn dihewîne ku ji layê ziman û dariþtinê va sererast û têkuz in. Li aliyê din dastan bi perawêz û jêrenotan bi kurmanciya jêrîn û jorîn hatine ravekirin da ku xwêner bêhtir sûde û mifayê jê wergire.

Maman Biraza Bizir Kird Xalan Xwarza Mezin Kird

Berhevkirin: Ziyad Mihemed Emîn

288 rûpel, 17.5 x 24.5 cm

Pirtûk ji 8 beyt û dastanên devera Piþder pêk tê ku dikeve baþûrê Kurdistanê. Ev beytên hanê ku navê wan Ferx û Xatû Stî, Nasir û Malmal, Þor Mehmûd û Mezrîngan, Xec û Siyamend, Þerî Mam û Biraza, Genc Xelîl, Birayîmok û Kulik û Kero ye, ji bo lihevçûn û hevrîþaliya folklora kurdî nimûne û nîþaneyên girîng in. Beþek ji beyta Xec û Siyamend:

Rojêkî babî Siyamendî be babî Xecê gut: Biragiyane / Jinê hertikman hemîlen û baryan girane /Were ba emin û to þertêkî bikeyn / Le ser destî Xuda û resûlane / Eger jinê to kurî bû î min kiçî bû / Her çon û her çî eger Xuda day be hertikmane / Ewe le  yekdiyan mare dekeyn be destûrî Xuda û resûlan e.

Beþek ji beyta Genc Xelîl:

Dakî deygotewe: Eger nazanî kuremamê to kê ye û kê niye? / Amozaye tom Genco ye, Genc Xelîl Axe ye, kurî Ehmed Axayê Bêlecûkî ye / Ew sal serî hewt sale ye, eger dûrewilat û / Le wilatî Þamê serkirdewî leþkirî ye / Bê seda û sorax e, nazanim mawe ya nemirdiye? /Were lê lê wer nemaye.  

Metelel Taybet We Kumeyl Bîr û Bawer Nawçey Kirin / Kirmaþan

Berhevkirin: Elamurad Cebbaryan

93 rûpel, 16x22.5

 

Devera Kirmaþan, Îlam û Piþtko ji aliyê mêjûyî û kulturî va, deverên dewlemend in û di warê ziman, stran û rewiþt û tîtalan da xwedî birek taybetmendî ne ku ji ber rewþa Kurdistanê heta niha bi têra xwe kar li ser nehatiye kirin. Ev pirtûka hanê ku bi zaravaya Kelhûrî ye û komek çîrok û bîr û baweriyên van deveran bi xwe va digire, hewleke nû ya enstîtuyê ye û di pêþ da ew dê çend berhemên dî li ser van deveran belav bike. 

 

Pendî Pêþînan Le Nawçey Piþder

Berhevkirin: Rêbiwar Cemal

122 rûpel, 15.5 x 22.5

Di vê berhema hanê da bêhtirî 300 gotinên pêþiyan cih digirin ku li gorî rêza tîpan û wekî gotinên pêþiyên ên bi helbestî, gotinên pêþiyan ên bi helbestî yê sê risteyî, gotinên pêþiyan ên bi helbestî yên yek û nîv risteyî û gotinên pêþiyan ên pexþanî hatine vewejartin. Çend gotinên pêþiyan ji pirtûkê:

1. Le hewrazan melê gutinê, le ber bay mekêþe tûtinê, meço ser malê babê jinê.

2. Legel þiwan bilwêr lê deda, legel mer þînê dekat, legel gurg goþtî dexwat.

3. Xalan xwarza xelat kirdin, maman biraza le bîr kirdin.

4. Rêwî be kunê we naçê, gelîþkan we dû xo deda.

5. Ka î xo nebû, kadênit î xo nebû.

6. Çaw le derê, xoliya serê.

