Çar pirtûkên nû ji Enstîtuya Kelepûrê Kurdî
 
 Mazlûm Doxan
 
 
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ku navenda wê li baþûrê Kurdistanê li Silêmaniyê ye, çar pirtûkên nû belav kirin ku li ser folklor û muzîka kurdî ne û bi kurmanciya jêrîn in.
 
1- Pendî Pêþînan û Qisey Nesteqî Þebek
Berhevkirin û Þîrovekirin: Herdewêl Kakeyî
 
Ev pirtûka hanê, ku di warê xwe da pirtûka yekem e, ji gotinên pêþiyan û îdyomên Þebekan pêk tê û  berhema pêþîn ya Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Dihokê ye ku beþek projeya taybet ya li ser Þebekan e. Pirtûk, ku pirtir ji 1200 gotinên pêþiyan û îdyoman bi xwe ve digire, 250 rûpel e û bi qewareya 16 û 23 cm. hatiye çapkirin. Hemû pend û îdyom bi kurmanciya jêrîn hatine ravekirin û hevrengê wan jî hatiye danîn. Her weha di dawiya pirtûkê da komek wêneyên taybet bi þebekan cih digirin.
Cihê gotinê ye þebek ku li derdora Musilê bi cih û war in, bi devokeke þêwezara Goran dipeyivin ku wekî Maço tê naskirin. Ew ji aliyê ayînî ve gelekî nêzîkî alewiyên bakurê Kurdistanê ne ku ev lihevçûn cihê balpêdan û serincê ye.

 

2- Qutûy Etar / Qutûy Duyem
Berhevkirin û Þîrovekirin: Ararat Ehmed
 
Ev berhem ku 352 rûpel e û bi qewareya 23 û 16 cm. hatiye çapkirin, ji gelek babet û berhemên folklorîk ên wekî gotinên pêþiyan, îdyom, pêkenok, çîrok, efsane hwd. pêk tê ku ji deverên Piþder, Bîtwên, Akoyetî, Xoþnawetî hatine berhevkirin ku tev jî bi ser Hewlêrê ve ne. Hemû babet û cureyên di nav berhemê da bi awayekî berfireh hatine ravekirin ku binyada wan ya mêjûyî dide xuyakirin.
Hêjayî gotinê ye, bergê yekem yê pirtûkê di sala 2003an da ji aliyê Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ve hate belavkirin.

 

 
3- Mame Xeme / Çîrok û Þîrovekirin
Amadekar: Mihemed Salih Seîd
 
Ev berhem, ku 120 rûpel e û bi qewareya 21 û 14 cm. hatiye çapkirin, ji komek serpêhatiyên Mame Xeme pêk tê, ku li piraniya baþûrê Kurdistanê kesayetiyekî bi nav û deng e yê wekî Melayê Mezbûr (Melayê Meþhûr) û Kufir Ehmed. Di beþa dawî ya pirtûkê da þîrovekirinek li ser folklor û ziman heye ku tê da serpêhatiyên Mame Xeme jî hatine þîrovekirin. Cihê gotinê ye Mame Xeme di nav folklora kurmanciya jorîn da bi navê Eliyê Xemxur ango Eloyê Xemxur tê naskirin.

 

4- Çepkegul / Venivîsîna Komek Awaz û Stranên Kurdî
Berhevkirin û Deranîna Notayan: Kawe Feqêzade
 
Pirtûk, ku 128 rûpel e û bi qewareya 29 û 21cm. hatiye çapkirin, ji komek stranên folklorîk û nûjen yên kurdî pêk tê û çapa wê ya yekem di sala 2005an da hatiye kirin. Di vê berhemê da ji bilî stranên folklorîk, notayên çend stranên Elî Merdan, Tayer Tofîq, Hesen Zîrek û Mezher Xalîqî hatine deranîn ku meqamên wan jî hatine destnîþankirin. Hêjayî gotinê ye, Kawa Feqêzade li Tehranê beþa entomûzîkolojiyê xwendiye û mamosteyê amûra sentûrê ye.

 

 
 
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ku dezgeheke sivîl e, di sala 2003an de li bajarê Silêmaniyê hate avakirin. Wê li bajarê Dihok û Kerkûk û çend bajarkan þax hene. Enstîtuyê, heta niha bi kurmanciya jêrîn û jorîn 64 pirtûk belav kirine ku ji wan zêdetirî 20 bi kurmanciya jorîn in û ji wan jî 12 bi tîpên latînî ne. Her weha beþa wê ya reng û dengan heta niha 13 berhem belavkirine ku ji elbûmên hunermendên kurd, belgefîlman hwd din pêk tên. Hêjayî gotinê ye enstîtu li ser kêmîneyên dînî û regezî yên Kurdistanê jî dixebite û berheman çap dike, wekî êzîdî, kakeyî, suryanî û turkman û ereb.
 
*
Bo têkilî danînê:
 
Malper: www.khi03.com
 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org