Koviyek …
Beþîrê mele
Buhare ev dem, gelo payiz e! Þîrava tiriy e di nêv lêvên nîvsaxê de, yan xweziy e Nanekî genimiy e dûrî dest e Di qorziyên gwîzikên çavên birçiyan de dilîze Kê dizanî ewqasî bi hêviy e ? Çivîkeke çeng lawaz e, bi Qertelanre vedilîze Xwîna xwe li anya xwe dixîne û hêlînê bernade Havîne ev dem gelo,zivistan e ? Li talanê rok ketiye,ne mij e, lotika ewr e,belkî baran e. Wê Bilbil bi gulên çêkirî bi xapin!? Siwarên çiyan di bezînin ,wê di newalan de razên!? Jîngeha xwedê ew ji bîrxistiye, bi firyade! Dilo :ranezê ,ya xewna çêdike derewîne Þevejina vê qederê ,wê bi rojeke gulxetî bizê ? Sitêrin xweþik ,xwe dinasandin keleþ li pey wanin. Davikine reþ di azmanê çavê yarande vedane! Ka ew çav û dilên berê, Lawik û lavijên rûesmerê, Peyman û sozên mêrên berê… Piþta mala dane hev,stûna tîpa bê dengî Û Hizra tirsok ne bû dê, bîst û hevt caran yê di mirinê de werbe… Ez a reben di nêv dev û qîlên aþên dev ji hev Ez dikarim sînga xwe li rû babîsoka mirinê vegirm Newalê birçîbûnû li dû xwe bihêlim Rojên qefilî di girê xwe de bihêrim Mîna dicle û feratî bi herikim Bi kerþ û lêmiþtan verþim. Ez bidim dû tolhildanê… ? ya xwe bikim donê çarevanê ? ez suruþteke xweþikim bi palgeheke nerm û avek tenikim… koviyek çayê zagrosim ji serbeestiyê hezdikim nûdibim Nûhim… li ezmana li kuþtina qumriyê digrin ! û ez li panaveke bê çeng û perim tariyê dadiwerivînin çavê gul þîlanan terhên rîhana li kolanaên hêviyan , bi zikreþya xwe wan radixin ! di be hestyên sipehîbûnê biþikin goþtêd sincweryê ji gezên hovan biaxivin wê bikin, birûska rengên evînê di vê tabloya tarî de bipijiqin ………………………. Beþîrê mele migin56@yahoo.com
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org