Haydar Diljen Otlu
Dema we xweþ!
Li gor peymaneka di navbera Þaredariya Vîsterosê û Dayreya giþtî ya dibistanan (Skolverket) divê Þaderadriya Vasterosê konferensekê ji bo mamosteyên kurdî amade bike. Lewma em ji bo amadekirina þeþemîn konferansa mamosteyên kurdî amadekariyê dikin. Ji bo Amadekirina konferensê komîteyek hatiye damezirandin. Komîte ji Karîn Brobäck, Mudûra Navenda Duzimanî ya Þaredariya Vesterosê (Centrum för tvåspråkighet), Sarko Amin, redaktorê projeya Fêrgeyî Zimanî Kurdî û mamosteyê kurdî, û Haydar Diljen Otlu, redaktorê malpera Dibistana Kurdî û mamosteyê kurdî, pêk tê. Komîteyê di civîna xwe ye yekem de tarîxa konferansê destnîþan kir. Li gor biryara komîteyê konferans dê di 24-25ê Îlonê (september) de li Västeråsê pêk bê. Lê ji bo ku em bikaribin li Þaredariyeke din konferansê bikin, em di nav hewldanê de ne. Em niha li ser rojeva konferansê dixebitin. Di konferansê de helbet em ê xebata perwerdeya kurdî binirxînin û li ser pêþniyarên hîn baþtirkirina perwerdeyê rawestin. Herweha awayên dersdanê yên pêþketî û materyalên nû jî dê bên nasandin. Ku pêþniyarên we yên di derbarê rojeva konferansê de hebin, ji kerema xwe heta 18ê gulanê ji me re biþînin. Em ê di nêzîk de di van malperan de agahdarîyên firehtir û forma serlêdanê biweþînin: http://modersmal.skolutveckling.se/sydkurdiska Serlêdana konferansê divê bi rêya mudûriyetên perwerdeya zimanê zikmakî yên Þaredariyan an jî mudûriyetên dibistanan ve be. Em ê ji bo konferansa 6:em jî ji mamosteyên herdu zaraveyên kurdî pirtir 80 mamosteyan bigirin. Em ê hewl bidin ku pirtir þaredarî beþdar bibin û herweha di navbera mamosteyên jin û mêr de jî balansek hebe. Mesrefên konferansê li ser þaredarîyên ku mamosteyên xwe ji bo konferansê diþînin û Dayreya Dibistanan (Skolverket) ne. Em ê þertên beþdarbûna konferansê yên aborî û yên din di forma serîlêdanê de binivîsin û di malperên xwe de belav bikin. Helbet, wek konferansa sala borî, em ê ji mamosteyên ji derveyî Swêdê jî çend heban hilbijêrin. Em li hêvîya pêþniyarên we yên ji bo rojeva konferansê ne.
Tel: +46-(0)70-171 15 08
Bi silavên germ
Med varma hälsningar
Haydar Diljen Otlu
Västerås stad
Centrum för Tvåspråkighet
www.dibistanakurdi.com
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org