Du berhemên bijare ji Enstîtuya Kelepûrê Kurdî:

Elbûma Hesen Cizîrî û Mamlê derket

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ku kar û barê xwe li baþûrê Kurdistanê digerîne, elbûmên hunermendên bi nav û deng ên Hesen Cizîrî û Mihemedî Mamlê derxistin ku bi teknîka îroyîn hatine paqijkirin û di nav qutiyeke ciwan da pêþkeþî guhdarên muzîka folklorîk  a kurdî hatine kirin.

Elbûma Hesen Cizîrî ku ji layê þaxa Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Dihokê ve hatiye amadekirin, ji 5 Cdyan û 54 stran û lawikan pêk tê û piraniya stran û lawikên wî yên bi nav û deng û jiyannameya wî bi xwe ve digire. Hesen Cizirî (1917-1983) ku bi taybetî bi strana "Kevok im" nav û deng daye, li Cizîra Botan ji dayîk dibe. Malbata wî ji ber rewþa nelihev ya hîngê ji bo ku jiyar û debara xwe bike, koçî Zaxoyê dike. Ew demekê wekî berdestê sifirkerekî kar dike û digel hostayê xwe li gundên Zaxoyê digere. Ji deh saliya xwe pê ve çavên wî berebere kiz dibin û di temenê lawîniyê da bi yekcarî nabînin. Hesen Cizîrî, di sala 1941ê diçe Bexdayê û li Radyoyê Bexdayê dest bi kar dike. Di sala 1961ê da bi jineke Bexdadî ra dizewice; du keç û kurekî wî dibe. Di sala 1976an da jî vedigere Zaxoyê û heta dawiya temenê xwe li wir dimîne. Ew tevî stranbêjiyê, ûdjen û tembûrjenekî zor û pispor bû.

Elbûma Mihemedî Mamlê ku zincîreya yekem e, ji 8 Cdyan û 90 stran û meqamên bijare yên Mihemedî Mamlê û jiyannameya wî pêk tê. Mihemedî Mamlê ku wekî Bilbilê Mukriyan nav û deng daye, di sala 1925 li Mihabadê ji dayîk dibe. Wî stranên xwe li Radyoya Mihabad û Kirmaþan û Tewrêzê tomar kirine û beþdarî di çendîn civat, þevbuhêrk û konseran da kiriye. Mamlê heval û hogirê hunermend, þaîr û nivîskarên serdema xwe bûye, wekî Hêmin, Hejar, Hesen Zîrek, Xelîl Sidiqî, Hacî Haþimî Fîdayî, Nasir Rezazî. Ew di muzîka kurdî da xwedî erþîveke dewlemend û ekoleke taybet e; bi taybetî di strana meqama Qetar û Wefayî da pispor e.  Mamlê, di sala 1997an da li Mihabadê koça dawîn dike û li Goristana Hunermendan tê veþartin.

 

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ku li Silêmanî, Dihok û Kerkûkê þaxên wê hene, di sala 2003an da li Silêmanî hate danîn. Wê beriya niha jî elbûmên Hesen Zîrek, Mihemed Arif Cizîrî, Elî Merdan, Kawîs Axa, Mezher Xaliqî û Eyþe Þanê derxistibûn. Her weha bi her du þêwezarên kurdî/kurmanciya jêrîn û jorîn nêzîkî 70 pirtûk li ser folklor, huner û kelepûrê kurdî  belav kirine. Jê pê va nêzîkî 15 berhemên muzîkî yên dengîn û dîmenî belav kirine ku ji bilî muzîka kurdan muzîka ereb, turkman, kild û aþûriyan jî bi xwe ve digire. Li aliyê din wê komek belgefîlm durist kirine ku li ser qereçiyên Kurdistanê, benîþtê kurdî yê li devera Piþder, koçerên Qendîlê, masîgiriya li devera Qeladizê, Govendên Çelê û Berwarî Bala û bilûrjen Qale Mere ne.

Bedirxan Mukriyanî/Silêmanî

Bo têkilîdanînê:

Email: khi_2003@hotmail.com / khidihok@yahoo.com

www.khi03.comMalper: 

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org