TUWANCA BÎSKEKÊ

 

 

                                                               Bêkes Reþîd

                                                               09 / 09 / 2008

                                                    Bo…Çavên Kawa Reþîd.

 

 

Danasîneke têvel

… bo hemû cîwaziyan

… bo hemû xwiyakirinan

… bo lîstika ko wê ji nû dawerive van bêjeyan

Pîvana nerastiya hin encaman li gor hindek tiþt

Careke bêdaw, nependîyî

.. di vê wateyê de

Ta ko bigihîje çend rû û hunduran

Bêyî navendiyeke tenê!!!

Mîna barkirineke rastî

Mîna barkirina êgotîzm ê

Yan jî mirineke amade !!!

Hemû nezanî dorpêçdibin

Vêtamîna herî girîng

.. ya di bêjeyan de

   .. di qozînin veþartî de winda dibe

Tiþtek li ciwaniyê nebû xwedî

tirsa nakokiya hiþ

.. Ji niþka ve xwe nehêle

Mafê dayikê jî bêtir bidize!!!

Hindek ji pirbûnê bû…

Di jibîrkirinê de rawestgeheke nûjen e

Her tiþt ne li paþ bûyerê ne !!!

hatin bi hindekbûna te re ye

Baweriyeke bê hêl ji rexna ko wê bijî re…

Vaye… Vaye

… dema mejgûl babetê bibirin, tê

Hêdî… Hêdî

Sivikbûna min hilgire

Vaye di vir de…

Di vir de…

Di devera ko dirêjbûna nêrînê lê rûniþtiye

Di nexweþiya ko ji mêj ve verêz guhertine

Ristikeke biyan bo vê hiþkbûnê… Û

Bo afrandina saleke nû…

Dabeþnebûneke ariþî... ji te re

Berî ramanek hînbûna xwe

... Diyarî bûyînê bike

Wê ji te re be

Ji te re... tenê

Ev û gelek tiþtên herî buha

... û lêbûrînek.

 

………………………………………….

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org