7. Kilkî miþkî le malî be ard nabê.

Çend Çîrokêkî Folklorî le Nawçey Piþder

Berhevkirin: Rêbiwar Bekrecoyî

150 rûpel, 15.5 x 22.5

Pirtûk ji 13 çîrokên kurt û dirêj pêk tê ku bi vî navî ne: Miþk û Piþîle, Paþay Wecaxkwêr, Xal û Xwarza, Kupele Zêr, Girewî Feqê û Þazade, Ehmed Paþa û Ejdîha, Jinêkî Mekirbaz, Lixawî Þeytanî, Þeytan, Þajinî Eyar, Sultan Mehmûd û Jinekanî, Eger Meger, Çarenûs.

Beþek ji çîroka Çarenûs:

Hebû nebû kes le Xway gewretir nebû, degêrinewe û delên: Rojêkî le rojan Heyas û Sultan Mehmûd pêkewe deçine rawê. Ewende degerên, wextêkî þewyan be ser dadê û natwanin bigerênewe bo malê le ber mandûbûn û kenefityan, boye la dedene tawilêkî (reþmalêkî) û þewê le wê demêninewe. Wa rê dekewê ew male lew þewey da kurêkyan debê. …

Hilbijardeyek Ji Stranên Folklorîk Ên Devera Erdelan

Amadekirin û Notadanîn: H. Musenen

103 rûpel, 17.5x24.5

 

Devera Erdelan ku dikeve rojhilatê Kurdistanê xwedî mêjû û folklor û edebiyateke taybet e. Mamoste Musenen notayên 92 stranên folklorîk ên vê deverê deranîne û beþek ji gotinên wan jî pê ra belav kirine. Awazên wan ji aliyê muzîknasiyê taybet bi deverê ne û diçine ser rîtma kêþdar,  wekî

                        ku layê awazê va gelek jê wekî (A, B, C) têne danîn

.                

 

Heta Demrî Nazanî Çît Be Ser Dê

Berhevkirin: Ziyad Muhemed Emîn

350 rûpel, 17.5 x 24.5

 

Ev pirtûk ku piþtî xebateke dûr û dirêj hatiye pê, ji pêkenok, metelok û serpêhatiyan pêk tê ku ji zarê Mam Xalîd (1921-1992) hatine veguhastin ku kesayetiyekî nav û deng ê devera Piþder e.

 

Komek Çîrokên Folklorîk Ên Þîretkar

Berhevkirin: Selam Menmî

157 rûpel, 15.5 x 22.5

 

Çîrokên di pirtûkê da cih girtine, ji Silêmanî û deverên dora wê hatine berhevkirin, wekî Þarbajêr, Þarezûr, Qeredax û Bazyan. Berhem ji van çîrokan pêk tê: Xew, Siple, Sê Goste, Jin Heye û Janîþ Heye, Gareþ, Xezal, Nihênî, Tûnî Baba, Dû Hawrê, Kure Keçel, Tiwana, Mirovî Zîrek, Huþtir û Nêreker, Kabrayekî Xwanas, Gasûr, Piþîle û Ser Tenûr, Kuncîfiroþ, Dukandarêk, Çil Lîre, Xêl, Darmazû, Mêgel, Çake, Ayþok, Pîreberd, Nesîmî Aqilmend, Çend Paþayek, Þewgarî Gurg û Rêwî, Þêr û Gurg û Rêwî, Ker û Rêwî.   

 

 

 

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ku li Silêmanî, Dihok û Kerkûkê þaxên wê hene, di sala 2003an da li Silêmanî hate avakirin. Wê heta niha bi her du þêwezarên kurdî/kurmanciya jêrîn û jorîn nêzîkî 70 pirtûk li ser folklor û kelepûrê kurdî  belav kirine. Her weha nêzîkî 15 berhemên muzîkî yên dengîn û dîmenî belav kirine ku ji muzîka kurdan pê va muzîka ereb, turkman, kild û aþûriyan jî bi xwe ve digire. Jê pê ve wê li ser qereçiyên Kurdistanê, benîþtê kurdî yê li devera Piþder, koçerên Qendîlê û masîgiriya li devera Qeladizê, devera Guliyan, Govendên Çelê û Berwarî Bala, Qale Mere belgefîlm durist kirine.

Bedirxan Mukriyanî/Silêmanî

Bo têkilîdanînê:

Email: khi_2003@hotmail.com / khidihok@yahoo.com

www.khi03.comMalper: 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org