|
ENCAMNAME CIVÎNA DESTEYA AHENGÎSAZ A TZPKURDÎ
DESTEYA AHENGÎSAZ A TZPKURDÎ
Desteya
Ahengîsaz a TZPKurdî roja 28’ê adara 2010’an civîna xwe ya asayî pêk
anî. Desteya Ahengîsaz rewþa
giþtî ya siyasî, rewþa xebatên zimên bi berfirehî nirxandin û ji bo
dema pêþiya me bernameya xwe ya xebatê derxist. Dema ku civîna me dom
dikir, em pê hesiyan ku rojnameya Azadiya Welat dîsa ji bo mehekê hatiye
girtin. Em wekî TZPKurdî vê biryarê bi tundî þermezar dikin û piþtevaniya
xwe ji bo tekane rojnameya xwerû bi kurdî Azadiya Welat diyar dikin.
Desteya Ahengîsaz biryar girt ku bi vê armancê kampanyayekê bide destpêkirin. Dema
ku mirov bala xwe dide rewþa giþtî ya siyasî mirov dibîne ku kêþeya
kurdî ketiye qonaxa çaseriyê, ji ber vê yekê jî gotûbêjên li ser çareseriyê
zêde bûne. Lê belê ligel vê yekê jî hêzên navnexweyî û navneteweyî
yên komloger dest ji mebesta xwe ya þikandin vîn û îradeya kurdan
bernadin. Divê warî de mirov
dikare êrîþa ku roja 4’ê adarê li Brukselê li ser saziyên kurdî pêk
hat nîþan bide. Lewre jî ev pêvajo bi qasî ku derfetên çareseriyê di
nava xwe de dihewîne, xetereya
þerekî navxweyî di
nava xwe de dihewine. Li
hemberî vê yekê berxwedan û têkoþîna gelê kurd a ji bo azadî û çareseriyeke
rasteqîn didome. Ligel hemû pest û pêkutiyan jî gelê kurd di Cejna Vejînê
Newrozê de bi milyonan daket qadan û riya çareseriyê nîþanî her kesî
da. Tevî ev qas êrîþ û
girtinan beþdariyeke wiha xurt û helwesteke wiha zelal, nîþan dide ku
gelê kurd êdî dixwaze çarenûsa xwe bi destên xwe binivîse. Ji bo têkbirina
hêzên komploger pêdivî bi bereyekî demokratîk a gelan û yekîtiya
neteweyî ya gelê kurd heye. Her
wiha ji bo geþbûna têkoþîna doza azadiyê pêdivî bi geþkirina
nasnameya çandî ya gelê kurd ango bi geþkirina têkoþîna parastin û pêþvebirina
çand û zimanê kurdî heye. Mixabin
hê jî qada çand û zimên li gorî qadên din qels û lawaz e û nebûye
qadeke geþ a têkoþînê. Geþkirina têkoþîna çand û zimên dê bi çend
aliyan ve pêþiya têkoþînê veke. Li
aliyekî dê hêviya dagirkeran a piþaftinê di qirika wan de bihêle û bîr
û baweriya bi polîtîkayên piþaftinê pûç derxe; li ser vê bingehê jî
dê polîtîkayên red û înkar qels û lawaz bike.
Li aliyê din jî geþbûna nasnameya çandî ya kurdan dê bîr û
baweriyên pûç ên di nava civaka tirk de biguhêre, rê li ber guherîna
zîhniyetê veke; pê re jî dê bi berhem û çalakiyên çandî û hunerî
têkoþîn rengîntir bibe. Lê mixabin hê aktorên siyasî yên kurd bi
girîng û pêwîstiya vê yekê nehesiyane, kesên ku pê hesiyane jî bîr
nabin ku ji bo guhartinê xweguhartin pêwîst e. Her wiha em jî wekî
TZPKurdî nebûna xwediyê wê hêzê ku ku vê bîr û baweriyê di nava
civaka kurd de serdest bikin da ku gel vê yekê li ser siyasetmedarên kurd
ferz bike. Di
van çend salan de TZPKurdî bi têkoþîn û xebatên xwe bingeheke rêxistinî
û hiþmendiyê ya zimanê kurdî ava kir. Her wiha xebatên hîndekariyê
bingeha perwerdehiya kurdî jî hêdî hêdî dikin.
Her wekî me li jorî diyar qada zimên wekî qada stratejîk a têkoþîna
azadiya gelê kurd xwe bi rêxistin nekiriye. Xebatên
TZPKurdî her çiqas heta radeyekê di nava civakê de bi cih bûbin jî, ew
xebat nikarin bandoreke baþ li civakê bikin. Piraniya kurdan hê ji
xebateke wiha ne agahdar in, kesên ku agahdar in jî bi tenê ji hin çalakiyên
wê agahdar in, bi girîngiya wê û têkoþîna zimên nehesiyane. Her wiha
di nava qada siyasî de jî cih û girîngiya TZPKurdî nehatiye fêmkirin
û pejirandin. TZPKurdî
bi xebatên xwe yên hîndekariyê hêdî hêdî bala civakê dikiþîne ser
xwe, lê xebatên hiþmendiyê hê jî pir qels in. Çalakiyên hiþmendiyê
ne li gorî bernameyeke birêkûpêk, bi piranî di hin rojên taybet de têne
kirin. Di
warê rêxistinî de her çiqas ne li gorî daxwazê be jî xebat her ku diçe
berfireh dibe, bi vê armancê li gelek cihan komîsyon û komele hatine
vekirin. Di warê hiþmendiyê de jî hê tam xebateke birêkûpêk û li
gorî bernameyekê pêk nehatibe jî nemaze di rojên taybet de gelek çalakî
hatine lidarxistin. Xebata
perwerdehiyê ji aliyê çawanî û çendaniyê her ku diçe bi pêþ
dikeve. Li gorî raporên ku herêman li seranserî Kurdistan û Tirkiyeyê
niha zêdetirî 3 hezar kesî beþdarî kursên TZPKurdî dibin, hejmareke nêzî
vê jî kurs bi dawî kirine û sertîfîka wergirtine. PLANSAZIYA
GIÞTÎ BIRYARÊN
GIÞTÎ 1-
TZPKurdî girtina rojnameya Azadiya welat bi tundî þermezar dike û ji bo
piþtgiriya rojnameyê bi beþdariya þagirtên kursên TZPKurdî kampanyaya
“Destê xwe medin rojnameya min!” dide destpêkirin. Divê hemû meclis
û komîsyonên me bi vê armancê daxuyaniyên girseyî bidin. CEJNA
ZIMANÊ KURDÎ Li
Amedê resepsiyon. (þeva 14'ê gulanê) 16'ê
gulanê Qoser (mitîng) 15'ê
gulanê Cizîr (mîhrîcan) 15'ê
gulanê Kop (mitîng) RAGIHANDIN 1-
Ji bo xebatên TZPKurdî malpereke nû hatiye vekirin. Dê li herêman
pergala edîtoriyê were avakirin. Xebatên divê bi awayekî rêkûpêk li
ser vê malperê cih bigirin. HIÞMENDÎ Komîsyona
navendî ya hiþmendiyê dê xebatên xwe bi rêkûpêk bike, têkiliyê bi
komîsyonên herêmî dayne, ji bo xurtkirina bingeha teorîk a xebatên hiþmendiyê
divê xebateke lêkolînî bike. Her wiha ji bo amadekirina bingeha
konferanseke giþtî ya hiþmendiyê dê pêþî li herêman civîn û
konferansên hiþmendiyê werin lidarxistin. DESTEYA AHENGÎSAZ
A TZPKURDÎ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org