|
Seydayê
Cegerxwîn Herdem Di Dilê Kurdan De Dijî Cemþîd Bagokî Piþtî 24 salan ji koçkirina Seydayê Cegerxwîn, hêjî welat yara Cegerxwîn e. hêjî yara Cegerxwîn dinal e.. Mixabin jî, ku ew kesên xwe dikin helbestvan û dibêjin em di bin bandora seydyê Cegerxwîn de bûne helbestvan û xwe wek þagirtên wî bi nav dikin, me ew li ser gora Seyda nedîtin…!?
Doh 22/10/2008 salvegera Seydayê Cegerxwîn a 24 an bû. Bi vê
helkeftinê, birrek ji evîndarên wî, evîndarên ziman û rewþenbîriya
kurdî çûne serdana seyda û gora wî bi gul, kulîlk û mûman
xemilandin. Di vê biwarê de, mamoste Konê Reþ çend gotin anîn ziman û
got: Eger Cegerxwîn di warê oldariyê de, wek ku di warê ziman û helbestê
de xwe westandiba, bêguman wê þêxekî bi nav û deng jê derketiba.. An
li malê dinyê geriyaba wê maldarekî mezin ba.. Wî herdû rex dane alîkî,
bi tenê li hespê ziman û helbestê siwar bû û biserket..û berdewamkir
û got: Em kêfxweþin ku serokê Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî, mamoste
Derwêþê Xalib di gel 11 mamostayên zimanê kurdî bi me re li ser gora
Seyda amade ne. Bi rastî ew cihên hêviyek mezin in; ji çend salan ve ew
bi hewildanin ku pêvajoya seyda a pîroz dagrin û wiha bi sedan ji þagitên
zimanê kurdî bi saya wan hatine pê… Di pey Konê Reþ re, helbestvana
kurd Diya Ciwan çend gotin di derheqa Seyda û rola kebaniya wî Kehla
xanim de gotin. Wê parek ji serketina seyda da kebaniya wî.. Di pey re Bavê
Heval: Mihemed Elî Hiso:1930, wek hevalekî seyda çend gotin û helbestek
xwe bi navê þîna Cegerxwîn xwend û got: Va
daweta Seyda ye kî destê min bigire Birayê
tirk û ereb, a min ji bextê we re … Ê bê
seydayê kurd mir, seydayê wan bimire Ger bavê
te þêrîn e, bavê min þêrîtire.. Di pey
re mamoste Derwêþê Xalib, çend gotinên balkêþ anîn ziman û got: Em
bihêvî ne ku em karibin ew pêvajoya ku seyda dabû ser, li gor imkanên
xwe birêve bibin û xwendevanan ji zimanê kurdî re peyda bikin.. Di pey wî
re Mihemedê Ferman yê ku ji hevalên Cegerxwîn bû, çend gotin ji bîranînên
xwe bi seyda re anîn ziman. Û her
wiha Rustem, Kamîran, Elî Þehab wan jî bîrûbaweriyên xwe gotin, ta ku
neviya Cegerxwîn Hozana Mîro bi gotinek kurt spasiya mêvanan kir.
Salihê Silo (Bavê Muslih), wek gula civatê yê dawî bû. Wî bîranîna
24 saliya seyda bi sê helbestên wî xemiland: Welat
Yara Cegerxwîn e, Fala Qereçiyê û Pîra Torê, fermo bo we çend rêz ji
Pîra Torê: Hilkiþîme
çûme jorê, herdû rex min bend û rez Min
dî pîrek tê ji Torê, ker di berde tê bi lez Hate
nêzîk rojbixêrek da, û wek min dil bi xem Pirebî
bû, por spî bû, taqî reþ bû rû gewez Min
ji pîrê xweþ di pirsî; Ey metê tu ji kuve tê ? Go
ji Sêrtê diçme Bêrtê, xwîniya Romê me ez Xan
û eywan kirne weran, mêr û jin ser jê kirin Min
go pîrê qey tu kurdî ? Çûye tilyên xwe bi gez Gotî
dayê; em dixwînin wek Cegerxwîn gotiye: Zû
bi xwînin, hev bibînin, biçne Kurdistan bi lez. Qamiþlo
23/10/2008
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org