|
Di
Kurdî de Mealek bi devoka Hekarî: Ronahîya Qur’ana Pîroz Weþanxaneya Nûbihar Di
Kurdî de heta niha çend heb mealên Qur’anê hatine çapkirin û ji wan
yek jî meala Mela Mehemedê Hekkarî ye. Mela Mehemedê Hekarî, piþtî
xebatek dûvdirêj meala Qur’ana Pîroz bi devoka Hekarî tercumeyê Kurdî
kir. Meala Mela Mehemedê Hakkarî bi navê Ronahîya
Qur’ana Pîroz hatîye çapkirin û çapa wê jî weþanxaneya Nûbiharê kirîye. Ronahîya
Qur’ana Pîroz, ji mealên dîtir cuda bi devoka Hekarîyê ve hatîye
amadekirin û Seydayê Mela Mehemed bi taybet xwestîye ku ew bi vê devokê
ve bihête çapkirin. Meal her çend bi vê devokê ve hatibe hazirkirin jî
zimanê Ronahîya Qur’ana Pîroz
zimanek xweþ û sivik e ku her Kurdek dikare bi vê mealê ve Qur’ana Pîroz
bi zimanê xwe bixwûne û fêm bike... Seydayê
Mela Mehemed, wextê meala xwe amade kirî ji gelek çavkanîyan îstifa kirîye
û navê wan jî di pêþgotina mealê de dîyar kirîye. Her wisa Mela
Mehemed mebesta xwe ya amadekirina mealê jî di pêþgotinê de wisa dibêjît:
“Eve me jî bi ezmanê xwe anku bi ezmanê Kurdî ev meala Qur’ana pîroz
bi navê (Ronahîya Qur’ana Pîroz)
bi kurtî û bi ezmanekî fesîh nivîsî, da ku her kesê berê xwe didetê
û dixûnît têbigehît û bizanît û da bo xwe mefayî jê wergirît. Ez
hûvî dikem ku Xudê Teala vî karê me qebûl biket û roja qîyametê, me
û hemî xûþk û birayêt bisulman li hizûra xwe li bin alayê vê
Qur’ana Pîroz rûspî û serfiraz biket...” Seydayê
Mela Mehemed ji bo meala xwe pêþgotinek amade kirîye û her wisa li mealê
ferhengek jî zêde kirîye ku di vê ferhengê de manaya hindek kelîmeyan
hatîye dayîn...
Ji
bo xwestina Ronahîya Qurana Pîroz: Weþanxaneya
Nûbihar Büyük
Reþitpaþa Cad. Yumni
Ýþmerkezi No: 22/29 Vezneciler-Ýstanbul Tel&Faks:
(0212) 519 00 09
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org